28 Haziran, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ne karaset e, dijminahî ye

Agir Sîsî

Destpêkê bila serê gelê Kurd sax be! Ez êş û jana wan malbatan di dilê xwe de dijîm û jana wan parve dikim!

Li her derê cîhanê dijminahiya hevdu heye. Li her derê cîhanê şer û pefçûn, hevrikî û dijberî hevdu heye. Ji xwe ne gengaze ku her kes hemû civak bi heman şêweyî bihizire û ligel hevdu bêpirsgirêk bijî.

Li Kurdistanê ev serê pêncî salan e (ji dîroka nêzîk ve) şerekî bêhempa bê hemsal dimeşe. Bêhemsal dibêjim birastî jî hemsalê wî, wekî vê derê, wekî Kurdistan û şerê li hember Kurd û Kurdistanê dimeşe ez heta niha rast nehatime. Ku li ciyekî dî jî hebe!

Li Kurdistanê şerekî bêsînor û bêexlaq bê hed û bêhempa pêk tê. Ango şer tenê du eniyên leşkerî li hember hevdu şer nakin. Tenê li hember hêzên şerker ê Kurdan şer nayê kirin. Hewce nake ez dakevim kûrahiya dîroka Kurdistan û mêjûya dagirkirina wê…

Di rojên nêzîk de hilbijartinek pêk hat û her tişt li gor zagon û makezagonên pergala heyî ya Komara kujer pêk hat. Lê piştî encamên hilbijartinan diyar bû û şûn de weke Hirçê birîndar êrîşî ser şaredariyan kir. Di serî de li Wanê. Ku bi giştî erdnîgariya Wanê ji pergalê hatibû qutkirin. Ango feraseta pergalê ji Wanê hat avêtin û gelê heremê xwe bi xwe raya bi rêvebirina xwe da. Ew bi berxwedaneke giştî êrîşa dagirkeriya pergalê, Qeyûm şikênand û dîsa gel li ser karê xwe berdewam kir. Lê bi vê nasekine bêguman. Vê carê jî li Colemêrgê û wisa dixwaze tevahiya vîna Kurd ku derketiye holê desteser bike. Niha li hember van êrîşan berxwedaneke heye didome. Lê wekî ku pêşiyên me gotine ‘av bisekine agir bisekine dijmin nasekine’! Li wir biser neketin dê li ciyeke din êrîş bikin. Li wir nebe ciyeke din û bi rêbazeke din û hwd. Ango armanca pergala dagirker tunekirina Kurd û wêrankirina Kurdistanê ye. Li ku dibe bila be. Qe ferq nake. Rêbazên şer dîsa welê bi her cureyê şer û êrîşan ji bo xwe kiriye armanc û qe tu gumanekî jî tê de nabîne.

Dagirkerî bi her awayî dagir dike. Xwîna gel dimije, mal û warên wan talan dike… Ji xwe hemû sererd û binerdê welêt dimije, didize dibe. Hê bi wê jî namîne weke gotinê pêşiyan dîsa; donê me di serê me de dide! Hemû tişt ji vê erdnîgariyê dertê û têra hemû Kurdistan û bi tevî çend welatê dî jî têr dike û zêdetir e jî. Lê sedmixabin gelê vê heremê, vî welatî her tim tî, birçî, tazî û her deyndar jiyaye! Hê jî dixwazin wisa bidomînin. Mînakek ji vê mêtingeriya berbiçav û erjeng jî Kareba û av e. Ku herdu dane jî ji bo jiyanê nebe nabe ye! li Rojava avê li ser wan dimiçiqîne ku ev çavkaniya avê jî ji nava dilê Kurdistanê diherike çemê Feratê ye. Ligel êrîşên leşkerî, ji dûr ve avêtina top û sîxo yên kujer ku bi sedema wan bi hezaran km çargoşeyî dişewitîne dide ber xwe talan û wêran dike. Dilê wî nakeve cih vê carê jî ava jiyanê ku nebe nabe ye li ser Rojava qut dike…  ji xwe eşkere dibêje ‘li fezayê be jî konek bi navê Kurdî vebe ew dê bibe hedefa min’!

Li Başûr ji xwe navê qaşo herêmeke xwerû û heta serbixwe heye! Lê sed mixabin tenê di gotinê de wisa ye. Lewra li her bihusta başûrê welêt jî hêza vê pergala dagirker heye û bi her şêweyê şer û êrîşkirinan diceribîne. Ev serê sê salan e ku bênavber ligel çekên kîmyewî û her cureyî çekên qedexekirî bikar tîne û bi awayeke pratîkî-eşkere dagirkirî ye. Li Bakûr jî ji xwe gel bi birçîbûnê terbiye dike û neçarî girêdayîna bi xwe re kiriye. Eniya Kurd ku vê bêexlaqiyê napejirîne li dij derdikeve jî vê carê bi term ên qaşo nûjen ‘terorîzm’ ê tewanbar dike û dewletên derdorên xwe bi tevê Ewrûpa ya qaşo pêşketî jî dide pişt xwe.

