16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî serdana Barzanî welatiyek qetil kirin

Dewleta Tirk rojane axa başûrê Kurdistanê bombebaran dike. PDK jî aşkere hevkariya artêşa tirk dike. Piştî duh balyozê dewleta Tirk yê Iraqê serdana Nêçîrvan û Mesud Barzanî kir, dewleta tirk li Biradostê welatiyek qetil kir.

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê bê navber dewam dike. Bi îmzekirina peymana di navbera Iraq-PDK û dewleta Tirk re, êdî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk hatiye rewakirin û dewleta Tirk bi hevkariya Iraq û PDK’ê dest bi qetilkirina xelkê sivîl kiriye.

Duh dewleta tirk gundê Mêrge Hewş a li zozanên Sinînê ya ser bi navçeya Sîdekan a ser bi Herêma Biradost ya Hewlêrê, topbaran kir. Di êrişa hovane de welatiyê bi navê Bedî kemal Mihemed (29) şehîd bû.

Duh serokê PDK’ê Mesûd Barzanî li Hewlêrê Balyozê Tirkiyeyê yê nû yê Bexdayê Anil Bora Înan û şandeya pê re pêşwazî kir. Barzanî û şandeya dagirkeran bi kêfxweşî hevdû pêşwazî kirin û civiyan. Piştî wê jî Anil Bora Înan çû serdana serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Dema şandeya dewleta Tirk a dagirker bi Barzaniyan re di civînê de bû, dewleta Tirk li gundek Sîdekan ya ser bi Herêma Biradost ya Hewlêrê, xelkê sivîl raste rast topbaran kir û welatiyê bi navê Bedî Kemal qetil kir.

Tevî êriş û komkujiyên berçav yên dewleta Tirk, di serî de PDK û rayedarên Herêma Kurdistanê qet dengê xwe dernaxin. Di 31’ê Tebaxê de jî welatiyê bi navê Hekîm Loqman ji ber bi Kurdî axivî bû, li Stenbolê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin, lê heya niha deng ji rayedarên PDK û mala Barzan derneketiye.

Di 23’yê Tebaxê de jî dewleta Tirk li Silêmaniyê du rojnamevanên çapemeniya azad, Gulistan Tara û Hêro Behadîn qetil kir.

Bi bêdengiyê re jî diyar dibe êdî dagirkerî, komkujî û êrişên dewleta Tirk yên li ser xelkê sivîl, xaka Başûr û Iraqê hatiye rewakirin û erêkirin.

Ji serê salê ve jî 17 welatiyên sivîl li Herêma Kurdistanê di encama êrişên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane û 12 jî birîdar bûne.

Herî dawî duh jî Bedî Kemal ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê