5 Temmuz, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîtîka qeyûm polîtîkaya tecrîdê ye

Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Parlak diyar kir ku polîtîka qeyûm polîtîkaya tecrîdê ye û bi qeyûm vîna gelê kurd înkar dikin û got: “Colemêrg ji bo dewletê cihekî stratejîk e. Dixwazin demografiya wê biguherînin. Lê nikarin bi ser bikevin.”

DEM Partiyê li dijî xespkirina îradeyê plansaziyeke nû ya çalakiyê derxist. DEM Partî dji Stenbolê ber bi Colemêrgê ve “Meşa rêzgirtina ji bo îradeyê” daye destpêkirin. Li gel meşê, li hemû bajaran çalakiyan li dar dixin û endamên meclisa Şaredariya Colemêrgê li Enqere û Stenbolê hevdîtinan dikin.

Wekilê DEM Partiyê Vezîr Coşkun Parlak der barê meşa ji Stenbolê ber bi Colemêrgê ve pirsên me bersivandin.

Çima qeyûm tayînî Colemêrgê kirin. Çima di qeyûman de israr dikin?

Dema mirov li xebatên hilbijartina 31’ê Adarê dinere, xebatek xurt li Kurdistanê pêş ket. Meşa Azadiyê ji Serhedê ber bi Rihayê ve pêş ket. Buroyên hilbijartinê hatin vekirin. Tevlêbûn û coşek pir xurt derket holê. Demek dirêj e dewlet li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet pêş dixe. Li dijî vîna gelê kurd tehamula dewletê tune ye. 8-9 sal in li Kurdistanê şerekî dijwar dimeşîne. Li gel vê yekê jî kurdan di hilbijartinê de serkeftinek mezin bi dest xist. Ev pir bi zora dewleta faşîst çû. Dewlet naxwaze dest ji van polîtîkayên şerê taybet ên qeyûm û tecrîdê berde. Li gel polîtîkayên taybet piştî hilbijartinê piyê AKP-MHP’ê li Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê şikest. Dixwaze rêyekê peyda bike ku bi faşîzane polîtîkayên şer pêşve bibe. Ji bo vê yekê polîtîkayên şer li Kurdistanê zêdetir dike. Di vê çarçoveyê de di 3’yê hezîranê de qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê kirin. Tenê qeyûm tayînî şaredariya Colemêrgê nekiriye. Qeyûm tayînî hemû vîna gelê kurd kiriye. Ji ber ku di sedsala nû de naxwazin di komara tirk de nasnameya kurd nas bikin. Dixwaze wekî sedsala borî vê sedsalê jî polîtîkayên înkar û îmhayê bidomîne. Em ji dibêjin bi van polîtîkayan nikarin bi ser bikevin. Heta ku me nas nekin û bi zagonek nû mafê kurdan nas nekin, pirsgirêka kurd çareser nabe. Beriya Colemêrgê xwestin li Wanê jî qeyûm tayîn bikin. Lê gel bertekek mezin nîşanî vê hewldanê da. Saziyên demokratîk ên Tirkiyeyê jî piştgiriyek xurt da gelê Wanê. Dewletê ev berxwedan hêvî nedikir. Dema di 3’yê hezîranê de qeyûm tayînî Colemêrgê kirin jî gel heman bertekek pir xurt nîşan da. Li hemû bajaran çalakî pêk hatin. Saziyên demokratîk ên Tirkiyeyê dîsa bertek nîşan dan. Gelek rewşenbîr bi îmzeyan jî li dijî qeyûm derketin. Hemû hevserok, rêveber û endamên partiyên me û saziyên me li Colemêrgê di nava çalakiyan de bûn. Dewletê Colemêrg dorpêç kiribû. Wezîrê Karên Hundir digot ‘em vê dorpêçê ranakin. Lê dema ev berxwedan pêş ket, ev dorpêçkirin rakirin. Niha li her derê çalakî didomin. Gelek heyet hatin û piştgirî dan. Nobet girtin. Daxuyanî dan. Gel di cejnê de li pêş şaredariyê pîroz kir. Me mîtîng pêk anî. Mîtîng pir serkeftî bû. Colemêrg navenda şer e. Digotin ‘Dê nikaribin mîtîngê pêk bînin’ Ji Edîrneyê heta Stenbolê gel hat tev li mîtîngê bûn û bertekên xurt nîşan dan.”

