20 Haziran, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojava dê dîsa li cîhanê bibe mînak

Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Rûken Brahîm anî ziman  ku bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan xwerêveberiyeke demokratîk ava kir, dê niha jî bi hilbijartina demokratîk bibe mînak.

Li kantona Cizîr, Dêrazor, Reqay, Firat, Minbic, Efrîn-Şehbayê û kantona Tebqayê 6 bajarên mezin, 40 bajêr û 105 bajarok hene. Ji xeynî Efrînê û bajarokên wê, Girê Spî û Serêkaniyê ya di bin serdestiya dewleta tirk de, dê bi tevahî li 134 şaredariyan hilbijartin pêk bên. Bi giştî 30 partiyên siyasî dê beşdarî hilbijartinê bibin. Tifaqa bi navê, “Tifaqa Gelan û Jinan Ji bo Azadiyê” ji 22 partî û rêxistinên ku PYD, Kongra Star, Partiya Suriyeya Pêşerojê, Koma Jinên Zenubya jî di nav de heye, pêk tê. Tifaqa bi navê “Tifaqa Em Bi Hev Re Ji bo Xizmetguzariyek Baş” ji 5 partiyan pêk tê. Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Mele Brahîm têkildarî hilbijartina 8’ê Tebaxê ji Rojnameya Xwebûnê re axivî.

Hûn dikarin qala xebat û pergala hilbijartinê bikin?

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan piştî Hevpeymana Civakî hat îlankirin. Di 28’ê Sibata 2024’an de hat avakirin. Piştî Komîseriya Bilind a Hilbijartinê li pêş Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi xebatan kir. Gelek civîn pêk hatin. Piştî civîna Komîseriya Hilbijartinê ya fermî di 28’ê adarê de biryar hat dayîn ku hilbijartinên şaredariyan bên lidarxistin. Li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyeyê cara yekemîn e hilbijartina bi vî rengî dê pêk bê. Beriya niha hilbijartin çêbûn. Di 2017’an de hilbijartin pêk hatin. Lê ev tenê li ser asta Rojava û bakurê Sûriyeyê bûn. Bi sînor bûn. Lê niha bi hevpeymanek nû, bi hevpeymaneke civakî hilbijartin tên çêkirin.

Berê çawa bû niha çawa ne?

Pergala şaredariyan tê guhertin. Beriya niha desteyên şaredariyan li her kantonê hebûn. Şaredarî girêdayî wê desteyê bûn. Lê niha hevşaredar û meclis bi hilbijartinê tên hilbijartin. Piştî hilbijartinê dê hevşaredar bên diyarkirin. Di nava meclisê de dê buroyên cuda bên avakirin. Buroya jinan û li gorî pêdiviyan buroyên cuda dê bên avakirin. Yên ku bajaran bi rêve dibin û pergala  bajaran datînin şaredarî ne, ji bo wê jî hilbijartin pêwist e. Ji ber şaredarî raste rast xizmeta bajar û gel dikin, divê gel şaredar û meclisên xwe hilbijêrin. Dê şaredarî serbixwe bin.

Heta niha beriya Zagona Dabeşkirinên Îdarî, 121 şaredarî li ser axa bakur û rojhilatê Sûriyeyê bûn. Lê niha dê 134 şaredarî bi hilbijartinan bên birêvebirin. Niha komîseriya hilbijartinê amadekariya hilbijartina 134 bajaran kiriye. Di bin baneyê komîseriyê li bajarok heta bajaran komîteyên hilbijartinê hatine avakirin. Li gorî Zagona Dabeşkirina Îdarî li ser her kantonê komîteya hilbijartinê heye. Barê herî kiran li ser pişta Komîseriya Bilind û kamîteyên bajar û bajarokan in. Komîteyan hem namzed diyar kirin û hem jî hilbijêr diyar kirin. Hemû karên hilbijartinê yên bajar û bajarokan ji aliyê komîteyan ve hatin amadekirin. Belgeyên fermî ji Komîseriya Bilind re rêkir. Komîteyên hatine avakirin demkî ne. Tenê ji bo hilbijartinê hatine avakirin. Lê Komîseriya Bilind a ku ji 20 kesan pêk tê û 10 jin, 10 mêr in li ser karê xwe dimîne. Komîseriya Bilind li gorî demokrafiya kantonan nûneran di nava xwe de vedihewîne. Vîna 7 kantonan di nava Komiseriya Bilind de cih digire. Mînak kantona Cizîrê ji 5 kes, kantona Reqayê ji 3 kes, kantona Tebqayê ji 2 nûneran pêk tê. Li gorî gelheyê nûner di nava komîseriyê de cihê xwe digirin.

