2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Oyke: Îktîdar dixwaze bi tecrîdê civakê kontrol bike

Hevserokê Şaxa  OHD’ê ya Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke, anî ziman ku li Îmraliyê tecrîdek kûr heye û îktîdar dixwaze bi tecrîdê her tiştî têxe kontrola xwe.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin. Her hefte parêzer û malbat ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin. Lê hemû serlêdanên parêzeran û malbatê bêbersîv tên hiştin. 40 meh in bu tu awayî agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar nayê girtin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bigêje azadiya fizîkî li seranserî Ewropa û cîhanê çalakî tên lidarxistin. Bi sed hezaran îmze hatin komkirin. Li Ewropa û Tirkiyeyê meşên azadiyê hatin lidarxistin. Girtiyên siyasî ji bo tecrîd bi dawî bibe ji 27’ê Mijdara 2023’an heta niha di çalakiyan dene. Malbatên girtiyan ji bo tecrîd bi dawî bibe û Ocalan azad bibe her hefte çalakiyên cuda li dar dixin. Ji Çileya 2024’an heta niha ji 33 baroyan 1330 parêzeran serî li wezaretê dan. Endamên OHD’ê li Wan, Riha û Enqereyê serî li Baroyan dan. Lê wezîr dîsa ker û kor e.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê ji bo ku agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bê girtin û tecrîd bi dawî bibe, serî li Baroya Rihayê da.

Hevserokê OHD’a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke der barê serlêdana parêzeran a Baroya Rihayê ya ji bo parêzer biçin Îmraliyê de agahî dan.

Wezîr daxwaza Hezar û 330 parêzeran bê bersîv hişt

Hevserokê OHD’a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke, anî ziman ku wan di 22’ê Çileya 2024’an de Hezar û 330 parêzerî serî li Wezareta dadê da û wiha got: Me got em parêzer ên girtiyên li ÎMraliyê ne. Me got mafê girtiyan ên parêzeran heye. Mafê girtiyan heye ku bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ji bo hevdîtina parêzeran bi girtiyên li Îmraliyê re pêk bê me serî li Wezareta Dadê da. Lê Wezareta Dadê tu bersîv neda me. Ji ber vê yekê me parêzerên li Rihayê serî li Baroya Rihayê da û me xwest Baroya Rihayê ji bo ev daxwaza me pêk bê têkeve nava tevgerê. Me diyar kir ku em nikarin parêzeriya xwe bikin. Em nikarin bi wekilên xwe re hevdîtin bikin. Me xwest baro li ser vê xalê erka xwe pêk bîne. Me xwest baro mafê parêzeran biparêze. Me ji baro xwest alîkar be û bi wezareta dadê re têkeve nava têkiliyê.

Tecrîdek kûr heye

Hevserokê OHD’ê Îbrahîm Halîl Oyke, bal kişand ser tecrîdê jî û wiha axivî: “Tecrîd her ku diçe kûr dibe. Tecrîd tenê aliyê hiqûqî nîne. Her girtî xwedî maf e ku parêzerê wan hebe û bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Her parêzer jî xwedî maf e ku biçe muwekilê xwe bibîne. Parêzer xwedî maf e ku muwekilê xwe bibîne û mafê wî biparêze. Ev mafekî sereke ye. Ji bo her girtî ev mafekî zagonî û rewa ye. Niha li ser Birêz Ocalan tecrîdek kûr heye. Tecrîd ji roja hatiye girtin heta niha tecrîd heye. Gelek caran bi hincetên cuda destûr nedan ku parêzer biçin cem Birêz Ocalan. Hin caran bi hinceta keştiya xerabe, hin caran bi hinceta şertên hewayê destûr nedidan. Lê niha tecrîd pir kûr bûye. Nêzî 40 meh in ne parêzer û ne jî malbat nikarin biçin Îmraliyê. Di her qadê de tecrîd pêş ketiye. Di qada siyaset, perwerde, civakî û hemû qadan li ser gel tecrîd heye. Herî zêde li ser kesên muxalif li her qadê tecrîd heye. Tecrîda herî zêde jî li ser çapemeniyê heye. Îktîdara siyasî bi tecride dixwaze her tiştî têxe kontrola xwe. Dixwaze her tişt bi destê îktîdarê pêş bikeve. Her tiştî li gorî xwe eyar dike. Gav û pêşketinek ne li gorî wê be red dike. Ji ber vê yekê tecrîd pir zêde bûye. Mafê hevdîtinê yê girtiyan mafê zagonî ye û divê neye qedexekirin. Ji ber vê yekê ev tecrîd ne hiqûqî ye. Tecrîd siyasî ye.