Tu dikarî hinekî li ser armanca çalakiyê agahî bidî? Çima ji Stenbol heta Colemergê?

Hilbijartinek pêk hat. Divê her kes rêzê nîşanî vîna gel bide. Divê tu kes vîna gel desteser neke. Lê îro qeyûm tayînî vîna gel kiriye. Nûnerên civakê ji herêma Marmarayê li Stenbolê kom bûn û berê xwe dan Colemêrgê. Hemû saziyên civakî û demokratîk li Stenbolê daxuyaniyê dan û bi daxuyaniyekê ketin rêya Colemêrgê. Dîsa li herêma Ege Îzmirê jî nûnerên saziyên demokratîk starta meşê dan. Nûnerên saziyên demokratîk bi daxuyaniyekê ketin rê. Dê girseyên ku ji Stenbol û Îzmirê derketin rê derbasî Enqereyê bûn û ji wir berê xwe dan Êlihê. Li Enqereyê jî nûnerên saziyên demokratîk ên herêma Anatolyayê bi daxuyaniyekê tev li vê karwana Îzmîr û Stenbolê bûn û ji bo biçin Colemêrgê berê xwe bidin Êlihê Karwana ku li Edene kom bûn dîsa bi daxuyaniyekê derketin rê û derbasî bajarê Êlihê bûn. Nûnerên saziyên civakî û demokratîk ên Êlih, Amed û herêmê li Êlihê kom bibin û karwana meşê pêşwazî bikin.

Di 3’yê tîrmehê de mehek di ser qeyûm re derbas dibe. Di yekemîn meha qeyûm de em dixwazin li Wanê bi girseyek mezin berteka xwe nîşan bidin. Me bang li hemû saziyên civakî û demokratîk ên li herêma Wanê kiriye. Ew jî dê bi girseyî tev li vê meşê bibin. Di 3’yê tîrmehê de li Wanê bi tevlêbûna nêzî 220 kesên ku ji bajarên Tirkiye kom bûne û hatine em ê dest bi meşê bikin. Meşa me dê ji Wanê dest pê bike û heta Colemêrgê bidome. Ji Wanê heta Colemêrgê çiqas gund li ser rêya me hebin, em ê serdana gundan bikin û gundiyan jî tev li meşê bikin. Me ji bo 6 rojan meş plan kiriye. Piştî meşa 6 rojan gelê Colemêrgê dê biçin meşvanan pêşwazî bikin. Piştî pêşwazîkirinê dê li nava bajar bi girseyî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Dê girse li vir nenaskirina vîn û nasnameya gel protesto bikin.

Wekî din xebatek din heye?

Tenê bi vê meşê bisînor namîne. Di milê dîplomasiyê de jî xebatên me hene. Beriya meşê Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe û du endamên meclisê dê biçin Enqereyê. Ev heyet dê li Enqereyê bi hin partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk re hevdîtinan bikin. Heyet piştî serdana Enqereyê dê derbasî Stenbolê bibin. Li Stenbolê li dijî qeyûm mîtîng heye. Dê tev li mîtîngê jî bibin. Em ê serdana saziyên demokratîk bikin û li ser navê gelê Colemêrgê spasiya xwe pêşkêşî wan bikin.