3 çarîk komîseriyê ji aliyê Meclisa gelan ve hatine diyarkirin. Çarîkeke wê ji aliyê Meclisa Edaletê ve li gorî Hevpeymana Civakî hatiye diyarkirin.

Di serî de serdana namzedan hat kirin. Kartên jimariyan li gorî serjimartinan hat diyarkirin. Heta niha jî ev kartên hilbijêran tên belavkirin. Komîn û komite van kartan li gel belav dikin. Heta niha ji sedî 80-85 kart hatine belavkirin.

Pêvajoya namzedan û hilbijêran çawa pêş ket?

Serlêdana namzedan heta 21’ê mehê hat dirêjkirin. Ji bo belgeyên xwe temam bikin û lêpirsînên li ser namzedan temam bibe. Piştî wê nav diyar bûn. Wekî buroya hilbijartinê bi daxuyaniyek fermî diyar kir ku êdî kesên bûne namzed dikarin xebatê xwe bikin û xebatên propaganda dest pê kiriye. Komîserî karê dengdanê amade dike. Niha komîteyên bajar û bajarokan dest bi şopandina kartên hilbijartinan kiriye. Navendên hilbijartinê tên amadekirin. Dê çend navend bên amadekirin? Dê çend sindoq bên danîn amadekariya wan tê kirin. Ji bo gel bi aramî û hêsan biçe ser sindoqan û zor û zahmetiyan nejî, mirovên nexweş, kal û pîr karibin biçin ser sindoqan em hewl didin navendên dengdanê zêdetir bikin. Niha 2 hezar 113 sindoq hatine amadekirin. Dîsa karên teknîkî ji hatiye amadekirin. Ji bo dengdanê du nushayên pûsûlayê hatin amadekirin. Pûsûlaya zer ji bo hevşaredar, ya spî jî ji bo endamên meclîsan hatine amadekirin. Çapkirina wan hatiye kirin. Em hewl didin bi dawî bikin. Kesên li ser sindoqan bin kesên mamoste ye. Dê li ser her sindoqekê 3 mamoste û yek jî alîkar hebin. Em di pêvajoyek ku êrîş zêde ne re derbas dibin. Ji bo wê me têkilî bi Hêza Ewlekariya Hundirîn re jî çêkir ji bo ewlehiya sindoqan. Dê navendên dengan û herêmê biparêzin. Em ber bi dawiya amadekariyan ve diçin. Komîseriya Hilbijartinê jî nû hatiye avakirin. Wekî komîseriyê armanca me serkeftina gel û tevlêbûna zêde ya gel e. Çiqas gel zêde biçe ser sindoqan dê hilbijartin ew qas serkeftî be. Dê ew qas bersivek xurt bide dijminê derve.

Hewldanên hêzên desthilatdar li dijî Rêveberiya Xweser çi ne?

Em dizanin dijmin û dewletên desthilatdar naxwazin rêveberiya xweser bi ser bikeve. Ji bo wê hewl didin pêvajoya hilbijartinê xera bikin. Ji ber vê yekê armanca me ya komîseriyê serkeftina hilbijartinan e. Namzed kî bi ser bikeve û kî derkeve ne pirsgirêk e. Ji ber ku em hilbijartinên demokratîk û edîlane pêk tînin.

