7 Eylül, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roj roja gotina ‘bijî rûmet bimire îxanet’ê ye

Divê her kurdek bizanibe ku êdî tu hincet nikare ser îxaneta Barzaniyan û KDP’ê nixumîne. Li rex malbata Barzanî û KDP’ê cih girtin an jî piştgirî dayîna şebekeya îxanetê jî îxanet e.

Kurdistan û gelê kurd di pêvajoyek gelek dîrokî de derbas dibe. Şerê rizgariya neteweyî û êrîşên dagirkeriyê bi her alî ve kûr dibin. Ji bo gelê kurd jî ji bo dagirkerên Kurdistanê jî pêvajoya man û nemanê tê jiyîn. An gelê kurd dê nîrê koletiyê têxe stûyê xwe û bi taybetî pêvajoya tevkujiyê bi encam bibe; an jî dê gelê kurd xwe bigihîne rizgariya neteweyî û dagirkeran têk bibe. Ji bo vê hem Tevgera Azadiya Kurdistanê û hem jî dagirkerên xwînmêj hemû hêza xwe seferber dike.

Bi taybetî dagirkeriya tirk bi tevahiya hêza xwe êrîş dike. Dixwaze pêvajoya tevkujiyê ya li hemberî gelê kurd temam bike û Kurdistanê heta hetayê bike axa tirkan. Ji bo vê bi herkesî re hevdîtinan dike, tawîzan dike û derfetên xwe seferber kirine. Bi kurtasî dijmin dijminiya xwe dike. Tiştek em ji wan re bêjin nîne, ji ber ku tiştek em li hemberî wan bikin heye. Ew jî cezakirin û têkbirina wan e. Ji ser axa xwe cehenimandina wan e.

Di demek ev qas zehmet û dîrokî de divê her kurd berî her tiştî pêşiyê li xwe binêre. Aliyê xwe û girêdayî vê yekê helwesta xwe zelal bike. Di sedsala pêşiya me de em dê azad bijîn an kole bimînin û tune bibin. Em ê li hemberî êrîşên dagirkeran serê xwe bitewînin an em ê gotina xwe bêjin. Em ê li hemberî xayînan bêdeng bimînin an em ê xayînan teşhir û bêbandor bikin.

Yên hêj aliyê xwe zelal nekirîn divê bizanibin li Kurdistanê bi têkoşîna Tevgera Azadiyê her tişt zelal kiriye. Xetên di navbera azadî û koletiyê; rûmet û îxanetê kûr û stûr kişandine. Li gorî van pîvanan du xet hene li Kurdistanê: xeta azadî û xeta îxanetê ye. Kurdên kole û kurdên azadîxwaz heye. Beşek û aliyek din nîne. Em ê yan xeta azadî û kurdên azad tercih bikin; an jî em ê bişimitin xeta koletî û îxanetê.

Îro li Kurdistanê di şerê rizgariya neteweyî, azadî, hebûn û nebûnê de Tevgera Azadiyê xeta kurdên azad; KDP û malbata Barzanî jî xeta koletî û îxanetê temsîl dike. Di demek gelê kurd di şerê man û nemanê dide de, li rex dijminan li hemberî gelê kurd şer dike. Axa başûrê Kurdistanê parçe parçe teslîmî dagirkeriya tirk dike.

Bi vê yekê jî namîne îxaneta xwe bi bênamûs û bêşerefiyê dixemilîne li pêşiya mûfrezeyên dagirkeran êrîşî kurdê azad dike. Ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî û eşîrî pêşeroj, azadî û rûmeta gelê kurd difiroşe dagirkerên Kurdistanê. Bi salan çawa dewlemendiyên Kurdistanê mêtin; niha jî hewl dide xwîna kurdên azad bimêje.

Mala Barzanî û KDP êdî îxanetê bi veşarî nake. Li berçavên hemû kurdan û cîhanê dike. Nobedarî û pêşengiya dagirkeran dike. Ji bo wê tu kurdên bi rûmet, bi şeref, xwedî wijdan û azadîxwaz nikarin çavên xwe li vê rewşê bigirin. Kurdên dengê xwe li hemberî vê rewşê bilind neke, helwest nîşan nede û îxaneta Barzaniyan û KDP’ê teşhîr neke, bivê nevê dibe aliyê îxanetê.

Divê her kurdek bizanibe ku êdî tu hincet nikare ser îxaneta Barzaniyan û KDP’ê nixumîne. Li rex malbata Barzanî û KDP’ê cih girtin an jî piştgirî dayîna şebekeya îxanetê jî îxanet e. Heta bêdengiya li hemberî îxanetê jî piştgiriya îxanetê û girêdayî vê yekê îxanet e. Ji bo vê divê her kurd îro helwesta xwe û aliyê xwe zelal bike. Riya vê jî ew e ku her kurdek niha gotina xwe bêje û li dîrokê tomar bike. Nexwe sibê dê dereng bibe. Serketina îxanetê serketina dagirkeriyê ye. Serketina dagirkeriyê temambûna pêvajoya tevkujiya gelê kurd û tunebûna Kurdistanê ye.

Ji bo wê roj roja gotina, ‘Bijî azadî, bimire koletî’, roj roja gotina, ‘Bijî rûmet bimire îxanet’ê ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê