16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Sara Tavusî li Îranê çawa jiyana xwe ji dest da?

Rojnameger Sara Tavusî ku wêneyê kurê Cîgirê Serokkomar Mohammed Reza Aref ê tev li civîna hikûmetê bûbû kişand, bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da. Vê bûyerê pirsa çima û çawa jiyana xwe ji dest da, di hişê mirovan de hişt?

Rojnamevana Îranî Sara Tavûsî bi awayekî guman jiyan xwe ji dest da. MirinaTavûsî ya piştî ku wêneyê kurê Cîgirê Serokkomarê Îranê Mohammed Reza Aref Hamîdreza Aref di 3’yê îlonê de tev li civîneke hikûmetê bû, parve kir, pirs di hiş û aqilan de hiştin. Li gorî gorî fermiyetê diviyabû kurê Cîgirê Serokkomar Mohammed Reza Aref, Hamîdraze Aref tev li civînê nebûya. Rojnameger Sara Tavusî jî wêneyê dema Aref tev li civînê bûyî kişand û nûçeya wê parve kiribû. Piştî parvekirina wêne û nûçeyê, Tavusî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

Piştî nûçegihana sporê Tavusî wêneyê Aref parve kirî, hikûmeta Îranê têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Di rûniştina behsa xeberê de kişandina wêneyan qedexe bû. Diviyabû rojnamegerê wêne ne kişandibûya. Êdî dê destûr neyê dayin kesê behsa xeberê beşdarî civînan bibe.”

Demekî kin piştî daxuyaniyê, Tavusî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniya ewil a têkildarî mirina Tavusî de sedema mirina wê weke ketina xwarê ya ji cihekî bilind hate nîşandan. Lê belê di belgeya mirinê de weke qezaya trafîkê hate nîşandan. Nîqaşên têkildarî mirina rojnamegerê hêj didomin.

Tê gotin ku Hamîdreza bi saya têkiliyên siyasî yên bavê xwe dewlemend bûye û jiyana xwe bi rantê didomîne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê