16 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêvajoya ji bo aştiya gelan

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ruxmê polîtîkayên înkar û îmhayê her tim ket nava hewldana aştiyek demokratîk û mayinde. Her tim ji bo aştî pêş bikeve gavên şênber avêt.

*Dewleta netewperest a tirk ji destpêka avakirina xwe heta destpêkirina şerê bi PKK’ê re tenê hewldaneke wê hebû ku ji bo tunekirina kurdan hertim polîtîkayên dijmirovî danîn pêşiya xwe û piştre ev polîtîka xal bi xal têxist meriyetê.

*Ji pêvajoya serhildana Şêx Saîd heta serhildana PKK’ê ku di pêşentiya Rêberê Gelê Kurd de hatî avakirinê û bi dehan salane li ber xwe dide jî her tim tenê rêya tunekkirina tevger û pêşengên kurdan danî pêşiya xwe.

*Dewleta tirk tevahiya hêza xwe ya leşkerî û bûdçeya xwe di bin navê parastinê de bi salane ku ji bo şer veqetand. Ji salên nodî ve hertim gotinêk ji devê rayederên dewletê derdikeve û digot: “ Em ê PKK’ê bi dawî bikin.’ Lê her cara ku dest bi van gotina dikirin di piştperdeyê de ji bo lihevkirin an jî pêvajoyeke çareseriyê dest bi lêgerîna rêyên ku dê çawa bi PKK’ê re bikevin têkiliyê de ku agirbest bê îlankirinê. Di her cihê ku qeyraneke siyasî û aboriyê destpê dikir de, berê xwe dida gotinên mîna ‘aştî, biratî’ û lîstokên cur bi cur.

*Plan li ser planan, strateji li ser stratejiya dixistin meriyetê lê nikarîbûn berxwedana gelê kurd a ji çiyayên Kurdistanê diherikî nava gund û bajaran, têk bibin. Ji salên nodî heta sala 1998’an û vir ve gelek caran bi awayekî yekalî agirbest dihatin îlankirinê lê her carê bi plan û lîstokan ev pêvajoyên ji bo çareseriya meseleya kurd, xera dikir.

*Yek ji van pêvajoyan jî bêguman pêvajoya piştî 15’ê Sibatê ya ku Rêberê Gelê Kurd di encama lîstokên hêzên Gladyo-Natoyê de radestî Tirkiyeyê hat kirin bû. Jixwe piştî 16’ê Sibatê ku ji aliyên dadgehê dewleta tirk ve darizandineke temaşeyî bi alîkariya medyaya tirk ve hat kirin, di 3 mehan de biryara bidarvekirina Rêberê Gelê Kurd hatibû dayîn. Hewceye bêgotin ku di encama protesto, çalakî û berxwedana heyî ya li çar aliyê Kurdistan û cîhanê, dewleta tirk mecbûr mabû ku hem biryara darvekirinê li ber çav derbas bike hem jî di encamê de dest bi hevdîtinan dike. Her wiha biryara darvekirinê bi pêvajoya Tirkiyeyê ya ji bo têketitina Yekitiya Ewropayê re, li hev nedihat.

*Ji aliyekî ve biryara bidarvekirinê di tevahiya rojeva Tirkiyeyê de bû ji aliyê din ve jî ji bo agirbestê aliyên dewletê ji bo ku PKK agiberstê îlan bike û derkeve derveyî sÎnor bi Rêberê Gelê Kurd re dest bi hevdîtina kiribûn.

*Li Girava Îmraliyê cara yekem di 1’ê Îlona sala 1999’an de Rêberê Gelê Kurd banga agirbestê kir û ev biryara xwe cara yekem di hevdîtina 5’ê Tîrmehê de ya bi parêzeran re anî ziman û wiha digot: “Divê wek destpêkeke ji bo çareseriyê, pêşî li tundiya heyî bêgirtin û hêzên gerîla xwe paş ve bikşînin. Li gor vê yekê wê nêzikatiya dewletê diyar bibe û her wiha ji bo girêka heyî ev gav divê bê avêtin. Ev gaveke dîrokî ye. Û Piştî vê yekê jî ji bo bingeheke hiqûqî û daimî dê lêgerîn destpê bikin. Jixwe dê fikrê parlamentoyê jî biguhere.”

