4 Temmuz, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rastiyan înkar dikin

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal anî ziman ku wezîr bi înkara tecrîdê dixwazin rastiyan berovajî bikin û got: “Tu bersîvê wan ê hiqûqê tune. Di înkarê de israr dikin. Dayik jî di têkoşînê de israr dikin.”

Çalakiyên ku malbatên girtiyan bi daxwaza rakirina tecrîdê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî û çareseriya pirsgirêka kurd dane destpêkirin didomin. Malbatan 2 caran bi wezîrê dadê re hevdîtin kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî hevdîtinan anî ziman ku bi hefteyan e dayik her çarşem li Pêş Wezareta Dadê ji bo edalet pêk bê û hiqûq têkeve meriyetê, çalakiyan pêk tînin û got: “Dayik di van çalakiyan de dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe û pirsgirêka kurd çareser bibe. Xwestin îşkenceyên li girtîgehan bi dawî bibe û wezîr erka xwe pêk bîne.”

2 rapor pêşkêş kirin

Newroz Uysal anî ziman ku wan têkildarî rewşê 2 rapor pêşkêşî Wezîr kirin û wiha axivî: “Raporek a DEM Partiyê ya li ser rewşa girtiyên nexweş û neberdana  girtiyan bû. Raporek jî ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser rewşa Îmraliyê bû. Dîsa dem bi dem em raporên li ser rewşa girtîgehan û bêedaletiya li Tirkiyeyê diqewime didin Wezareta Dadê.”

Uysal, anî ziman ku 5 dayik û 2 parlamenterên endamên Komîsyona Mafên Mirovan bi hev re ketin hevdîtinê û wiha lê zêde kir: “Dema dayikan li ser rol û rista Birêz Ocalan û tecrîda li Îmraliyê pêş dikeve, dest bi axaftinê kirin, wezîr xwest bêje ‘Ez gotina birêz qebûl nakim’ û nêzîkatiyek ezber nîşan da. Wezîr li gorî rastiya girtîgeha Îmraliyê ku ew berpirsiyar e zêdetir, bi awayekî aciz û polîtikayên înkar û redê tev geriya. Di nêzîkatiya wezîr de aqlê dewletê ku înkar dike derket pêş. Lê li gel vê helwesta  wezîr, dayikan hem li ser wateya tecrîdê û hem jî li ser armanca çalakiya girtiyan a grev û boyketê agahî dan. Dayikan armanc û sedema çalakiya girtiyan bi zimanekî vekirî ji wezîr re gotin. Dayikan bi israr gotin ‘heta ev tecrîd hebe dê çalakî jî bidome’. Wezîr di redkirin û înkarê de, dayikan jî di berdewama çalakiyên bi biryar de israr kirin.”

Rastiyê înkar dikin

Uysal bibîr xist ku Wezîr Tunç çend carin tecrîdê red dike û got: “Wezîr di civîna 12’ê hezîranê de jî got ‘tecrîd û li tu girtîgehên Tirkiyeyê tecrîd tune ye’. Du wateyê vê yekê hene. Bi înkar û redê dixwazin rastiyê berovajî bikin û înkar bikin. Ya duyemîn bersivek wan a hiqûqî tune ye. Mafê her girtî yê malbat, parêzer, name, telefon û ragihandinê heye. Wezareta Dadê ji parastina mafan berpirsiyar e. Karê Wezîr ewe ku hiqûqa navxweyî, hiqûqa navdewletî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropa û CPT pêk bîne. Lê ew difikirin ku ew çiqas rastiyê înkar bikin dê civak careke din nepirsin. Lê li gorî rapor û belgeyan rewşa li Îmraliyê tecrid derbas kiriye. Îşkenceya giran heye.”

Uysal, bal kişand ser helwesta Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê Tolga Tolunay, anî ziman pirsên wan bêbersiv hiştin û wiha got: ‘Alîkarê Wezîr got, xizmeta tend uristiyê ya ATK, zanîngeh û nexweşxaneyên dewletan hemû ez dikim.’ Lê Birêz Alî Bozan got ‘Eger xizmeta tenduristiya li Îmraliyê jî girêdayî we be, li wir xizmetek çawa tê dayîn? Rewşa birêz Ocalan û 3 girtiyên din çi ne?’ Lê bersiv neda. Tenduristiya Birêz Ocalan li Kurdistan, Tirkiye û her derê welat mijara sereke ye. Ew naxwazin bi tu awayî agahî ji Îmraliyê bê girtin. Veysî Aktaş cezayê xwe yê 30 salan temam kir. Lê nayê bê berdan. Parêzer nikarin dosyayan bistînin. Ev ne tenê mijara Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê ye. Ew naxwazin der barê birêz Ocalan û Îmraliyê de agahiyek, rewşek  bê parvekirin. Bandora Birêz Ocalan ew qas mezin e naxwazin tu agahî bê parvekirin.”

Uysal, li ser hewldanên li dijî tecrîdê jî rawestiya û got: “Heta niha me gelek tişt kirin. Niha xebatên cuda li pêş me hene. Di asta komisyona meclisê de me rewşa li Îmraliyê kiriye rojev. Dewletê li Îmraliyê bêhiqûqiyek pir mezin pêş xistiye. Dixwaze vê bêhiqûqiyê bi her kesî bide qebûlkirin û asayî bike. Lê serlêdan û têkoşina me dê her dem bidome. Çalakiyên me yên di nava civakê de dê bidomin. Li ser vê rewşê dê têkiliyên me bi partî û saziyên din re bidomin. Dewlet di tecrîdê bi israr û hişk e. Dewlet înkar dike. Li dijî înkarê pêdivî bi dengekî bilind heye. Tecrîd heye. Bêhiquqî ji heye. Em ê van çalakiyên xwe bi demê re mezintir û bi bandortir bikin.”