27 Haziran, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Prof. Lemkow: Tecrîda Îmraliyê demokrasiya Tirkiyeyê tune dike

Prof. Loûîs Lemkow anî ziman ku dewleta tirk dixwaze tecrîda Îmraliyê normalîze bike û got: “Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, kesekî girîng e. Divê azad bibe. Tirkiye bi tecrîdê demokrasiyê tune dike.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. 39 meh in bi ti rengî agahî jê nayê wergirtin. Mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re, tê astengkirin. Rêberê Gelê Kurd di bin tecrîdeke mutlaq de tê ragirtin. Komîteya Pêşî Girtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê, bêdengiya xwe didomîne û bi vî rengî dibe hevkarê tecrîdê. Li dijî vê bêhiqûqiyê jî 10’ê Cotmeha 2023’yan pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate destpêkirin. Hîn jî ji beşên civakî yên cuda, piştgirî ji vê pêngavê re tê. Yek ji Civaknasên Zanîngeha Otonom a Barcelonayê Prof. Loûîs Lemkow têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nûçegîhanê ANF’ê Serkan Demîrel re axivî.

Prof Lemkow anî ziman ku tecrîda Îmraliyê qet nayê qebûlkirin û got: “Şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan, di aliyê hiqûqî de nayê şîrovekirin. Ev tecrîd bi tevahî zexteke siyasî ye û meseleyeke ku nayê qebûlkirin. Lewma şert û mercên ku Ocalan di nav de ye, di rojeva me de jî ye.”

Prof Lemkow destnîşan kir ku hewl tê dayîn tecrîda Îmraliyê bê normalîzekirin û got ku pêkanînên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi temamî polîtîk in. Prof. Lemkow diyar kir ku ew dixwazin bi destê daraz pirsgirêkên siyasî çareser bikin û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê weke formel demokrasî, lê di rastiyê de rejîmeke zextkar heye. Krîza mafên mirovan a li dijî Abdullah Ocalan jî, encama vê yekê ye. Li Tirkiyeyê demokrasî tê tunekirin. Di mafên esas û azadiyên sivîl de, kêmbûnek heye. Ev li Spanyayê diqewime. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, sîstema darazê tê bikaranîn. Ev ji bo me çavkaniyeke mezin a fikarê ye. Girtiyên me yên siyasî yên alîgirên serbixwebûnê ku ji bo serbixwebûna welatê Katalan kampanya dimeşandin, hebûn. Ji ber ku hikûmeta Katalan rêxistin dikirin, hatin girtin. Ji bo serbixwebûna Katalan, referandûmeke ‘derqanûnî’ lidar xistin û 12-13 sal cezayê girtîgehê lê hatin birîn. Ev bi rastî jî rewşeke nayê qebûlkirin e. Yanî tişta ku ez dixwazim bêjim, tevgerên alîgirên serbixwebûnê her tim bi terorîzmê tên sûcdarkirin.”

‘Divê Abdullah Ocalan azad bibe’

Prof Lemkow bilêv kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, kesekî girîng e û got: “Rolê Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd girîng e. Ew aktorekî girîng e. Ez difikirim ku ew pir baş nûneriyê ji daxwazên Kurdan re dike. Lewma divê Abdullah Ocalan azad bibe. Ew ji ber îdeolojî û daxwazên xwe hatiye mehkûmkirin. Ev jî nîşan dide ku ew girtiyekî siyasî ye. Lewma divê Ocalan azad bibe.”