8 Temmuz, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzer Temûr: Li dijî rojnamegeriya kurd dijminantî heye

Parêzerê 11 rojnamegerên ku 8 ji wan hatin cezakirin Prz Resul Temûr diyar kir ku di şexsê 8 rojnamegeran de hemû çapemeniya azad û hemû xebatkarê çapemeniya azad hatine cezakirin û got: “Encama vê dozê nîşan dide ku pir aşkere li dijî rojnamegeriya kurd dijminantiyê.”

Di 3’yê Tîrmehê de li Dadgeha 4’emîn a Cezayê Giran a Enqereyê danişîna nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtserver, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz û Denîz Nazlim; nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger û stajyerê MA’yê yê berê Mehmet Gunhan pêk hat Di danişinê de dadgehê der barê Habîbe Eren, Ceylan Şahînlî û Mehmet Gunhan de biryara beraetê; derbarê Dîren Yûrtsever, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan yalçin, Emrûllah Acar, Zemo Aggoz, Denîz Nazlim û Oznûr Degerê de jî 6 sal û 3 meh cezayên girtîgehê birî.

Li dijî cezayên li rojnamegeran hatine birîn bertek didomin û dê li Amed, Stenbolê û Enqereyê bi daxûyaniyan ve ceza bên protestokirin.

Dê di 6’ê tîrmehê di pêşengtiya Komeleya Rojnemegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê de dê saet di 17:30’an de li pêşiya avahiyê DFG’ê daxuyaniya çepemeniyê were lidarxistin.

Dîsa di 6’ê tîrmehê de Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî, Weşan û Matbaayê (DÎSK Basin-Îş), Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA), DFG’ê û MKG’ê dê li Qada Şîşhaneya Beyoglûyê saet 18.00’an bi girseyî daxuyanî were dayîn.

Têkildarî cezayê ku li 8 rojnamegeran hatiye birîn Parêzer Resûl Temûr nirxandin kir û wiha got: “Rojnamegerên ku li Enqereyê hatin darizadin, tenê ji ber ku di xeta kevneşopiya çapemeniya azad de rojnamegerî dikirin hatin cezakirin. Wekî di dîmenên binçavkirinê de hatin dîtin, di biryara cezadayinê de jî nîşan dide ku dixwazin serê rojnamegerên çapemeniya azad bitewînin. Ev biryara ku dixwaze rojnamegeran di qada wan te bitepisîne û tundiyê li ser wan pêş bixe, tu aliyê wê yê hiqûqî tune.”

Li şûna wan xelat bikin ceza dikin

Prz. Resûl Temûr, destnîşan kir ku pir baş tê zanîn û pir aşkere ye ku rojnamegerên hatin cezakirin tenê ji ber ku di Ajansa Mezopotamya û Aansa Jinnewsê de kar dikin hatin cezakirin û wiha berdnewam kir: “Ev dosya ji ber şahidê nepen ku bênasname hatiye hiştin hatiye vekirin. Bi vê dosyayê dixwazin pîşeya rojnamegeriyê wekî xebatek dijzagonî nîşan bidin. Lê di rastiyê de hemû rojnameger li qadê nûçeyan dişopînin û hemû xebatên wan ji cemaweriyê re vekirî ye. Hemû rojnameger bi navê xwe û îmzeyan xwe nûçeyan çêdikin. Niha daraz di aliyê hiqûqî de êdî nayê venêrtin. Rojnamegerên ku dîmenên kuştina zarokan li kolanan dibîne û dide xuyakirin li şûna bên parastin, tên cezakirin. Rojnamegerên ku rastiyan tînin ziman li şûna bên parastin tên cezakirin. Di şexsê 8 rojnamegeran de hemû çapemeniya azad û hemû xebatkarê çapemeniya azad hatine cezakirin. Encama vê dozê nîşan dide ku pir aşkere li dijî rojnamegeriya kurd dijminantiyê pêş dixin.”