17 Haziran, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Kuday bang kir

Rêveberên OHD’ê diyar kirin kugirtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday daketiye 41 kîloyan û xwestin demidest wî serbest berdin.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê têkildarî girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin û tevî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya “Nikare bi tena serê xwe bijî” jî nayê berdan, li avahiya şaxê ya li Beyoglûyê daxuyanî da. Gelek hiqûqnas tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka Şaxa OHD’ê Eda Onal bal kişand ser rewşa Kuday û got: “Teşhîsa ALS’ê hatiye kirin. ALS nexweşiyeke xedar e. Di rapora tenduristiyê ya Nexweşxaneya Bajar a Dr. Îsmaîl Fehmî Cumalioglû ya Tekîrdagê de ji bo Kuday dibêje ‘Nexweşî giran e, rewşa astengdariyê heye û divê înfaza wî ji bo 6 mehan were taloqkirin.’ Lê li pey wê raporeke ‘Divê sewqî Girtîgeha Tîpa R’yê were kirin’ amade kirin. Di rapora ATK’ê ya 24’ê kanûna 2021’ê de jî hat gotin ku Kuday dikare di şertên Girtîgeha Tîpa R’yê bê ragirtin. Li ser vê yekê jî sewqî girtîgehê hate kirin.”

Onal, anî ziman ku di nexweşiya Kuday de tu paşketin tune ne û wiha axivî: “Ji bo taloqkirina înfazê me di 28’ê mijdara 2022’yan de serî li Dadgeriya înfazê ya Bakirkoyê da. Serlêdan hatin redkirin. Di Rapora Lijneya Tenduristiyê ya Ragihandina Rewşê ya di 16’ê çileya 2023’yan de wiha hat gotin; ‘Di kar û barên rojane de pêdiviya wî bi alîkariyê heye, dê di nexweşiya wî ya heyî de paşketinek çênebe, bi alîkariya du serlêdêran dikare bimeş, bi zehmetî dadiqurtîne lewma pêdiviya wî bi mamayê heye, lewma divê cezayê wî were taloqkirin.’ Lê tevî vê jî di girtîgehê de hate ragirtin.”

Bedena wî dihile

Onal, destnîşan kir ku wan serî li AYM’ê jî da lê daxwazên wan red kirine û wiha bi dawî kir: “Saziyên fermî ji ber ku Kuday girtiyê muebbeta giran e lewma van serlêdanan red dikin. Em çûn serdana Kuday û daketiye 41 kîloyan. Xebatkarên tenduristiyê yên girtîgehê jî dibêjin ku rewşa Kuday nebaş e. Hema hema tevahiya organên laşê wî naxebitin. Xetereyeke mezin li ser jiyana Kuday heye. Bi awayekî eşkere mafê wî yê jiyanê û qedexeya îşkence û miameleya xerab tên binpêkirin. Divê Kuday li nexweşxaneyeke baş bê tedawîkirin, cezayê wî were taloqkirin û were berdan. Ji bo vê jî em bang li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê, Wezareta Dadê û rayedarên têkildar dikin ku gav biavêjin.”