*Piştî vê hevdîtina bi parêzeran 2 roj şûn de di heman çerçoveyê de Rêberê gelê kurd nameyeke ji 5 rûpelan pêk dihat ji Konseya PKK’ê re şand. Nameya ku ji 10 maddeyan pêk dihat de Rêberê Gelê Kurd bal dikşand ser giringiya Aştiyeke mayînde û diyar dikir ku ev ne ‘aştiyeke klasîk e’. Di berdewama wê de ev tişt dianîn ziman: “ Tundiya heyî pirsgirêkan girantir dike. Di çareseriya pirgirêkan de xeleka yekem a bingehîn dawîanîna li tundiyê ye. Di meseleya kurd de asta tundiya herî zêde hat jiyîn û niha jî pêvajoyeke ji bo aştiyê di hemû qadên civakê de bûye armanca sereke. Bi piranî nêzikatiyên tundiyê bi awayekî objektif ji xitimandinê kur dike, aboriyeke rantê û polîtikayên derewîn derdixîne holê û bi van pirsgirêkan dike ku encamên herî berteng bên avakirinê. Ger rewşa heyî newê çareserkirin dê encamên wê kûrbûna xitimandinê û dûbarebûn be. Her çend dereng be jî, vebijêrka aştiyê ya mûtevazî û rasteqînî wekî tekane rêya li pêşiya disekine. Lê her wiha gelek astengî jî hene. Aşkereye ku di rastiya Tirkiyeyê de pêwistî bi nêzikatiyeke resen heye. Beriya her tiştî provakasyonên piralî yên hundir û derve dikarin xwe ferz bikin. Bi kurtasî di prensîbê de mirov ji aştiyê re bêje erê hêsan e, lê divê bê afirandin. Jixwe afirandinê aştiyê ji şer pir zahmetir û dijwartir e.”

* Rêberê Gelê Kurd hem di pêvajoyên ji bo aştiyê yên salên nodî de, hem jî di yên li Îmraliyê de hertim ji bo pêşerojeke bê şer ku gelê kurd tevahiya mafên xwe yên bingehîn bi destxistî, li ber xwe dida û ji bo vê yekê jî gavên şênber ên ber bi çav diavêtin. Lê li hemberê vê yekê Dewleta tirk çawa ku di salên nodî de ji bo berjewendiyên xwe yên demkî tevdigeriya di heman pêvajoya li Îmraliyê de jî ji bo gavên wek ku dê çawa bikevin Yekitiya Ewropayê tevdigeriyan. Li gel van nêzikatiyên ku dewleta tirk tenê hesabên berjewendiyên xwe dikir, Rêberê Gelê Kurd hewl dida ku bi gavên şênber niyeta wan derîne holê. Yanî aliyên ku dixwestin şer dirêj bibe, kurd bê maf bihêle, civaka Tirkiyeyê bi bûdeyên ji bo şer bê henase bimîne û aştî qet ava nebe.

*Rêberê Gelê Kurd her wiha di hevdîtina di 29’ê Tîrmehê 1999’î ku bi rayedarên dewletê re, bal dikşand ser bingeha avakirineke hiqûqî û qanûnên berfireh yên di çerçoveya reformen demokratik ên hiqûqî.

*Wek qevza yekem a şênber di 2’ê Tebaxa 1999’an de Rêberê Gelê Kurd bi rêya parêzerên xwe banga ji bo vekişandinê bi raya giştî re parve kir û banga; divê di 1’ê Îlonê de ji bo aştiyê hêzên gerilla dawî li têkoşîna şerê çekdarî bînin û ji bo derketina derveyî sînor gava yekem bêavêtin, kir.

*Li ser bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 3 roj şûn de ji aliyê PKK’ê jî hat erêkirin û Konseya PKK’ê di 5’ê Tebaxê de diyar kir ku banga Rêber Apo çi be dê li gor wê tevbigerin. Her wiha piştî PKK’ê, ARGK, ERNK û PJKK’ê jî bi heman awayî biryara xwe ya ji bo bangawaziyê parve kirin.

