16 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK li dijî gerîla hêzekê ava dike

Lîsteya hêza ku PDK’ê di bin navê Yekîneya parêzvanên Sînor ên Iraqê de li dijî gerîla tê perwerde kirin, eşkere bû.

Piştî ku dîmenekî merasîma leşkerî ya li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê li ser medya dîjîtal hate weşandin û nîqaşê li ser destpê kir, hin agahiyên berfireh jî şênber bûn. Li herêma ku di bin kontrola PDK’ê de ye, dîmen bi telefona destan hatiye qeydkirin.

Ajansa ROJNEWS’ê tekildarî mijarê nûçeyek amade kir. Nûçeya ROJNEWS’ê wiha ye:

Hate hînbûn, hêza navborî ew hêza PDK’ê ye ku di bin navê Yekîneya Parêzvanên Sînor ên Iraqê de ji bo bişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerde kiriye. Lîsteya navê endamên vê hêza tê perwerdekirin eşkere bû. PDK ku heta niha serî li dehan rê û rêbazan da, herî dawî bi rêya Rojnameya Xebat hin saziyên welatparêz ên li Silêmaniyeyê kir hedef. PDK’ê bang li artêşa tirk kir ku şoreşger, demokrat û hêzên welatparêz ên bi têgihiştina neteweyî tevdigerin, bikukje. Ev rêbazên PDK’ê ji bavê wan Barzanî maye.

PDK ku di bin navê siyaseta hevsengiyê de her devera Başûr pêşkêşî bazarê kiriye, di sala 1996’an de dema ku li pêşberî YNK’ê tengav bû bi rejîma Baas a qirkerê Kurdan re hevkarî kir. Îro jî bi rejîma Erdogan hevkariyê dike ku ev rejîm hebûna xwe li ser dagirkirin û desteserkriina Kurdistanê dimeşîne. PDK tevlîbûna li planên dagirkeriyê yên nû yên Tirkiyeyê ji bo xwe weke rêya rizgariya desthilatdariya xwe dibîne. Hate ragihandin ku bi vê armancê, giraniyê dide ser hêza bi navê Yekîneya Parêzvanê Sînor ê Iraqê, ku li dijî hêzên gerîla amade dike.

Li Zaxo meşa leşkerî, xelk bi gumane

Li gorî agahiyan, hêza ku li navenda bajarê Zaxoyê bi dirûşman meşiya, li hin deverên herêmê hatin perwerdekirin. Ev rewş jî xelkê herêmê dixe nava fikar û gumanan. Hate ragihandin ku di çarçoveya perwerdeya vê hêzê de beriya niha li hin qadên bejahî ketin merasîma leşkerî. Lê cara yekê ye ku li navenda bajêr hate gerandin.

Her wiha li gorî agahiyan, PDK ji bo vê hêzê di bin navê Yekîneya Parêzvanên Sînor ên Iraqê de kom bike, di serî de Zaxo li gelek deveran kar kiriye. Lîsteya navê vê hêzê ku PDK di bin navê Yekîneya Parêzvanên Sînor ên Iraqê, li dijî gerîla perwerde dike, hate bidest xistin. Di lîsteyê de nav, paşnav, roja serlêdanê, hêza ku bi ser ve girêdayî ya endamên vê hêzê hene. Di lîsteyê de navê 360 kesî hene.

Li gorî agahiyan, ev hêz ji hêza taybet a PDK’ê, Zêrevanî, hêzên Gulan ên ser bi Mesrûr Barzanî pêk tê. Her wiha tê gotin, PDK di bin navê Yekîneya Parêzvaniya Sînor ên Iraqê de hêzê kom dike. Hate ragihandin ku di berdêla pereyekî de hîn jî endamên nû li vê hêzê têne zêdekirin. Her wiha yên ku perwerdeyê temam dikin jî piraniya wan ber bi herêmên Dihok û Amediyê ve têne şandin.