17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Panela ‘şer û çareseriyê’: Em dikarin aştiyê bînin vî welatî

DEM Partiyê li Stenbolê panela “Şer, xizanî, û çareseriya demokratîk” pêk anî. Di panele de ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk diyar kir ku Abdullah Ocalan di pirsgirêka kurd de muzakerevanê sereke ye û azadiya Ocalan jiyanî ye.”

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê li navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a li Şîşliyê bi ser navê “Şer, xizanî û çareseriya demokratîk” panelek li dar xist. Moderatoriya  panele Hevserokê şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Stenbolê Gulseren Yolerî kir. Nivîskar Ayşegul Devecioglû, rojnameger û nivîskar Ercument Akdenîz û Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Cuma Erçe di rûniştina ewil de; ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk û Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî di rûniştina duyem de pêşkeşî kirin.

Dayika Aştiyê Revşan Doner di axaftina vekirinê de diyar kir ku di sala 2014’an de “plana çokdanînê” xistin dewrê û piştre pêvajoya pevçûnê kûr bû û wiha got: “Ji bo pêşî li vî şerê qirêj were girtin û pirsgirêka kurd were çareserkirin, divê tecrîda ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin. Ev jî dê bi têkoşîna aştÎ û azadiyê were pêkanîn.”

 ‘Devecioglu: Em dikarin aştiyê bînin vî welatî 

Nivîskar Ayşe Devecîoglûbi ser navê “Têkiliya polîtîkayên şer a bi tecrîdê pêşkeşiyek kir û anî ziman şer tenê tê karê axayên şer û wiha got: “Îro şer bûye çavkaniya sereke ya sermayeye. Zavayê Erdogan mînaka herî baş a vê mijarê ye. Derveyî van axayên şer tu berjewendiya gelan di van şeran de nîn e. Ev 50 sal e pêvajoya şer heye û îro peyva aştiyê wek sûc tê hesibandin. Dibe ku em nikaribin hemû şerên didomin bidin sekinandin lê belê em dikarin aştiyê bînin li vî welatî. Dema em bala xwe didin pêvajoyên aştiyê, em dibînin ku muzakere bi muxatabê xwe re tên kirin û dema em tecrîda li Îmraliê dinerin, em sosreta herî mezin a cîhanê dibînin. Pêvajoyên hevdîtinan yên xirab tên meşandin me paş ve dibin. Ev pêvajo ne li gorî fêdeyê lê li gorî rêgezan tên meşandin. Divê em zimanê aştiyê yê wekî av û nan ava bikin.”

 Akdenîz: penaberan bikar tînin

Nivîskar û rojnameger Ercument Akdenîz bi sernavê “Têkiliya şer û koçberiyê” pêşkeşiyek kir, bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn didomin û wiha axivî: “Penaber berî her tiştî mirov e. Lê belê penaber ji hêla netewe-dewletan ve wek gef tên dîtin. Diruşma “dagirkeriya bêdeng” a nijadperestan mînaka vê yekê ye. Li gorî mirovên serdema nûjen hemû mirov wek welatî û kirde tên dîtin. Lewma gelên bindest û penaber di vê hêlê de xala hevpar in. Mafê polîtîk û îtîrazê nadin penaberan. Mînak em Hezar Ciwanên ji bo Filîstînê bînin bîra xwe, ji ber li vê derê Îsraîlê rexne kirin hatin binçavkirin û girtin. Ji ber peymanên bazirganiyên yên bi Îsraîlê re hatine kirin tu nikarî li vê derê ji bo Filîstînê daxwaza mafan bikî û Îsraîlê rexne bikî.” Akdenîz bi bîr xist ku ji koçkirina hundir û derve herî zêde gelê kurd bandor dike û wiha axivî: “Lewma dema em sivîlên ji şer zirarê dibînin dinerin, heke zirara sivîlekî hebe, dema îtiraz kir, dibe ku guh bidin daxwazên wî/ê. Lê belê tu girîngiyê nadin daxwaza aştiyê ya li dijî şer. Mînak feraseta dewletê rê nade ku daxwazên gelê kurd ên perwerdeya zimanê zikmakî, aştî, diyalog, muzakere, dawîkirina qeyûman û tecrîdê.”