*Hê li tevahiya Tirkiye û Bakûr mijara pêvajoya ji bo aştiyê di rojevê de bû, di 17’ê Tebaxê de erdheja Stenbolê pêk hat û trajediyek derketibû holê. Rêberê Gelê Kurd ji bo vê yekê jî diyar dikir ku ew atmosfer û êşa bi erdhejê re hatî dikare rê li ber şerê heyî jî bigre jî.

*Jixwe piştî erdhejê di 25’ê Tebaxê de Konseya PKK’ê diyar kir ku ji ber felaketa erdehejê û banga ku Rêberê Apo di 2’ê Tebaxê de ji bo vekişandinê kirî, dane pêş. Êdî komên gerilla yên di navbera 400-500 kesî de daxistibûn 60-70 kesî. Komên gerilla di nava 2 mehan de bi nivî bûn û ji Tirkiyeyê rêwitiya ber sînorên Iraqê dikirin.

*Di heman rojên ku gerilla berê xwe dabûn ber bi Iraqê ve hin qevzên din ên ji bo pêvajoyeke aştiyeke mayînde didomîyan. Di navbera Rêberê Gelê Kurd, PKK, civak û dewletê de insiyatîfeke ku diyalogê bi rê ve bibe nehatibû avakirin. Lê ligel vê yekê jî bi daxwaza ji bo aştiyê bi îrade û pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd ev pêvajoya bi rê ve diçû. Ji bo avakirna qenaleke ku diyaloga di navbera van her çar aliyan de bi rê ve bibe rêberê Gelê Kurd diyar kir ku hewceye komek ji gerilla were Tirkiyeyê.

*Li ser vê yekê Rêberê Gelê Kurd di 5’ê îlonê de nameya 7’an a ji bo Konseya PKK’ê nivîsî û şand. Di nameyê de Rêberê Gelê Kurd fikrê xwe ya ji bo komek gerilla ku bi daxwaz û îradeya xwe werin Tirkiyeyê û ji bo pêvajoya aştiyê roleke erênî bilîzin, parve kir. Jixwe di heman kêliya nameya Rêberê Gelê Kurd gihaştî destê Konseyê bi navê Koma Aştiyê komek gerilla ji bo werê Tirkiyeyê dê biketane rê.

*Li aliyekî komên gerilla derketin derveyî sînor, li aliyê din jî dewleta tirk weke her carê rûyê xwe yê mêtingeriyê nîşan dida û li gelek deveran operasyon dikirin. Rêberê Gelê Kurd ji bo wan operasyonên dewleta tirk digot ku “Kesên alîgirên şer ji ber postalên wan dê ji destên wan biçin ketin nav telaşekê, ji ber vê yekê divê kesekê tenê jî yên şerxwaz neminin.” Rêberê Gelê Kurd ji derketina gerilla ya derveyî sînor ji rayedarên dewletê re digot hetta hun bingeheke hiqûqî ava nekin û ji bo efûyeke giştî ya ji bo siyasiyan pêk newê dê gavên hê zêdetir jî pêk newin.

*Di 20’ê Îlonê de Rêberê Gelê Kurd bi rêya parêzerên xwe biryara ji bo Koma Aştiyê parve kir û parêzeran jî di heman rojê de ji raya giştî re parve kirin. Di wê kêliyê de tevahiya rojeva Tirkiye û Kurdistanê bû hatina Koma Aştiyê.

*23’î îlonê sala 1999’an de Konseya PKK’ê diyar kir ku dê komek ji gerilla derkeve rê. Lê hem operasyonên dewleta tirk helwesta wan derxiste holê hem jî ji ber nêzikatiyên PDK û YNK’ê astengiyên li pêşiya hatina Koma Aştiyê zêdetir dikirin.

*Koma Aştiyê ya yekem heta 20 rojan di rê de man. Li ser vê yekê Rêberê Gelê Kurd Serfermandarê Leşkerî name şand got ku çima hun Koma Aştiyê naparêzin û wiha domand: “ Ez zimanê aşitî û biratiyê bikar tînim. Ger ku ez bêm bidarvekirin jî ez ê bi vî awayî biçim. Pêşî ez ê ji cellad re bêjim merheba û paşê jî xatirê xwe jê bixwazim.”

