5 Temmuz, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirtûka Sîdar Jîr ‘Duşema Rengîn’ çima ne roman e?

Lehengên romanê hemû weke fîguranan in û li derdora “Rûyê Nas” tev digerin. Ji lew re, di vê romanê de karakter nînin, hemû leheng karîkatur in.

Sîdar Jîr, herî dawîn, bi navê “Duşema Rengîn” ji Weşanên Zîzê “romanek” belav kir. Ev roman qala Şerê Kobanê yê sala 2014’an dike. Roman bi piranî li ser nûçeyên wê demê hatiye avakirin. Nivîskar di beşa malavayiyê de bixwe dibêje, min ji belge û dokumentên rojnamegeran gelekî sûd wergirtiye. Roman di heman demê de qala çîrokeke rastîn a kesekê dike ku navê wê di romanê de “Esmer” e.

Pirtûk di beşa yekem de bi medhiyeyeke li ser şervanên Kobanê dest pê dike. Nivîskar bûyer û kesan hê di serî de di navbera qutbên reş û spî û çê û xirab de dabeş dike û tiştekî ji xwîneran re nahêle. Romanên welatên sêyem ên ku di sedsala 19’an de hatine nivîsîn li ser diyalektîka başî û nebaşiyê dimeşin. Ev roman jî bi heman awayî dest pê dike û wisa jî didome.

Lehengên romanê hemû weke fîguranan in û li derdora “Rûyê Nas” tev digerin. Ji lew re, di vê romanê de karakter nînin, hemû leheng karîkatur in. Ev karîkatur di romanê de tu aksiyonan an jî guherînan pêk nayînin; eger di serî de baş bin, heta dawiyê baş dimînin û naguherin. Jixwe di romanê de aliyê neçêyiyê an ku DAIŞ’î jî tenê bi xebitandina reng û rengdêran tên vegotin: “Kesên rûyên wan reş, ferhenga wan reş, bi ala reş a di mista xwe de xofek nedîtî dixistin dilê dinyayê.” (r.10) Tu yek ji van pênaseyan jî li ser karakterekî/e DAIŞ’î nayê nîşandan; jixwe di romanê de em bi tu awayî rastî DAIŞ’iyan nayên, ew tenê weke sîluetan derdikevin pêşiya me. Bi gotineke din, di romanê de dijmin xuya nake; aliyek tenê heye û ev yek jî dike ku mirov di romanê de tenê pesindayîna aliyekî bibîne. Dibe ku roman bi çavê aliyekî şer hatibe nivîsîn, lê ji ber ku dijmin qet nayê kifşê, zehmetî û mezinahiya şer jî nayê dîtin.

Ji ber ku nivîskar qet li xwîneran nefikiriye û zêde destûr nedaye ku xwîner bixwe reşî û xirabiya DAIŞ’iyan bibînin, wî ew bi ezberan pênase kirine û derbasî tiştekî din bûye.

Sê karakterên sereke hene: Şoreş, Esmer û Rûyê Nas… Dema ku em li van karakteran dinêrin, her du karakterên ji bilî Rûyê Nas jî di bîranên Rûyê Nas de tên pêşberî me û dîsa bi rêya wî tên teswîrkirin. Ev karakter bi zimanekî pir îdealîzekirî hatine vegotin û ji rastiyê dûr in. Evîna di navbera Şoreş û Esmerê de weke evîneke rastî xuya nake. Em nikarin şahidiya evîna wan bikin. Nivîskar jî li ser mîjarê gelekî kêm sekiniye û hûrgiliyên vê evînê venegotine. Jixwe di vê romanê de meyil an xisleteke nivîskar a berbiçav jî ew e ku ew pir kêm behsa mijarê bixwe dike û piştre dîsa vedigere ser “Rûyê Nas”.

Wisa xuya ye ku Rûyê Nas nivîskar bi xwe ye. Ev yek ji diyalogên li jêr jî eşkere dibe:

“- Tu kengî bawer bû?

– Dema te av dirêjî min kir ji bo li rûyê xwe bikim çav li zendika te ketim. Hema bibêj di hemû wêneyên te yên hatine parvekirin, heman zendik e. Lê ji ber çefî û berçavkê ez pê bawer nebûbûm…” (r.41)

Em ji vir fêm dikin ku nivîskarê ku di pirtûkê de behsa wî tê kirin, Sîdar Jîr e. Ji ber ku hemû wêneyên Sîdar Jîrî yên ku li ser tora civakî hatine parve kirin, di wan de zendika wî li pêş e û ew ji me re dikene.

Zimanê pirtûkê zimanê nûçegihaniyê ye. Piştî demekê xwîner wisa hîs dikin ku di malperekê de nûçeyên kurdî dixwînin. Di van nûçeyan de jî şer weke maçeke futbolê bi skoran tê nîşandan. Her wekî ku ji minakên li jêr jî eyan e:

“Ji nişka ve teqîneke mezin û paşê wekî tu xwê di êgir xî… Bi wî dengî re Esmer çimî ser xwe bû, hişk bi milê Hewê girt;

-Ev baş bû. Ev heval bûn îja.” (r.21)

“- Çi dibe? Çima ez tiştekî fêm nakim û hûn hemû dirûşmên xweş diqîrin?