Ji îro û şûnde em dikarin bi hev re çi bikin, em ê li ser wê niqaş bikin.  Ji bilî wê gelek heyet tên Colemêrgê û piştgiriya xwe tînin ziman. Em wan li nava bajar digerînin. Gel nerazibûnên xwe bi wan re parve dikin. Bertekên xwe tînin ziman. Niha li dijî qeyûm aciziyek pir mezin heye. Endamên meclisê piştî cejnê çûn şaredariyê. Lê muxabat tune. Şaredarî wekî qereqola polîs û TSK’ê (cendirme) ye. Avahiya şaredariyê ji cihê xizmetê derketiye û bûye cihekî şerê taybet. Gelê Colemêrgê êdî armanca şerê taybet zane. Em dixwazin bi piştgiriyek xurt van heyetên ku ji Stenbol, Îzmir, Enqere û Edeneyê derdikevin, bi rê bikin. Em ji gelê Wan û Êlihê jî dixwazin ku bi tevlêbûnek xurt van meşvanan pêşwazî bikin.

Têkiliya qeyûm û tecrîdê çiqas bi hev ve girêdayî ye?

Di sedsala 20’î de dema komara Tirkiyeyê ava bû, li ser polîtîkayên înkar, îmha û pişavtinê ava bû. 3 sal in dibêjin em ê tecrîdê li ser gelê kurd kûr bikin. Ji xwe tecrîda li ser Serokatiyê tecrîda li ser gelê kurd e. Tecrîd li ser aştiyê ye. Ew naxwazin aştî pêş bikeve. Naxwazin demokrasî pêş bikeve. Polîtîka qeyûmê polîtîkaya tecrîdê ye. Nenaskirina gelê kurd e. Dixwazin hilbijartinê ji bo gelê kurd wekî maf nebînin. Bi vê yekê dibêjin li tu qadan mafê gelê kurd ê jiyanê tune ye. Mijara me ya ewil tecrîd e. Eger tecrîd bê şikandin, nikarin qeyûm jî tayin bikin. Çend hefte ne Dayikên Aştiyê jî li Enqereyê li pêş Wezîrê Dadê û girtîgehan daxuyanî didin û dixwazin tecrîd bi dawî bibe.

Têkiliya şer û qeyûm  çi ye? Colemêrg ji bo şer cihekî çawa ye?

Dema em li destpêka valakirina gundan dinerin. Em dibînin ku li Şirnex û Colemergê dest bi valakirina gundan kirin. Li Şirnex û Colemêrgê jiyanek komînal heye. Jiyana civakî pir xurt e. Ji bo vê yekê AKP-MHP dibêje “Eger em vê jiyana komînal ji holê rakin û civakê parçe bikin, em ê bi ser bikevin.” Ji ber ku dizane herdu bajar jî ji bo dewletê stratejîk in. Hem ser sînor in, hem jî bihgehê wan ê têkoşîna demokrasî û azadiyê heye.  Gelek caran bi têkoşîn û berxwedana xwe ji bo hemû Bakur bûye moral. Kengî dewletê digot di şerê taybet de ez gihiştim armanca xwe li van bajaran berxwedanek xurt derdiket holê. Ji ber vê yekê giranî dane ser herdu bajaran. Di hilbijartinê de hemû polîs û leşker şandin wir. Hemû qeymeqam, walî, hekîm û dozgerê wan seferberî îlan kiribûn. Digotin ‘çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin.’ Lê ciwanan pêşiya serkeftina wan girt. Ji bo vê yekê zext û tundî li ser ciwanên Colemêrgê pir zêde kirine. Yên di hilbijartinê de bi çekên giran êrîşî gel kirin nehatin girtin. Lê ciwanên me yên bertekên xwe yên demokratîk anîn ziman hatin girtin. Dema gel di hilbijartinê de bi ser ket, leşkerên wan ên li Başûr ketin nava tirsê. Bêmoralî di nava wan de pêş ket. Ji bo desthilatdariya xwe û polîtîkayên şer berdewam  bike qeyûm tayîn kir. Li vir polîtîkayên şer heye. Lê wê negihêjin armanca xwe. Leşkerên wan ji teqet ketine. Li herêmê întîhara leşkeran zêde bûye. Sed sal in van polîtîkayên şer dimeşînin. Lê gelê kurd tu car têk neçûye. Bi van polîtîkayên şer, tecrîd û qeyûm pirsgirêk çareser nabe. 40 milyon kurd hene. Bi komkujî û înkarê xelas nabe. Em dibêjin demildest tecrîda li ser Serok rake û rêya aştiyê vekin. Em  ê ji bo vê yekê têkoşîna xwe xurtir bikin. Êdî tu tişt ne wekî berê ye, berxwedanek mezin heye.