*Dawiya dawî di 1’ê Cotmeha sala 1999’an de Koma yekem a gerilla ku ji 8 kesan pêk dihat û di pêşengtiya komê berdevkê ERNK’ê Alî Sapan bi navê Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk li ser gundê Şirnexê yê bi navê Gelişîmê ku PKK’ê çalakiya xwe ya yekem li wir pêk anîbû, hatin welat.

*Piştî ku Koma Yekem vê carê jî di 29’ê Cotmehê de Koma duyem a ji bo Aştî û Çareseriyeke Demokratîk ji paytexta Avûsturyayê Viyanê bi balafirê hatin Tirkiyeyê. Koma duyem hê li balafirgeha Stenbolê hatin binçavkirin û demek şûn de biryara wan a girtinê hat dayîn.

*Rêberê Gelê Kurd difikirî ku koma sêyem jî di serêsala 2000’î de bîne lê ji ber nêzikatiyên dewleta tirk a ku tenê ji bo berjewendiyên xwe tevdigeriya, dev jê vî fikrê xwe berda.

*Hem Komên ji bo Aştiyê ya ji Ewropa û ji Çiyayê Kurdistanê hatî, hatin girtin û bi salan di girtîgehan de hatin hiştin.

*Liv û tevgera Rêberê Gelê Kurd a ji bo Aştî û Çareseriyeke Demokratîk di van xalên şênber de jixwe li ber çavê her kesî bû. Hatine komên gerilla ya Tirkiyeyê û helwesta ku dê çareseriya meseleya kurd bi têkoşîna çekê pêk newe ji bo vê yekê jî çareseriyeke demokratik dê bi rêbazên amûrên demokratik û û aştiyane mimkûn e, sekneke bi hêz bû. Hette wê kêliyê jî di dîroka cihanê de bûyerek bi vî rengî pir kêm derketibû holê ku; rêxistinek bi şandina şervanên xwe, pêvajoyekê bide destpêkirin û her wiha di vê pêvajoyê de bi gavên samîmî û zelalbûnê niyet û iddiaya xwe nîşan bide. Ew roj ji bo çareserkirina meseleya kurd di warê rêbazên aştiyane û siyasî de bû xaleke veguhertinê.

*Rêberê Gelê Kurd piştî hemû liv û tevgera xwe ya ji bo çareseriyê dê di 30 Gulan 2001’î ji bo vê pêvajoyê wiha dibêje: “Pêdiviya siyaseta tirk bi guherîneke bingehîn heye. Hewceye we qiyamet rakira. Em dixwazin rê li ber siyaseta  li Tirkiyeyê vekin. Ez şoreşgerekî 30 sala me. Me fîgurantî nekiriye. Ez vê yekê bi sebir û serwextiyeke mezin dikim.  Ev du sal in ku ji bo vê yekê li ber xwe didim lê ne PKK ne jî dewlet j imin re nabûn alîkar. Min ji yên vir re got ku; belê hun min wekî berpirsyarê şer nîşan didin, lê hemû berpirsyariya aştiyê jî hun têxin stûyê min. Min hê roja pêşî ji berpirsyarekî leşkerî got ku ‘ez ê nebim parçeyekî ji lîstikê û ez ê vê derê têxim Girava Aştiyê’. Mêrik piştî gotina min matmayî ma, nikarî bû tiştekî bêje.”

*PKK’ê heta 4 salan jî bi tu awayî nekete nav çalakiyekê û hêzên xwe yên çekdar ji herêmê vekişand û bi van pratîkên xwe kir ku argumanên xwe yên ji bo aştiyê xurt bike. Lê mixabin ev pêvajo zêde ber çav nehate girtin. Rêxistinê heta sala 2004’an meha hezîranê jî li ser soza xwe sekinî û niyet û beyana xwe ya ji bo aştiyê danî ber çevan. Jixwe di navbera van salan de jî Tirkiye yek ji dema xwe ya herî berbiçav jiya. Û ji bo bikeve Yekitiya Ewropayê bi wan re ketin nav têkiliyan û hevdîtin pêk anîn.

*Di dîroka komarê de li Tirkiyeyê dînamîkên herî azadîxwaz, nêzî demokratîkbûnê di vê serdemê de hatin avakirin. Ev atmosfera ku derketî holê qet nehat bikaranîn û dewletê ji ser gohê xwe ve avêt. Pê re jî pêvajoyeke tije tundî hat pêşxistin.