16 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Dal: Ez têm tecrîdkirin

Rojnameger û Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal ku li Bakirkoyê di hucreyê de ye, rêveberiya girtîgehê daxwazên wê bê bersîv dihêlin.

Rojnameger Esra Solîn Dal a ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di hucreya yekkesî de tê ragirtin, ji bo derbasî qawîşê bibe daxwaznameyan dinivîse lê bersiv nayê dayîn. Rewşa rojnameger Dal nîşaneya helwesta îktîdarê ya li hemberî Çapemeniya Azad a Kurd e.

Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, Tirkiye di hêla zext, taciz, gef, tundiya fizîkî, binçavkirin, girtin, lêpirsîn û dozên li hemberî rojnamevanan de, di nav 180 welatan de di rêza 165’an de ye. Herî dawî di 22’yê nîsanê de, di salvegera derketina rojnameya Kurdistanê de 9 kedkarên Çapemeniya Azad a Kurd hatin binçavkirin. Ji 9 kesan Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayûmat di 26’ê Nîsanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Di tecrîdê de tê ragirtin

Ji roja hat binçavkirin heta îro Dal bi “Muameleyekî taybet” re rûbirû dimîne. Dal li girtîgehê rastî lêgerîna tazî hat. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn di 30’ê nîsanê de derbarê mijarê de çû serdana Dal. Keskîn destnîşan kir ku Dal ji ber nûçeyên tecrîd û cînayetên jinan girtî ye û got: “Niha jî di tecrîdê de tê ragirtin.”

Enstîtûya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI), Komeleya Medya û Xebatên Hiqûqê (MLSA), Navenda Azadiya Çapemenî û Medyayê ya Ewropayê (ECPME) û Yekitiya Rojnameger û Weşangerên Nûçeyan a Cîhanê (WAN-IFRA) jî di nav de 27 saziyên çapemeniyê yên navneteweyî heye, têkildarî girtina rojnamegeran de daxuyanî dan û helwesta îktîdarê rexne kirin û gotin: “Divê îktîdar dev ji hedefgirtina medyaya kurd berde.”

Tacîza darazê nayê qebûlkirin

Endama Sendîkaya Rojnamegeran a Almanyayê Sylvia Kuck jî berketên xwe ya li hemberî êrîşên li ser rojnamegeran anî ziman û da zanîn ku pergalên ku rojnamegeriyê wekî gefekê dibînin, ew pergalên otorîter in. Şêwirmenda Tirkiyeyê ya PEN International Carlonie Stockford jî destnîşan kir ku taciza darazê nayê qebûlkirin.

Rojnameger Dal, ji roja hat girtin heta niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di hucreya yekkesî ya 6 metrekareyan de tê ragirtin. Her wiha daxwaza Dal a ji bo derbasî qawîşê bibe jî nayê bersivandin. Parêzerên wê jî dan zanîn ku careke din daxwaza Dal a derbasbûna qawîşê bi binceta “Sedemên ewlehiyê” hatiye astengkirin.

Rojnameger Solîn Dal di nameya xwe ya ajansa MA’yê re şandî de wiha bal kişandibû ser pêvajoya binçavkirin û rewşa girtîgehê: “Ji roja ez anîme vir, ez di hucreyeke yekkesî de têm tecrîdkirin. Min gelek caran pirtûk xwestin lê hê jî nedane min. Ji bo derbasî qawîşê bibim min du caran daxwazname nivîsand, lê ne bi devkî ne jî bi nivîskê tu bersiv nedan min.”

7 rojnamegerên jin girtî ne

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) her meh rapora binpêkirina mafên rojnamegerên jin parvedike û bal dikişine ser zextên li ser rojnamegerên jin. Di rapora meha nîsanê de hat aşkerakirin ku 7 rojnamegerên jin niha girtî ne. Rojnemeger Derya Ren, Esra Solîn Dal, Elîf Ersoy, Hatîce Duman, Ozlem Seyhan, Tulay Canpolat û Selamet Turan ji ber kar û barê rojnamegeriyê girtî ne. MKG, di rapora xwe de bang li îktidarê kir û xwest ku astengiyên li pêşiya azadiya ramanê û çapemeniyê bê rakirin û hat destnîşankirin ku rojnamegerî ne sûc e.