5 Temmuz, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nijadperestî, agir û futbol

Gelek caran di bin navê ewlehiyê de hêzên dewletê daristanên Kurdistanê dişewitînin û daran dibirin. Dewlet bi zanebûn xwezaya Kurdistanê talan dike û di bin bendavan de dihêle.

Nijadperestî bi gelek awayan ên wekî zayendperestî, netewperestî û dînperestî derdikeve holê. Di esasê xwe de nijadperestî li ser bingeha netewperestiyê pêş dikeve û bandorê li jiyana mirovan a rojane dike. Ango netewperestî awayê xweveşartina nijadperestiyê ye. Dema nijadperestî deşîfre dibe, xwe bi awayekî din formûlîze dike û xwe wekî nirxên netewî yên wekî çand, ziman, welat û al dide nîşandan. Nijadperestî van nirxên netewî li gorî berjewendiyên dewlet û desthilata xwe bi kar tîne û xwe li ser nirxên civakên din re dibîne. Bêguman nijadperestî bi qasî ku takekesî ye, ewqas jî civakî ye ku bi rêya amûrên bîrdoziyê yên dewletê tê fêrkirin. Bi awayekî kolektîf li hemberî mirov, civat, civak, gel û neteweyên din tê bikaranîn. Ji ber ku nijadperestî encama hişmendiyeke dûvdirêj e. Ev hişmendî bi rêya perwerdehî/dibistan, dîn/mizgeft/dêr, malbat/xanî û siyaset li ser bingeha ‘dîrokeke xeyalî’ tê avakirin. Lêbelê bikaranîna nijadperestiyê bi cur bi cur e. Carinan kesek dikare bi tena serê xwe li hemberî ‘yên din’ nijadperest be, carinan jî komek. Ango nijadperestî carinan ji devekî derdikeve, carinan jî ji gelek devan. Lê her encama heman hişmendiyê ye ku di gelek hiş û mejiyan de hevpar e. Sembolên sereke yên nijadperestiyê xwe di tîmên neteweyî yên welatan de, li hemberî penaber û kêmneteweyan zêdetir nîşan dide.

Her roj li Tirkiyeyê vi yek dikin, gotinên nijadperestî ji wan difûrin û li dijî kurdan bi kar tînin. Lê di heman demê de dema bûyer û kerasetên mezin bi serê kurdan de tên, tirk kêfxweşiya xwe venaşêrin. Li ser meselê di dema erdheja Wanê de li ser ekranê televîzyonan rojnamevanên tirk dilşadiya xwe aşkere anîbûn ziman. Her wiha dema agirê di navbera Şemrex û Çinarê de jî heman kêfxweşî anîn ziman. Nijadperestî encama nêrînên dewletê ye û dewlet civakê fêrî nijadperestiyê dike. Lewre di demên bûyer, rewşên awarte de ji devên ‘hemwelatiyên baş’ ên dewletê bi awayekî ji rêzê derdikeve. Jixwe ji ber vê yekê dewlet van ‘hemwelatiyên’ xwe yên baş sûcdar nake û berevajiyê vê gelek caran wan bi statûyên nû xelat dike. Ew jî li gorî dil û nijadperestiya dewletê gotinên faşîzane bi kar tînin. Li ser meselê di dema vî agirê Şemrex û Çinarê de parêzerekî faşîst li ser medya civakî hêviya gurbûna agirî dikir. Platforma medya civakî ya bi navê onedio jî di karîkaturê xwe de agir wekî agirê olimpiyatê bi nav kir.  Nijadperestiya Erdogan di dema agirê Şemrex û Çinarê de bi bêdengmayina wî re derket. Bifikirin ku serokê dewletekî di bûyereke wiha mezin de ku 15 mirî, nêzî 80 kesî birîndar û bi sedan ajal şewîtî ne lêbelê serokkomar peyvekî tenê jî nabêje.