Dema rejîmê hilbijartin çawa bû?

Cara yekemîn e li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinek bi vî rengî pêk tê. Dema rejîmê hilbijartin yek lîste û formalite bû. Hilbijêr biçin ser sindoqê û neçin ser sindoqê yek li şûna wan dengê wan bikar tîne. Cara yekem e her kes bi awayekî azad û bi nasnameya xwe diçe ser sindoqê û bi destê xwe deng bikar tîne. Li gorî vîna xwe ya azad dengê xwe dide kesên dixwaze. Çiqas gel biçe ser sindoqan ew qas pêvajo bi ser dikeve. Çûyîna gel ji sedî 70-80 dê encamek baş bi dest bixe.

Namzed li gorî çi diyar kirin?

Hêj kartên hilbijartinan tên belavkirin. Koçberî heye. Yên tên herêmê jî hene, yên diçin jî hene. Lê teqrîben hejmara hilbijartinê nêzî 2 milyon heta 2.5 milyonan hilbijêr heye. Em dibêjin nêzî 2 milyonan hilbijêr herin ser sindoqan erênî ye. Di aliyê namzedan de jî namzedên serbixwe hene û namzedên girêdayî partiyan hene. Nêzî 270 namzedên serbixwe hene. 4 partî bi navê xwe tev li hilbijartinê dibin. Dîsa 22 partî bûne tifaq û bi lîsteyekê dikevin hilbijartinê. Dîsa 5 partiyên din bûne yek û dikevin hilbijartinê. 2 lîste ji partiyên tifaqan namzed diyar kirine, 4 partî serbixwe û namzedên serbixwe hene. Hejmara namzedan 5 hezar 336 namzed hene. Ji van namzedan kî dengê herî zêde bi dest bixin ew dibin hevşaredar. Endamên meclisan jî li gorî demokrafiya wê şaredariyê tê diyarkirin. Hejmara meclisa şaredariyê li gorî gelheya herêmê ye. Ku gelhe 10 hezar be, hejmara endamên meclisê jî 16 kes in. Hejmara endamên meclisê ya herî zêde 40 kes in. Ji bo jimartina dengan pergalek heye. Pergalek cîhanî ye. Em ê li gorî wê pergalê bimeşin. Me pergala herî demokratîk hilbijartiye. Dibe kesên serbixwe jî biçin meclise, dibe kesên ji partiyan jî biçin meclise. Li gorî denggirtinê tên hilbijartin. “

Di navbera jin û meran de rêjeyek çawa heye?

Di lîsteyên partiyan de hejmara jin û mêr wekhev in. Ji bo kesên serbixwe jî nêzî 270 namzed hene. Lê divê ew jî serbixwe bin. Eger meclis 16 kes bin, divê ji 8 jin û 8 mêran bê avakirin.

Deklerasyona Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbyayê dê bandorek çawa bike?

Bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşa jinê tê nasîn. Ji ber ku jinan berdêlên pir giran dan û pêşengtî ji vê şoreşê re kir. Jin bi xwe biryaran dide û bi xwe rêveberiya jinê diyar dike. Li ser asta Rojhilata Navîn cara yekemîn e bi vî rengî hilbijartinek ku vîna jinê li pêşe tê kirin. Jinê xwe îspat kir û mohra xwe li şoreşê xist. Jinan pêşengtiya şoreşê kir û şoreşê bi rê ve dibin. Jinê vîna  xwe ya jin derxist holê. Jinê dengê xwe da jinê ku karibe di şaredariyan de bibe hevserok an jî endamek meclisa şaredariyê ku karibe nûnertiya wê bike. Bi hezaran jin şehîd bûn û bi saya wan em gihîştin vê astê. Em bûn mînak ji jinên cîhanê re. Jin serbixwe ne, nakevin bin bandora tu kesî û vîna azad diparêzin.

