9 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK êdî bi xwe dagirker e

Siyasedmedar Rûnak Majid bal kişand ser rol û rista PDK’ê ya di dagirkeriya başûrê Kurdistanê de û got: “PDK êdî bi xwe dagirker e. Malbata Barzanî û Tirkiye nikarin li çiyayên Kurdistanê şer bikin û çeteyan li vir didin şerkirin.”

Endama Rêveberiya Tevhra Azadî Komelgay Kurdistan Rûnak Majid geşedanên ku niha li başûrê Kurdistanê diqewimin nirxand. Rûnak Majîd diyar kir ku ev dagirkeriyek gelek mezin e. Majid anî ziman ku hemû partiyên siyasî ji PDK’ê xwestin ku referandûmê çêneke û wiha axivî: “Partiyên siyasî dizanîbûn ku bi referandûmê ji sedi 51 axa kurdistanê winda dikin. Piştî referandûmê hikûmeta heremê roj bi roj ber bi tunebûnê ve diçe. Me dizanîbû ku PDK bi Tirkiyeyê re peymana neftê çêkiriye û mecbûrî Tirkiyeyê maye. Piştî referandûmê hikûmeta Iraqê li ser hikûmeta Başûr şertên xwe roj bi roj zedetir ferz dike. Ji ber ku hikûmeta Başûr êdî nikaribû fonê karmendên xwe bide. Nikarîbû siyaseta xwe bi rê ve bibe û debara xwe bike. Nikarîbû xizmetek baş bide gelê xwe. Hikûmeta Iraqê her roj zextên xwe li ser Başûr zêde kir. Di salên 90’î de 3 bajarên hikûmeta Başûr li Iraqe hebûn. Êdî dîsa nikare bigihêje wê rewşa berê. Êdî li ser firotina nefta ya li herêmê, hikûmeta Iraqê biryarê dide. Êdî hikûmeta PDK’ê nikare biryara firotinê bide. Hikûmeta Iraqê êdî dixwaze çavkaniyên abori têxe destê xwe. Hikûmeta Başûr niha ji sedî 50 dahatuya Başûr dide Iraqê. Iraq hemû dahatuyê dixwaze.”

Iraq dixwaze hemû aboriyê bistîne

Rûnak Majid destnîşan kir ku ji ber hikûmeta herêmê bi Tirkiyeyê re peyman îmze kiriye. Hikûmeta  Iraqê û hikûmata Başûr biçûk û bêhêz dibîne. Hikûmeta Iraqê hêdî hêdî dixwaze hemû hêza aborî û siyasî ji destê hikûmeta başûr derxe. Em dizanin ku dewleta tirk di salên dawî de bi destûra malbata Barzanî dikare bê li axa başûr bi cih bibe. Di salên 1996’an de malbata Barzanî cahşên iraqî li Başûr bi cih kirin. Niha jî bi heman rengî rê li pêşiya Tirkiyeyê vedike. Malbata Barzanî ku hemû xezîneyê ji bo malbata xwe bikar dianî êdî ew jî tune dibe.”

Malbata Barzanî dagirker in

Majid da zanîn ku malbata Barzanî şerê îktîdara navxweyî dikin û wiha pêde çû: “Êdî di aliyê dîplomasîyê de jî mohtacî Tirkiyeyê bûye û dîplomasiya xerab dimeşîne. Dagirkirina Kurdistanê jî rewa dikin. Divê em zanibin ku îro malbata Barzanî çi dikin. Malbata Barzanî rê li dagirkirinê vedikin. Êdî malbata Barzanî jî wekî Tirkiyeyê dagirker in. Di meh û nîvekê de malbata Barzanî û Tirkiye 10  gund vala kirin û koçî bajar kirine. Zêdeyî 107 malbat bêwar mane. Zêdeyî hezar dolim zeviyê çandiniyê hatine şewitandin. Gundên mesîhî jî para xwe ji vê yekê girtine.”