– Xaltîka Hewê, heval niha li wan didin. Belkî jî wan dûr dixin. Bi gotina te zarok li wan direşînin. Çimkî gule bi wî aliyî de diçin.” (r.23)

Wekî me li jorê jî got, di romanê de nivîskar nekariye ku aksiyonekê ava bike û vê yekê jî kiriye ku roman nemeşe û weke gelek qunciknivîsên bihevvekirî xuya bike. Ev nebûna aksiyonê û asêbûna romanê dike ku nivîskar bi zêdebikaranîna daçekên şibandinê (mîna, wekî) hewil bide ku xwe ji vê qelsiyê rizgar bike. Lê belê, ev yek, xwendina romanê zehmettir dike û ji xwîneran re tu tiştekî nahêle û dibe sebep ku xwîner her tiştî bi rêya tiştekî din bihizirin.

Wextê ku em berê xwe didin sembol û îmajên vê romanê, şerab yek ji wan îmajan e ku di romanê de gelekî dixuyin. Lê şerab di romanê de ne fena tiştekî ji rêzê an jî tiştekî normal ê jiyanê xûya dike.

Nivîskar vexwarina şerabê weke nîşaneya bajarîbûnê bi kar tîne yan jî em dikarin bibêjin ku nivîskar di romanê de vê yekê wekî xilasbûna ji gundîtiyê dibîne. Dîsa şerab di romanê de tiştekî ewqas girîng e ku dema Rûyê Nas û Şoreş di nêv çolistanê û qiyameta şerê Kobaniyê de li hev rast tên, li avê na, li şerabê digerin.

Ew qedeha şerabê di romanê de geh diçe ber çemê Dîcleyê, geh jî vedigere diçe Almanyayê; yanî Rûyê Nas here ku derê qedeha wî ya şerabê jî pê re diçe. Di dîroka mirovahiyê de şerab her tim vexwarineke asayî ya rojane bûye. Lê nivîskar her ku radihêje qedeha şerabê, şerab dibe tiştekî efsûnî ku dikare mirovan ji rêzêbûnê û ji gundîtiyê xilas bike.

Ber bi kutakirina nivîsa xwe, ez dixwazim behsa vê yekê jî bikim. Dema ku em bala xwe didin berhemên dinyayê ku ji bo şerê welatê xwe hatine nivîsandin, di wan romanan de tu nivîskar xwe naavêje holê weke tekane kesê ku bikare vî şerî vebêje. Lê nivîskarê vê pirtûkê hemû karakterên pirtûkê seferber kirine ku bi yek zar û zimanî vî tiştî bibêjin. Ev mînaka jêrîn vê rewşê bi awayekî şênber tîne ber çavan:

“Wek gotina dawî, daxwaz û hêviya min ji te jî ev e; ceng û dîlana li Kobaniyê neqediyaye, êdî şerê herî giran wê bi pênûsa mista we be… Belkî ew roja duşemê, duşemeke rengîn û pîroz e bi saya we hêjayan li dinyayê cihê xwe yê heq bigire.”  (r.104)

Her wekî ku metna li jorê û çendîn mînakên din ên ji pirtûkê jî diyar dikin, mîsyona vegotina şerê Kobaniyê rasterast li Rûyê Nas tê spartin. Rûyê Nas jî, vê mîsyonê li Ewropayê pêk tîne. Di dawiya romanê de Rûyê Nas beşdarî kolokyûmekê dibe û qala nivîsandina vê pirtûkê dike.

Nivîsa ku nivîskarî ji bo vê kolokyûmê nivîsandiye, di wê de em tenê ajîtekirina şerê Kobaniyê dibînin. Bi vê ajîtasyonê jî, hemû hazir û guhdarên kolokyûmê hêsir di çavan de, bi çepikan nivîskarê me pîroz dikin. Nivîskarê me Rûyê Nas jî kêfxweş û sermest dibe.

Bêguman, gelek pirtûk dê li ser şerê Kobaniyê werin nivîsandin û ev pirtûk tenê yek ji wan e. Lê piştî 50 salan, tu kes ji bo hînbûna hest û berxwedana Kobaniyê li vê pirtûkê nanêre. Ji ber ku nivîskar behsa şerê Kobaniyê nake; Kobanî dekor e. Di eslê xwe de, ev roman medhiyeya Rûyê Nas e. Ji ber ku medhiye ye, nivîskêr jî hewceyî pê nedîtiye ku behsa karakter û mekanan bike yan jî kûrahiyekê bidiyê yaxud bi hûrgiliyan romanê rapêçe. Lap ji ber nebûna van hêmanan e ku jixwe em nikarin vê metnê weke romanekê bisenifînin û bibêjin ku me romanek xwendiye.