Erçe: Şer pirsgirêkan ava dike

Seroka Giştî PSAKD’ê Cuma Erçe bi sernavê “Bandora şer a li ser daxwaza gelan a hemwelatiya wekhev” pêşkeşî kir û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka herî mezin a vî welatî hestiyarî ye. Kurd mînaka herî baş a vê yekê ne. Derveyî komekî sermayeye li vî welatî tu kes wekhev nîn e. Wekî ku tenê aştî daxwaza kurdan, hemwelatiya hevpar jî tenê wek daxwaza elewiyan xuya dike. Divê em fêm bikin ku sedema pirsgirêkên bi mîlyonan welatiyan ji şer çêdibin.”

Ozturk: Gel çareseriyê di Ocalan de dibînin

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk bi sernavê “Rewşa hiqûqî ya tecrîdê û bandora wê ya ser aştiyê” pêşkeşiyek kir. Ozturk diyar kir ku Rojhilat Navîn bûye navenda krîzên sedsala 21’emîn û got: “Ev yek bandora feraseta netewe dewletan e. Ev rewş di Rojhilata Navîn de wek pirsgirêka kurd derdikeve pêşberî me. Gelên li hêrêmê çareseriyê wek birêz Ocalan dibînin. Birêz Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de wek muzakerevanê sereke xuya dike. Ji ber birêz Ocalan hem beriya Îmraliyê hem jî pişt Îmraliyê pêvajoyê wek polîtîk û felsefîk dît. Ev fikr li her çar aliyê cîhanê tên nîqaşkirin.”

Ozturk hewldanên çareseriya pirsgirêka kurd ên Abdullah Ocalan bi bîr xist ûwiha pê deçû: “Avakirina Gladyoya li Tirkiyeyê, mirina Ozal û hewldanên kuştina Ocalan a heya sala 1996’an em dibînin ku dixwazin pêşî li vê pêvajoyê hewldanên çareseriyê bigirin. Em dikarin bejin ku hewldanên aştiyê yên Ocalan komploya navneteweyî têk bir. Dema Ocalan ji Sûriyeyê derdiket du rê li pêşiyê bûn. Riya yekem çiya bû, ya duyem jî Ewropa û hewldanên demokratîk û navneteweyî bû. Ocalan got ku riya yeke dê şer kurtir bike lewma riya duyem hilbijart. Piştre Ocalan bi rêbazekî derveyî hiqûqê wek ‘kesê nayê xwestin’ hate îlankirin û di encama komployê de şandin Tirkiyeyê. Abdullah Ocalan bi awayekî bêhempa tê têcrîdkirin û di navbera vê tecrîdê û pirsgirêka kurd de têkiliyekî rasterast heye. Muxatabê pirsgirêka kurd tê tecrîdkirin û tu agahî  jê nayê girtin. Divê ev rewş bê dîtin. Heke tecrîdkirina kesekî bi ser civakê ewqas bandor bike ji bo sekinîna vê divê deng were derxistin. Ev yek berpirsyariyek wijdanî û exlaqî ye. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan ne tenê piştevanî ye, di heman deme de mijarekî hebûnî ye.”

Tahmaz: Abdullah Ocalan aktore sereke ye

Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî bi sernavê “Gelo pêvajoyekî nû ya aştiyê pêkan e” pêşkeşiyek kir. Tahmaz anî ziman ku şer ne tenê di navbera dewletan de tên kirin û wiha dirêj kir: “Dibe ku şer di navber du dewletan de, an di navbera dewlet û nasnameyekî cuda de, an jî di navbera dewlet û nasnameyekî olî de pêk were. Mînak li Myanmarê, Fîlîpiniyan di navbera dewlet û nasname û baweriyên olan de şer hene. Li Tirkiyeyê jî ji ber pirsigirêka kurd em dibînin şer heye. Heke dê aştî were li vî welatî, dê ev yek bi qayilbûna hemû derdoran pêk were.”

Tahmaz bilêv kir ku dema dewlet her cara ditengije li deriyê Îmraliyê dixe û wiha pêde çû: “Di pirsgirêka kurd de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan aktore sereke ye. Divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Bi Abdullah Ocalan re wek aktorekî sereke muzakere bên lidarxistin.