Çima şerê taybet li Colemêrg û Şirnexê dimeşînin. Çima cihekî stratejîk e?

Colemêrg û Şirnex di milê çandê de wekî bingeha Kurdistanê tên hesibandin. Ji bo me jî ev der pir girîng e. Çiqas leşker û polîs hene, di nava bajar de bi cih kirine. Dixwazin demografiya Colemêrgê biguherînin. Dixwazin gelê Colemêrgê koçî metrepolên mezin bikin. Herî zêde ji Colemêrg û Şirnexê ber bi metrepolan ve koçberî çêbûye. Di pêşerojê de îhtîmal heye li Îranê şerek pêş bikeve. Dixwazin Afganîstanên li Îranê bi cih bûne li vir bi cih bike. Divê hemû gelê me di nava yekîtiyê de bin. Em jî dê bi her awayî bi gelê xwe re bin.

Helwesta CHP’ê ya li dijî qeyûmê hûn çawa dibînin?

CHP’ê di hilbijartinên borî de dît ku çiqas ji kurdan dûr bikeve, hêza xwe û bingeha xwe winda dike. Di demên dawî de gotinên wan ên li dijî qeyûmê erênî ye. Lê ev têr nake. Divê planek me ya hevpar a têkoşînê hebe. Divê di têkoşînê de li cem gelê kurd cih bigire. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê tecrîd bê rakirin. CHP ji bo rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd divê gavekê bavêje.

Li dijî qeyûman têkoşîn û hewldana we çi ye?

Me pêşhilbijartin pêk anî. Me ji hemû bernamzetan re got ‘Ku dozek we hebe divê hûn serlêdan nekin’ Ev mala gel e. Divê em bi hev re biparêzin. Kesên doz li wan hatine vekirin jî siyasî ne. Ne hiqûqî ne. Em bi wan re rûniştin û me îkna kirin ku serlêdan nekin. Me got gel şerekî taybet dimeşîne. Mînak qeyûm tayînî şûna Hevşaredarê Erxenî Ahmet Kaya kirin. Lê piştre Ahmet Kaya beraet kir. Lê dîsa şaredarî nedan wî. Em dibinin ku ev keyfî ye. Di milê hiqûqî de îtîrazên me çêbûn. Di milê Ewropa de kar û xebatên me yên hiqûqî hene. Serdanên me didomin. Komîsyona hiqûqê xebatên xwe didomîne.

Banga we ji bo gelên kurd û tirk çi ye?

Di sedsala nû de destkeftiyên me zêde bûne. Divê em bi gelê xwe û saziyên demokratîk re li van destkeftiyên xwe xwedî derkevin. Îro dixwazin bi tecrîdê şer kûr bikin û destkeftiyan ji destê me derxin. Dixwazin bi van polîtîkayan têkoşîna gelê aştîxwaz û demokratîk têk bibin. Em ji hemû saziyên demokratîk, rêxistinên civakî, partiyên demokratîk û gelan re dibêjin werin em vê sedsala nû bi hev re demokratîk bikin û bi hev re ava bikin. Bi têkoşîneke xurt em ê bi hev re biparêzin. Divê ev mêş bibe destpêkek.

Vezîr Coşkun Parlak kî ye?

Di sala 1989’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê ji dayik bû. Di sala 1997’an de li gel malbata xwe koçî Enqereyê kir. Dibistana seretayî û navîn li Enqereyê xwend. Li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Beşa Endezyariya Elektronikê xwend. Niha parlamenterê DEM Partî yê Colemêrgê ye.