Ev model dê bibe mînakek çawa?

Ev hilbijartina pêş dikeve bi beşdariya hemû pêkhatiyan pêk tê. Di nava pêkhateyan de kurd, ereb, suryan, çerkez, ermen û tirkmen hene. Vîna hemû pêkhateyên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di vê hilbijartinê de derdikeve holê. Li gorî demokrafiya her kantonekê vîna pêkhateyan jî derdikeve holê. Li asta cîhanê cara yekemîn e pergalek wisa dikeve meriyetê. Berê reng û alek bû, niha vîna her kesî derketiye holê. Heta nûnertiya olên cuda heye. Me demokrasiyek rastî îspat kir. Îro hin pêkhate di hilbijartinê de bi ser nekevin jî dê dîsa karibin biçin meclisê. Ji sedî 60 bi rêya  hilbijartinê diçin meclise, ji sedî 40 jî hemû bawerî, nasname û pêkhate dikarin vîna xwe di meclise de bibînin.

Em bi hevî ne ku ev pergal ji bo cîhanê bibe mînak. Îro herêmên din jî piştgiriyê didin vê pergalê. Ew jî vê mînakê dixwazin.

Zextên Tirkiyeyê tê çi wateyê?

Tirkiye ne tenê îro gefan dixwe. Ji roja Rêveberiya Xweser hatiye avakirin heta îro gefan dixwe. Dibêjin Rêveberiya Xweser dixwaze xwe ji Sûriyeyê qut bike. Lê em dibînin ku yê Sûriyeyê parçe dike û axê ji Sûriye qut dike Tirkiye ye. Mînaka vê yekê jî Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Ezaz, Bab, îro bi destê Tirkiyeyê ji Sûriyeyê hatiye qutkirin. Tirkiye îro dixwaze xewn û xeyalên xwe yên Osmaniyan zindî bike û Sûriyeyê parçe bike. Lê me wekî Rêveberiya Xweser xwe qet ji Sûriyeyê qut nekiriye. Em her tim ji bo aramiyê têdikoşin. Lê îro Erdogan gefan li me dixwe. Lê yê Sûriyeyê parçe dike Tirkiye ye.

Çima hilbijartin taloq kirin?

Li ser xwesteka partiyên siyasî me hilbijartin taloq kir. 22 partiyên siyasî, tifaqa ku ji 5 partiyan pêk tê, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê û Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi belgeyên fermî xwestin paşve bixin. MSD sîwana hemû partiyên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Li ser vî esasî xwestin xwe bigînin hemû civakê û hemû beşên civakê tev li hilbijartinê bikin û baştir propaganda hilbijartinê bikin belgeyên fermî ji me re rêkirin. Li ser van daxwazan civîn pêk hat. Piştî civinê daxwazên wan hatin qebûlkirin. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan daxuyanî dabû. Xwestibû hemû hêzên navdewletî çavdêriyê bikin û bibînin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa amadekariyê dikin. Ji bo heyetên van dewletan werin û çavdêriyên xwe bikin ji bo wê jî demek dixwaze. Ev alî jî li ber çavan hat girtin û biyara hilbijartin 8’ê tebaxê de pêk bê hat girtin. Dê hilbijartineke demokratîk pêk bê.

Rûken Mele Brahîm kî ye?

Di sala 1988’an de li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê ji dayik bûye. Karê ragihandinê kir. Piştre derbasî ragihandina jin bû. Piştî 2014’an de Rêveberiya Xweser hat avakirin, tev li Komîseriya Bilind a Hilbijartina kantona Cizîrê bû û demek dirêj li wir ked da. Heta 2019’an Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Kantona Cizîrê bû. Heta 2024’an Cîgira Desteya Jinan bû. Niha Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.