9 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirzimanî dewlemendî, yek zimanî dewletî ye

Careke din em dibînin ku yên nirxên civakê yê pir zimanî û pir çandiyê diparêzin, rastî tundiya rayedarên dewletê tên. Yên yek zimanî û yek rengiyê diparêzin jî ji aliyê dewletê ve tên parastin.

Dewlet û rayedarên dewletê dîsa çand û zimanê kurdî qedexe dikin. Kesên dikevin govendê wan binçav dikin û digirin. Di vê pêvajoya 101’emîn salvegera Peymana Lozanê û pêvajoya  salvegera Plana Çokdanînê de  van kiryarên li dijî ziman û çanda kurdan ne kiryarên ji rêzê û bê wate ne. Lê êdî hemû gelê kurd hişyar û zane bûye. Plan û polîtîkayên dewletê baş dixwîne û analîz dike. Gelê kurd êdî rastiya dewletê û planên dewletê ji her demê baştir fam dike û li hemberî wê dikare bertekên xurt jî nîşan bide. Lê aliyekî kêm heye. Divê ew aliyê kêm bê temamkirin.

Ji ber ku dewlet û rayedarên dewletê her gaveke ku davêje hesabê wê baş dike û gavan davêje. Siberoja wê difikire û davêje. Armanc her tunekirin û înkar e. Bes li gorî şert û mercan rê û rêbazan diguherîne. Wekî meseleya kurd û karikan. Di rojên dawî de ciwanên ku dikevin govendê, wan binçav dikin û digirin. Wekî ku sûc kiriye nîşan didin. Hunermend û sazbendên ku di dawetan de stranan dibêjin, wan binçav dikin û digirin. Stranên kurdî û govendê li kurdan qedexe dikin. Armanc ne tenê girtina çend ciwanan e. Armanc tirsekê avabikin. Armanc sarbûnekê pêş bixin. Armanc çand û zimanê kurdî wekî zimanekî qedexe û sûc nîşan bidin. Walî bi xwe li xwe mikur tê û dibêje ‘kurdî ne fermî ye’ û bi hêsanî dikarin nivîsên kurdî reş bikin. Wê demê sibê dikarin bi hêsanî bibêjin kurd jî ne fermî ne û şerê qirkirinê li ser kurdan pêş bixin.

Nivîsên bi kurdî “Hêdî”, “Pêşî peya” ku şaredariyan li ser rêyan ji bo trafîkê nivîsandin bi fermana Walî û Wezîrê Karên Hundir jêbirin û reş kirin. Li şûna wan nivîsan, nivisên nijadperest nivîsandin.

Gelo çima  ew qas ji zimanê kurdî û govendên kurdî aciz in. Gelo çima ew qas ji stranên kurdî aciz in. Ji ber ku ziman, stran û govend ruhekî ava dikin. Ruhê hebûnê, ruhê serxwebûn û serhildanê ava dikin. Eger hebûnek bê ruh be, tu wateya wî ruhî tune ye.

Berê li ser kurdan qirkirina fizîkî pêş dixistin, lê niha qirkirina çandî pêş dixin. Rêber Abdullah Ocalan parastina cîlda  5’emîn a Çareseriya Şaristaniya Demokratîk de balê dikişîne ser parastina Kurdên di dorpêça qirkirina çandi de. Ji ber ku di dîrokê de gelek caran kurd bi qirkirina fizîkî re rû bi rû man. Gelek caran hatin koçberkirin. Lê kurdan her tim ziman, çand û sincê xwe yê civakî parast. Kurdan heta niha bi hişê civakî, ziman û çanda xwe hebûna xwe parast. Di 50 salên dawî de jî bi bîrdoziya xwe bêtir ziman û çanda xwe bi wate dikin û diparêzin. Dewlet ji pirzimanî pirçandiyê ditirse. Ji ber ku pir zimanî û pir çandî gelan temsîl dike. Yek zimanî û yek çandî jî dewletê û serdestan temsîl dike. Eger îro hemû gel bibin yek û bi hevre ziman û çanda xwe biparêzin, dewlet neçar e hebûna gelan qebûl bike.