Xemsariya vê hikûmetê li hemberî xwezayê diyar e ku heke ev xwezaya Kurdistanê be, ev xemsarî digihije lûtkeya herî bilind. Jixwe divê neyê jibîrkirin di bin her karesata li Kurdistanê diqewime de tiliya dagirkeran heye. Gelek caran di bin navê ewlehiyê de hêzên dewletê daristanên Kurdistanê dişewitînin an jî daran dibirin. Dewlet bi zanebûn xwezaya Kurdistanê talan dike û di bin bendavan de dihêle. Lewre evqas karesat û bûyerên li Kurdistanê bêdeng û dilxweşî pêşwazî dikin.

Nijadperestî li ser red û înkarê tê avakirin. Red û înkarkirina gelan bi xwe nijadperestî ye ku tirk sedsal in vê yekê li dijî netewe û civakên din dimeşînin. Bi vî awayî civakên din tune kirin û di nav aşê pişaftinê de hêrandin. Niha di destên wan de tenê penaber û kurd mane. Jixwe êdî nijadperestiya li dijî kurdan têra wan nake, lewre êdî nijadperestiyê li dijî xweza, erd, ajal, gul û kulîlkên Kurdistanê jî dimeşînin. Li hemberî şewata dar û ajalên Kurdistanê yan bêdeng dimînin an jî bi awayekî aşkere kurdan bi xwe sûcdar dikin.

Her wiha qada herî mezin a nijadperestiyê bêguman fûtbol e. Di nav fanatîzm û holîganîzma fûtbolê de nijadperestî digihije asta herî jor. Holîgan an jî alîgirên tîmên neteweyî faşîstiya xwe li dijî tîma li hember diqîrin. Helbet berzkirina dirûşman û pêşgiriya tîma welatê xwe ne nijadperestî ye, lê heke ev yek bibe sedema acizbûna ji penaberan dibe nijadperestî. An jî heke dirûşmên bilindkirina neteweyekî bên berzkirin û di van gotinan de nirxên civaka din bên binpêkirin, em ê nikaribin qala asayîbûnê bikin. Di heman demê de lîstikvan jî vê yekê dikin. Li ser meselê lîstivanekî tirk gotibû ku ew beriya lîstikê marşên mehterê guhdar dike û wekî biçe cengê derdikeve sahayê. Niha li Almanyayê tîmên neteweyan li hemberî hev dileyizin. Van rojan gelek al û sembolên neteweyan bi malan ve hatine daliqandin û dema tîma neteweyekî ser dikeve bi erebeyan li nava kolanan bi al û sembolan digerin. Yek ji van koman jî alîgirên tîma Tirkiyeyê ne ku erebe û malên xwe bi alên Tirkiyeyê dagirtine. Di heman demê de alîgirên tîma Tirkiyeyê bi tiliyên xwe yên wekî serê gur di çapemeniya Almanyayê de cihekî berfireh girtin ku em dizanin ev sembola nijadperestên tirk in. Nijadperestên tirk di her lînc, êrîş an jî bûyereke faşîst a li dijî neteweyên din de vê sembolê bi kar tînin.  Ji ber ku nijadperestî hevdû xwedî dikin van rojan nijadperestî li Almanyayê zêde bûye. Ango nijadperestiya tirkan bi xwe re nijadperestiya Almanan aniye. Bi qasî alên tirkan alên almanan li ber çavan dikevin. Her wiha aqlê nijadperestiyê tune ye ku alîgirên tirkan li Almanyayê dibêjin “Ausländer raus” ango “biyanî derkevin” ev gotin bi xwe sembola nijadperestiya Almanan e, lêbelê alîgirên tîma tirkan dikarin vê  gotinê bi awayekî hêsan bêjin. Nijadperestî hiş, mejî, aqil û sînoran nas nake û nafikire. Lewra gotina li dijî penaberan dikeve devê tirkên li Almanayayê. Ji ber van sedeman heke penaberek di van rojan de li kolanên Almanyayê bi dengekî nizm rastî nijadperestiyê were bila zêde xwe acis neke û guhê xwe bigire li ser rêya xwe berdewam bike. Werhasil nijadperestî di gelek rewş û deveran de derdikeve pêşiya mirovan. Lewre divê mirov baldar bin ku nekevin xefka nijadperestiyê.