Ji ber ku naxwazin pirsgirêkên heyî bi rêya siyasî û demokratîk çareser bibin tecrîdê giran dikin. Naxwazin pirsgirêka kurdan û tirkan bi rêya siyaseta demokratîk çareser bibe. Ji bo naxwazin pirsgirêk çareser bibe tecrîdê kûr dikin. Li gorî peymana navneteweyî jî cihê tecrîdê tune. Mafê qedexekirinê tune ye. Di tu qanûnan de qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran a bi girtiyan re tune ye.”

Baweriya gel bi CPT nemaye

Hevserokê OHD’ê  yê Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke, da zanîn ku tu mînakê vê tecrîdê li cîhanê tune ye û wiha lê zêde kir: “Li her girtîgehê bi awayekî parêzer û malbat dikarin biçin bi girtiyan re hevdîtinê bikin. Dikarin têkevin têkiliyê. Lê li Girtîgeha Îmraliyê 40 meh in ne parêzer û ne jî malbat bi tu awayî nikarin biçin hevdîtina Birêz Ocalan. Li Girtîgeha Îmraliyê dîsa Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Veysî Aktay û Birêz Hamîlî Yildirim jî li girtîgeha Îmraliyê ye. Di 2015’an de sewqî Îmraliyê kirin. Wan jî ji 2015’an heta niha bi parêzerên xwe re hevdîtin nekirine. Li ser wan jî tecrîdek giran heye. Li girtîgeha îmraliyê tu mînakên wekî wê tune ye. Em serî li CPT û saziyên mafên mirovan didin. Lê tu agahiyê nadin me. Tên hevditin dikin. Lê der barê hevdîtinê de tu agahiyan nadin me. Raporan nadin me. Di raporên wan de çi heye û çi tune ye em nizanin. Raporê bi raya giştî re parve nakin. Ji ber vê yekê em nizanin li Îmraliyê çi heye. Ji ber vê yekê tu rola wan tune. Li gorî siyaseta îktîdarê tev digerin. Siyaseta serwer çibe li lorî wê tev digerin. Êdî bawerî bi CPT û saziyên din nemane. Ew jî li gorî siyaseta serwer biryaran digirin.”

Hevserokê OHD’ê Îbrahîm Oyke, anî ziman ku divê hemû parêzer û gel li dijî tecrîdê deng derxin û wiha got: “Divê her kes tecrîdê qebûl nekin. Tecrîd li dijî mirovahiyê ye. Kî dibe bila bibe, çi kiribe bila bibe, mafê wan û parêzer û parastinê heye. Dikare der barê rewşa xwe de raya giştî agahdar bike. Divê hemû hiqûqnas û siyasetmedar li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin. Kî çi ji destê wan tê divê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.

Birêz Ocalan ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe, aktöre herî sereke ye. Birêz Ocalan hem ji aliyê gelê kurd û hem ji aliyê gelên din ve rêbertiya wî tê qebûlkirin. Ji ber vê yekê aktöre herî sereke ye. Ji ber vê yekê siyaseta Tirkiyeyê naxwaze pirsgirêka gelê kurd çareser bibe. Ji ber ku her pirsgirêk bidome, îktîdara siyasî jî bi şer û tundiyê hebûna xwe berdewam dike. Hebûna xwe li ser tecrîd, şer û tundiyê ava dike. Ji bo îktîdara xwe biparêze, naxwaze pirsgirêkê çareser bike, dixwaze tecrîd bêtir kûr bibe.”