Dagirkirina çiyayan zor e

Di domandina axaftina xwe de Majid destnîşan kir ku dagirker çavkaniyên avê jî bombe kirine û wiha got: “Av ji ser hemû gundan qut kirine. Vê carê Tirkiye dixwaze bêtir axa herêmê dagir bike. Lê ji ber çiyayên Kurdistanê pir cuda û mezin in, dagirkirina wan pir zor û zahmet e. Ji ber vê yekê, çete ji Efrînê û yên li zindanan digirtin anîn vir. Dîsa çeteyên Roj jî anîne li vir bicih kirine û tev li dagirkirinê kirine. Tirkiye bi hêzên cuda û çekên cuda yên qedexe êrîş dikin. Bi çekên kîmyewî gundan bombebaran dike. Bi SÎHA bombe dike. Ji sedî 95 gelê herêmê li dijî dagirkeriyê ne razî ye. Lê ji ber bêrêxistin e, nikare li dijî malbata Barzanî bertekên xwe bîne ziman. Lê kes û hêzên wekî Goran, Zahmetkêşan, Hîzbî Şîî, parlamenterên YNK’ê, bertekên xwe tînin ziman. Cara yekem e ew qas hêz û rêxistin tên cem hev û dixwazin li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin. Di her qadê û her beşên civakî de nerazibûnek li dijî dagirkeriyê heye. Lê pêdivî bi rêxistinkirinê heye. Divê em hemû deng û hêzan li dijî malbata Barzanî û Tirkiyeyê bi rêxistin bikin.”

Rûnak Majid bilêv kir ku îro PDK li Iraqê tenê bûye heyeta dîplomasiya Tirkyeyê û wiha pêde çû: “Barzanî li ser navê Tirkiyeyê çû bi Iraqê re hevdîtin kir. Malbata Barzanî ji ber vê sekna xwe êdî di nava gel de bêqîmet bûye.”

Êdî dagirker PDK bi xwe ye

Majid bibîr xist ku êdî rastiya malbata Barzanî û sînorê wê diyar bûye û wiha axivî: “Cewherê wê aşkere bûye. Divê êdî malbata Barzanî jî wekî dagirker bê nasîn. Êdî dagirker PDK bi xwe ye. Malbata Barzanî dagirkerê Kurdistanê ye. Tirkiyeyê referandûm li Başûr ferz kir. Ji bo ji sedî 51 axa Kurdistanê û ji Şengalê heta Xaneqînê ji destê kurdan derxînin, referandûm li malbata Barzanî ferz kirin. Bi referandumê pêngava yekemîn a dagirkeriyê dest pê kir. Bi pêngava duyemîn dixwazin Kerkûk, Mûsil, Mexmûr û navçeyên wan bi destê malbata Barzanî ji destê kurdan derxin. Naxwazin li van bajaran waliyekî kurd hebe. Başûrê Kudistanê gav bi gav ji dest diçe û dikeve destê dagirkeran. Êdî vîna hikûmetê tune ye. Tirkiye êdî Mûsil, Hewler û Kerkûk wekî bajarên xwe dibîne.”

Li dijî dagirkeriyê bibin yek

Majid di dawiya axaftina xwe de ev bang li her kesî kir: “Em bang li hemû gelê kurd û çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê dikin ku bibin yek, bibin yek deng û yek helwest. Eger em nebin yek û li dijî dagirkeran dernekevin, PDK û Tirkiyeya dagirker, dê sibê Iraqê jî dagir bikin. Divê kurd li pêş konsolosên dewletan, dijberiya dagirkeriyê bînin ziman. Divê li dijî şer derkevin. Em bang li gelê Iraqê û partiyên wan ên siyasî jî dikin. Em zanibin ku Tirkiye bi rûyekî nû û formê Erdogan dixwaze Osmaniyek nû ava bike. Divê ne tenê gelê Başûr hemû gelê ereb û hemû gelê Iraqê li dijî dagirkeriyê bibin yek.”