27 Haziran, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK’ê Rojnamevan Silêman Ehmed 240 rojin dîl girtiye

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa ROJNEWS’ê Silêman Ehmed 240 roj in di destê PDK’ê de dîl hatiye girtin.

Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa ROJNEWS’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, piştî 211 rojan agahî jê hat girtin. Parêzeran di 22’yê Gulanê de karîn hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 240 rojin di girtîgeha PDK’ê ya Dihokê de tê girtin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa ROJNEWS’Ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, hêzên PDK’ê ew revandibû. Piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel de bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 240 rojin di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansa me de wek edîtor dixebite.

Herî dawî di bin zextên sivîl yên rojnameger, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navnetewî de, roja 22’yê Gulanê destûr hat dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Dihokê hevdîtinê pê re bikin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Beşdar Hesen di derbarê hevdîtina li gel Silêman de agahî da ROJNEWS’ê û got: “Em bi Silêman Ehmed re li odeyekê rûniştin. Di hevdîtinê de Silêman Ehmed spasiya hemû kesên ku ji bo wî hewl dane kir û silavek taybet ji hemû xebatkarên Ajansa Rojnewsê re şand. Her wiha Silêman Ehmed spasiya hemû rêxistin, sendîka, rojnamevan û welatparêzan kir ku hewl dane wî azad bikin. Em gelek keyfxweşin ku me rewşa tenduristiya wî baş dît, tenê daxwaza wî ew bû ku heta serbest bê berdan zextên heyî berdewam bike.”

Parêzer Beşdar Hesen tekez kir ku niha li gor madeya 1 a yasaya jimare 21 ya sala 2003 ya Parlamentoya Kurdistanê, ku girêdayî ‘têkdana ewlekariya netewî’ ye, zêdetir ji 7 mehane ji aliyê dadwer ve tê ragirtin û got; “Lê belê heta niha tu tomet li ser wî nehatine tesbîtkirin. Me parêznameya wî wergirt û piştre serdana dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Duhokê kir û got deriyê me ji we re wek parêzer vekirî ye.”

Parêzer Beşdar Hesen got; “Emê di demên pêş de ji bo ku doza wî bibin dadgehê xebatên xwe zêdetir bikin û ji xelkê re ragihînin ku çi rojek Silêman Ehmed bê dadgehkirin wê bê berdan. Em geşbînîn ku bi kêfxweşî mizgîniya berdana wî didin. Bi gotina wî, heta niha bi tiştên tê tometbarkirin nehatiye ispatkirin û di dema lêpirsînê de derketiye holê ku bi awayekî fermî çûye Rojavayê Kurdistanê û vegeriyaye û xwediyê destûra rûniştinê ye.”

Roja dadgehkirinê diyar bû

Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek ya Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîrana îsal diyar kir.

Parêzerê Silêman Ehmed, Beşdar Hesen ji ajansa me re derbarê doza muwekîlê xwe de axivî û wiha got; “Piştî ku destûra hevdîtina bi Silêman Ehmed re hate dayîn, hate erêkirin ku em parêzertiya wî bikin. Dadgeha Sûc ya Duhokê roja 30’ê Hezîranê weke roja yekem a rûniştina dadgehê ya doza Silêman Ehmed diyar kir.”

Derbarê madeya ku Silêman Ehmed pê tê darizandin, parêzerê wî Beşdar Hesen wiha got; “Ew madeya ku muwekîlê me Silêman Ehmed pê tê darizandin, madeya yek ya yasaya hejmar 21 ya sala 2003’yê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye ku taybete bi têkdana ewlekariya Herêma Kurdistanê.”