2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên jinan li Fransa Almanya û Ermenîstanê Zîlan bi bîr anîn

Rêxistinên jinan li gelek bajarên Firansa, Almanya û Ermenîstanê, bi minasebeta 28’emîn salvegera şehadeta Zîlan bernameyên bîranînê li dar xistin û di xeta zîlan de soza têkoşînê dan.

Li bajarên Fransayê bi boneya 28’emîn salvegera şehadeta Zîlan çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin.Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) a ku bi çalakiya fedayî rê li ber wêrekî û fedayîtiya jinan vekir, di 28’emîn salvegera şehedat xwe de li bajarên Marsîlya, Toulouse û Reîmsê yên Fransayê hat bibîranîn.

Marsîlya

Meclîsa Jinan  a Arîn Mîrkan û Komîteya Malbatên Şehîdan li salona konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê (DKTM) merasîma bîrnînê li dar xist. Bîranînên bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyana şehîd Zîlan hatibû amadekirin hat pêşandan.

Di bîranînê de nûnerê Saziya Malbatên Şehîdan Alî Konkurd axivî û got: “Zîlan pêngaveke nû ya têkoşînê ye. Di sala 1996’an de bedena xwe di nava dijmin de teqand. Wê demê em di girtîgehê de bûn. Wê demê televîzyon û rojname tune bû, lê me fêm kir ku çalakiya fedayî pêk aniye. Zîlan di şerê hebûn û tunebûnê de xeteke nû afirand. Di demên dijwar ên têkoşînê de derket holê. Ji bo Rêberê azad û Kurdistana azad xwe di nava dijmin de teqand û gihîşt şehadetê. Ruhê fedaî ya Zîlan bû kevneşopî û hişt ku têkoşîn bi pêş bikeve. Tu carî xiyanet qebûl nekir. Ruhê têkoşînê bi şehîdan re derket holê. Têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê bi saya şehîdan e.”

Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Toulose

Li bajarê Toulouse yê Fransayê ji bo Zîlan (Zeynep Kinaci) a ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya fedayî pêk anî, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Merasîma bîranînê di kesayeta şehîd Zîlan de ji bo şehîdên meha Hezîranê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Toulouseyê di bîranînê de axaftinek kurt kir. Bîranîn bi pêşandana sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan hatibû amadekirin, berdewam kir.

Bîranîn bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Reims

Li bajarê Reims ê Fransayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Komîteya Malbatên Şehîdan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Reimsê ji bo şehîd Zîlan çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî û dostan wan tevlî merasîma bîranînê bûn.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.  Di bîranînê de li ser têkoşîn û sekna fedayî ya şehîd Zîlan axaftin hatin kirin.

Di bîranînê de sînevîzyon hat pêşandan. Bîranîn bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Ermenîstan

Yekîtiya Jinên Azad a Elegezê di 28’emîn salvegera çalakiya fedaî ya Zeyneb Kinacî (Zîlan) ku di sala 1996’an de li dijî dewleta Tirk pêkanî, bi civînekê bi bîr anî. Li qada civînê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîd Zîlan hatin daliqandin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di civîna bîranînê de li ser navê Yekîtiya Jinên Azad Natelan Saboyan, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û bavê şehîd Rûkanê Mîlo di bîranînê de axivîn. Di axaftinan de bal kişandin bi ser çalakî û kesayeta şehîd Zîlan û ev tişt hatin gotin: “Di şexsê şehîd Zîlan de em hemû şehîdên meha Hezîranê bi bîr tînin. Şehîd Zîlan ji bo me xeta azadiya jinê û gelê Kurd e.”

Di civînê zaroka bi navê Zîlan helbestek li ser şehîd Zîlan xwend. Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Mannheîm

Meclîsa Gel a Herêma Mannheîmê û KOMAW’ê di 28’emîn salvegera çalakiya fedaî ya Zeyneb Kinacî (Zîlan) ku di sala 1996’an de li dijî dewleta Tirk pêkanî, bi merasîmekê bi bîr anî. Li qada bîranînê wêneyê Zîlan hatin danîn û find hatin vêxistin.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê KOMAW’ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku Zîlan (Zeynep Kinaci) berî 28 salan ji bo vale derxistina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giyanê xwe feda kir û bi dehan leşkerên payebilind ên dewleta Tirk a dagirker kuşt.

Axaftvanan anî ziman ku eger em îro rihet tevdigerin, ev bi saya Zîlan û hezaran şehîdên fedayî ye.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.