7 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Platforma Amedê rapora têkildarî şewatê aşkera kir

Platforma Parastin û Pişevaniyê ya Amedê got ku di xetên ceyranê de li gelek noqteyan pêvek çêbûne û ji ber ku sîgorteyên OG’ê yên stûnan tune bûn, dibe ku rê li ber çirûskan vekiribe

Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajar a Amedê rapora xwe ya têkildarî şewata di 20’ê hezîranê de li navçeya Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de derketî û bûbû sedema mirina 15 welatiyan, eşkere kir. Rapor, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Amedê ji hêla endamên platformê hat eşkerekirin.

Eren: Dozgeriyê pêşrapor kêm dît

Hevberdevkê Platformê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku di rapora şandeya wan û DBB’ê û di rapora ewil a Serdozgeriya Komarê ya Xana Axpar de bi awayekî şênber derketiye holê ku şewat ji ber têlên ceyranê derketiye. Eren, da zanîn ku di rapora dozgeriyê de hatiye destnîşankirin ku têlên veguhêzbar li ser sîgortayê pêçayî bûn û rê li ber şewatê vekirine. Eren, wiha domand: “Çima derheqê rayedaran de lêpirsîn nayê destpêkirin? Dozgeriyê ev rapor kêm dît û daxwaza raporeke nû kir. Ji ber ku mijareke teknîkî ye, li benda raporeke berfireh in. Berpirsyartiyên pozîtîf ên dewletê hene. Divê hem di mijara tevdîran de hem jî di mijara mudaxileyê de lêpirsîneke bibandor bê kirin. 15 insanên me miririn û bi dehan jî birîndar bûne.”

‘Şewat tê wateya tunebûnê’

Piştre jî rapor ji hêla Hevseroka Şaxa SES’ê Yildiz Ok Orak ve hat xwendin. Orak, got ku li herêma şewatê lêkolîn kirine. Orak, wiha domand: “Şewatê bandor li nêzî qadeke 55 hezar dekaran kiriye, ji vê nêzî 20 hezar dekaran hatibû çandin, di şewatê de yek jê zarok bi giştî 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn, yên mirîn şêniyên gundan bûn, qismekî wan yekser ji şewatê bibandor bûne, hinek jê dema mudaxileyî şewatê dikirin jiyana xwe ji dest dan, 302 bizin û 622 mîh mirin û tedawiya zêdetirî 100 heywanan jî didome. Ev daneye nîşan didin bê ka asta hilweşîna ekolojîk û aborî di çi astê de ye û nîşan dide ku şewat ji bo zindiyan tê wateya tunebûnê.”

Sedema derketina şewatê têlên

Têkildarî sedema derketina ceyranê jî wiha hate gotin: “Li gorî çavdêriyên şandeya me û agahiyên şahidên ji ewil mudaxileyî şewatê kirin û şêniyên gund, eşkere bû ku şewat ji ber têlên ceyranê derketiye. Li gorî îfadeyên şêniyên gundê Tobîniyê, di şeva bûyerê de bayeke xurt hebû, ceyran du caran çûye û hatiye, dema têlan ji hev digirt çirûskên jê vedipêşiyan dîtine, şewata li herêmê ji ber bagera heyî pir zû belav bûye. Di hevdîtinan de derket holê ku stûnên ceyranan di sala 1987’an de hatine danîn û di 37 salan de tu sexbêr û tamîra wan nehatiye kirin. Şêniyên gundan dan zanîn ku rojek piştî karesatê, ekîbên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) hatiye herêmê, mudaxileyî stûnan kirine û dîmenên vê rewşê hatine kişandin.”

Tespît hatin kirin

Tespîtên di raporê de wiha hatin rêzkirin:

“* Hat tespîtkirin ku cihê şewat lê derketî cihê çandî bû.