Şeva 20’ê Hezîranê ku derbasî 21’ê hezîranê dibe şev kin e. Ev roj jî di salê de roja herî dirêj e. Di vê êvarê de ji têlên karebaya ku bi perekî zêde li ser gelê heremê ferz dike, difroşe qutkirinek pêk tê. Têl dikeve nava zeviyê çandiniyê û çirîskên karebayê dibe agir û dide ber xwe. Ji xwe roja herî germ ya demsalê jî îro ye! Berî ku ez qala encamê wê bikim divê berî vê bûyerê jî vebêjim. Bûyer dibêjim lewra, çend carên din jî bi sedema karebayên ‘qaçax’ ketiye rojevê û bi hezaran bi milyonan lîrayê tirk ceza li van malan birîne… Digel vê hawî jî bi saziyeke saxlem çênakin, kareba li ser dar û dîregên bi dehan salan e li ser wan derbasî wargehan dibe. Êdî wisa bûye ku dîrekên binê têlan bi xwe rizîne! Lê nayên nûkirin û li ser nasekinin. Lewra ji xwe yek ji armanca dagirkeriya heremê ev e ku; ne raste rast bi awayeke endîrek, ango weke ‘qeza’, weke ‘şaşiyek’ wek bûyerek ‘xwezayî’ û hwd. Nîşan bide û gel li gor armanca xwe teslîm bigire. Ew terbiye bike. Neçarî koledariya xwe bike. Ji ber vê jî vê qetandina têla karebayê-ceryanê ji nedîtî ve tê. Heta ez dikarim bibêjim ku ev bi zanebûn hatiye hîştin. Nexwe li bin kîja zinarekî liv û tevgerek hebe di deqeyê de dibînin û bi her awayî êrîşî wir dikin!  Ser de jî ev agir vêdikeve, eraziyê dide ber xwe, agir ber bi malan ve qadê nişteciyan ve dişele diçe. Lê qet hes û deng tune! Bi qêrîn û hewariya gelê derdorê, nêzîkî wê deverê bi derfetên xwe yên heyî ku ev jî tenê tevr û bêr in! Ango bi amûrên herî kevnar yên demborî ne. Dîsa jî hewl didin bi van amûran pêşî lêbigirin. Lê sed mixabin agir har e wek dijminê bê hevsar e! Bi ser wan bedenan ve jî diçe û ligel mal, dan, adan can jî dişewite!…

Hinek kes aqil dikin ku xwedêgiravî hemwelatiyê dewletekê ne! Peywirên dewletan jî ew e ku di rojên welê de bi hewariya wan de were! Telefonê ciyê peywendîdar dikin lê mixabin bersiveke erênî nagirin! Dibêjin helîkopterekî me heye ew jî bi şev pêş xwe nabîne! Agir her dişele. Baya bi ser de jî tê hê zêdetir lez dide şêlandina agir û bi hawirdorê ve dimeşe. Pêşî li gundê Kelek a bi ser Şemrexa Mêrdînê ve ye vêdikeve. Li her der qêrîn hewar û gazî erşê xwedê hiltîne lê sedmixabin siltanê ker ku digot ‘li qeraxê çemekê miyek wenda bibe haya min jê çêdibe û ez xwe berpirsiyar dibînim’! Lê tev jî xapandin û tenê rûyê xwe yê hov veşartin e. Ji bo rastiya xwe veşêre bi gotinên welê nerm û dilhonikî dilê gel germ dike!

Yek jî bi hezaran leşker û sîxurên dewletê heye, tev jî xwedî mûçe û ji xwîna gel dimijin. Qaşo berpirsiyar û peywirdar in hene. Lê ku mijar Kurd û dever jî Kurdistan be ew peywir û peywirdarî berovajî dibe. Wekî; qaşo leşker derdikevin ber bi şewatê ve biçin, diçin li deverê ku rê diçe ber şewatê. Wan rê û dirban bi wesatên zirxî û bi bedenên xwe yê leşkerî çeper digirin. Nahêlin ku ji derdorê werin agir vemirînin! Yanê ew leşkerên qaşo diviyabû wan agir vemirandana, vê carê bi xwe dibin asteng, nahêlin çi kes biçe agir vemirînin!

Encam; Li gor agahiya dawî 14 cangorî, bi dehan birîndar mirov û bi sedan jî ajalên bêzar û bêziman telef bûne…

Yanê ji xwe ji bo vê pergala xwînmij cejn bû. Baş e, Lê ew ajal û candarên nava zeviyan, ajalên di mexelên xwe de, Mirovên sawa bê zar û bêziman di nava zeviya xwe de bisoje! Ew dan û dû yê wan yê salane li wan wergere dojehê!… Birastî gotin nabînim vê rewşê pênase bikim! Ez ê qêrîna kî bejim kê nebêjim! Qîr û wara kîja ajalî bikim kîja nekim! Ma qe tê vegotin ew bedena miyê ku hê li ser piyê zilitî heta nîvî ar vêketî! Lê hê jî hewldana wê ya jiyanî didome! Ew mirovên ku ji bo dan û zad neşewite, ji bo ajalekî zerar nebîne bêtir bê hesab û bêyî derfeteke pêvîst xwe li agir diqelibînin! Ma kîja alfabeyê de peyva wê vebibêje heye gelo!

Ev ji bo me divê bibe rik û inyadeke şoreşgerî ku êdî em bawer bikin. Divê em xwedî li xwe derkevin. Dewleta xwînmij û mêtinger tenê dixwaze me ji xwe re bike qurban û warê me jî ji xwe re bike dojeh li ser serê me! Ku em bi tifaqa xwe tevbigerin em ê bêyî pêdiviya dewletê em ê xwe bi xwe bi rêve bibin. Ji derd û kulên xwe re bibin derman û bibin merhem. Dê wê gavê warê me bibe warê mirovan jiyaneke azad…

Nîşe: Divê li hemû derê welêt reş were girêdan (şîn îlan bibe) û bi reşgirêdanê jî nemînin: Destê piştgiriyê dirêjî hevdu bikin xwedî malbatên cangoriyan derkevin. Vê karesatê em bi destê xwe derman bikin. Her kes ji kê çi hat. Her çi pêdivî heye divê bi lezgînî rêxistina wê were avakirin û bi lezgînî birîna xwe derman bikin…