24 Haziran, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Buldan: Tirkiye bi hemû çekên qedexe êrîş dike

Rojnameger Keser Buldan êrîşên Tirkiyeyê ku li dijî herêmê berdewam dike nirxand û diyar kir ku Tirkiye li gel piştgiriya PDK’ê û hemû çekên qedexe yên kîmyewî dîsa nikare bi ser bikeve.

Êrîşên Tirkiyeyê yên bi çekên kîmyewî ku li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê pêk tîne berdewam dike. Êrîşên Tirkiyeyê ku ji 17’ê Nîsana 2022’an de dest pê kiribûn bê navber û bi alikariya KDP’ê didome. Tirkiyeyê heta niha li dijî qadê bi hezaran caran çekêm kîmyewî bikar anî. Tevî ku hemû cûreyên çekên kîmyewî bikar tîne jî encama ku dixwaze bi dest naxe. Tirkiye ji ber ku encama dixwaze bi dest naxe serî li rêbazên din û hevkarên nû dide. Li aliyekî bi rayedarên Irakê re, li aliyekî bi rayedarên Îranê re û li aliyê din bi rayedarên PDK’ê re hevditinên dîplomatîk berdewam dike.

Li gorî daneyên 5 mehên 2024’an, Tirkiyeyê hezar û 199 caran bi balafiran êrîşî herêmê kiriye. 64 teqemeniyên qedexe bikar anîne. Dîsa 113 caran bi SÎHA yên bi teqemeniyên qedexe êrîşî herêmê kiriye. 83 caran bi helikopteran û 287 caran jî çekên kîmyewî bikar anî. Bi giştî hezar û 746 êrîş pêk anîn.

Rojnameger Keser Buldan ku şerê li herêmê dişopîne der barê êrîşên ku Tirkiye li dijî herêmê pêş dixe ji Ajansa Mezopotamyayê  (MA) re axivî. Rojnameger Keser Buldan anî ziman ku Tirkiye bi hevkariya PDK’ê êrîşan pêk tîne û wiha got: “Tirkiye li gel hevkarê xwe PDK’ê li herêma Avaşin, Metîna, Zap, Xakurkê û Garê şer berdewam dike. Tirkiye bi hemû çekên qedexe û hemû hêza xwe êrîşî axa Kurdistanê dike. HPG jî li dijî êrîşên Tirkiyeyê bi teknîka nû bersîvê dide. Tirkiye di êrîşan de qadên sivîl jî dike hedefa xwe. Li gorî daneyên HPG’ê ji sala 2021’an heta niha gelek çekên kîmyewî û qedexe bikar anî. Çekên ku dikeve sînorê sûcê mirovahiyê bikar anîn. Li gorî rapora HPG’ê ya 2021’an, Tirkiye 367 caran çekêm kîmyewî bikar anî. Di 2022’an de jî 3 hezar û 280’an çekên kîmyewî bikar anî. Di sala 2023’an û di sala 2024’an de hejmara bikaranîna çekên kîmyewî zêdtir kirin. Êrîşên hovane yên li dijî gelê Kurd tenê parçeyek xuya dike. Li herêmê di heman demê de êrîşek li dijî mirovahiyê pêş dikeve.”

PDK hevkariyê dike

Buldan, destnîşan kir ku dema Tirkiye van êrîşan pêk tîne bi hevkariya PDK’ê van êrîşan pêk tîne û wiha berdewam kir: “Tirkiye li herêmê karê dîplomasî dike. Bi taybetî li Bexda û Hewlerê dîplomasî zêde kiriye. Tirkiye ji ber têkçûna xwe ya li dijî kurdan tehamul nake lêgerîna xwe ya dîplomasiyê û hevkariyê zêde dike. Tirkiye serkeftina ku difikiri û dixwest bi dest nexist. Tirkiye li gel çekên kîmyewî û hevkariya KDP’ê dîsa tişta dixest bi dest nexist.”