21 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Romana Yaşar Eroglû ‘Berbang 1’ ji Weşanên J&J derket

Romana nivîskar Yaşar Eroglû ya bi navê Berbang 1 di meha derbasbûyî de derçû. Romana Bebang li gorî cureyê wêjeyê bi awayê realîzma civakî hatiye honandin.

Berbang 1 civaka kurd a gundewar a 50-60 sal berê vedibêje. Ji gelek aliyan ve lêpirsîn û dahûrandina civakê dike; civak kurd a beriya 50-60 salan çawa bû, çi dikir, ji aliyê fikirandin, têkilîdanînê ve rewş û asta wê çi bû lêpirsîn dike û dadihûrînê.

Di serî de rewşa zayendî çawa bû; jin û mêr çawa nêzî hev dibûn, têkildariya wan xwe bixwe re, bi hev re û civakê re çawa bû, civak çawa nêzî jinan dibû, weke hêmayekî rewşa wê di civakê de çawa û çi bû, bi bêjinga lêpirsîn û dahûrandin-analîzê re derbas dike. Her wiha ji aliyê bawerî, namûs, têkiliyên bi dewletê re, çawa dijî, çawa difikire, zêdetir berê wê ber bi ku ve ye û gelek mijarên bi vî rengî bi ziman û tevna wêjeyî digire dest.

Berbang 1 bi navê Xew hatiye binavkirin. Berî guherînên mezin nivîskar Yaşar Eroglû dixwaze rewşa civakê weke di tariya hiş de bisayeşîne. Ji ber wê ev teqabilî xewê nîşan dide ku ew jî kûrhişî-binhişiya civakê ye.

Nivîskar van têkiliyên civakî di navbera çar demsalan de bi zimanekî wêjeyî yê xurt dinitirîne.

Di dawiyê de bi gotina; “Bi kuştin-mirinê ve kêm dibûn, bi gayîn û mayînê ve zêde dibûn” kurteya romanê diderbirîne û berê lehengê romanê dide bajêr.

Bi vî awayî derî bi cîlda duduyan re vedike. Berbang 1 Xew pencereyeke rastiyên civaka kurd a herêma Serhedê li pêş çavên xwîner radixe.

Berbang 1 Xew ji 251 rûpelê pêk tê, ji Weşanên J&J derketiye.