17 Haziran, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Prof. Marco Sassolî: Tirkiyeyê wekî dagirker nabînin

Pisporê Hiqûqê yê Navneteweyî Prof. Marco Sassolî, destnîşan kir ku di hiqûqa navneteweyî de dewlet kurdan wekî alî nabînin û Tirkiyeyê weke dagirker nabînin.

Peymanên Cenevreyê li dijî binpêkirina mafan û şerê dijhiqûqî hatiye îmzekirin. Li dijî sûcê şer hatiye îmzekirin. Niha li Ûkrayna, Xezeyê û Kurdistanê  şer heye. Di şer de herî zêde sivîl tên kuştin. Welatî bê cih û war dimînin û zarok tên kuştin. Ax tên dagirkirin û bi milyonan mirov bê cih û war dimînin. Şervanên di şer an jî ji ber şer dîl hatine girtin, îşkence li tên kirin. Di tecrîdê te tên girtin. Dewlet û saziyên ji parastina hiqûqa navneteweyî berpirsyar li dijî hin sûcên şer dengê xwe bilind dikin û li dijî hin sûcên şer û binpêkirina mafan jî çav û guhê xwe digirin. Tê dîtin ku saziyên parastina hiqûqê li dijî dagirkerî, talankirin û sûcê şer ê Tirkiyeyê ku li Kurdistanê dixe meriyetê bêdeng e.

Têkildarî sûcên li dijî mirovahiyê û parastina mafan Komîserê Komîsyona Huqûqnasan a Navneteweyî û Profesorê Hiqûqa Navneteweyî yê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Cenevreyê Marco Sassolî, pirsên Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Serkan Demîrel bersivand. Marco Sassolî diyar kir ku divê di qanûnên navneteweyî yên mirovî de, nakokiyên çekdar ên navneteweyî di navbera du dewletan de û nakokiyên ne navneteweyî di navbera komeke çekdar û dewletekê de cuda bikin.

Marco Sassolî, anî ziman ku di navbera Ûkranyayê û Rûsyayê nakokiyeke navneteweyî heye û wiha got, “Li Filistînê pevçûneke navneteweyî û li Xezeyê jî dagirkeriyeke leşkerî heye. Li aliyê din li Tirkiyeyê şerekî çekdarî yê ne navneteweyî, mînak di navbera PKK’ê û hêzên desthilatdariya Tirk de heye. Tirkiye her tim wesfa şerê çekdarî red dike û îdîa dike ku ev şer bi tenê di çarçoveya operasyonên têkoşîna li dijî terorê de ye. Di vê nuqteyê de kes zorê nade Tirkiyeyê ku qebûl bike ku ya diqewime şerekî çekdarî ye.”

Saziyên hiqûqê li dijî Tirkiyeyê bêdeng in

Sassolî, destnîşan kir ku bi vê yekê re peymana Cenevreyê jî tê binpêkirin û wiha got, “Binpêkirinên li hin qadan di asta skandalê de ye. Weke çapemenî erka we ye ku hûn vê rastiyê ragihînin û bawerim divê wiha be. Lê divê nêrînek wisa neyê avakirin ku hiqûqa mirovahî li her derê tê binpêkirin. Di gelek rewşan de ev sazî neçar in hiqûqa mirovî bi cih bînin. Gelek hêzên ku rêzê ji bo vê digirin hene. Pêwîstiya me bi îradeya siyasî ya dewletan heye ku bi temamî hurmetê nîşanî van peymanan bidin. Pêşî divê ji standarteke dualî ya rexnekirina binpêkirina li welatekî û nerexnekirina binpêkirina li welatekî din, dûr bê seknandin. Mixabin dewlet xwedî du standartan e. Mînak, hin dewlet binpêkirinên mafên mirovan ên Rûsyayê yên li Ûkraynayê rexne dikin. Bê guman di vê mijarê de mafdar in. Lê belê heman dewlet ango hêz ji ber ku di gelek aliyan de muhtacê dewleta Tirkiyeyê ne, ji ber binpêkirinên ku dike jî bêdeng dimînin.”

Hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriye dagirkerî ye

Sassolî, parast ku hebûna Tirkiyeyê ya li Bakurê Sûriyê dagirkerî ye û wiha lê zêde kir: “Ji ber ku welatekî din e. Lê wek hûn jî dizanin Kurdistan ne mîna dewlet e. Mafê xwerêvebirinê yê gelan maf dide Kurdan ku daxwaza dewletekê bikin, lê hînê dewleteke bi vî rengî nîne. Dema ku dewlet jî nebe, hebûna Tirkiyeyê ya li Kurdistanê jî weke dagirkeriyekê nayê dîtin. Li aliyê din, li Sûriyeyê; Tirkiye hebûna xwe li Bakurê Sûriyeyê bêyî erêkirina hikumeta Sûriyeyê diparêze. Ev dagirkerî ye. Ji ber ku Tirkiye Kurdistanê weke parçeyekî Tirkiyeyê dibîne, rewşa li wir weke dagirkeriyê nabîne. Her çend hebûna Tirkiyeyê ya li Kurdistana Tirkiyeyê di çarçoveya hiqûqa dagirkeriyê de neyê dîtin jî, li vê derê pîvanên mafên mirovan derbasdar e.”

ÇAVKANÎ: ANF