20 Haziran, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şagirtên Ma Musîcê deng vedan

Li Amedê 6’emîn Rojên Ma Musîcê ku pêk hat, diyarî hunermend Rênçber Ezîz kirin. Beşdarên bernameyê û malbatên şagirtan bi kelecaneke mezin hunera Şagirtên Ma Muzîkê temaşe kirin.

Di demên dawî de ji aliyê saziyên çandê yên kurdî gelek çalalkiyên cihereng ên çand û hunerî tê pêşxistin. Di rojên borî de mîhrîcana şanoyê û niha jî rojên muzîkê pêk tên. Li Amedê 6’emîn Rojên Ma Musicê di 1’ê hezîranê de li Qada Bajêr (Kent Meydani) dest pê kir û heta 12’ê hezîranê berdewam kir. Di çarçoveya bernameyê de konser, performansên solo, dengbêjî, mezûniyeta xwendekaran û panel hatin lidarxistin. Rojên Ma Musicê Ma Musicê diyarî bîranîna hunermend Rênçber Ezîz hat kirin ku ji bo hunera kurdî kedeke mezin daye.  Bi taybeti jî şagirtên Ma Muzîkê bi huner xwe bala her kesî kişand ser xwe. Hem weletiyên ku beşdarî bernameyê bûn, hem jî malbatên şagirtan bi kelecaneke mezin hunera Şagirtên Ma Muzîkê temaşe kirin.

Bernameya ku li Qada Bajêr bi şahiya şagirtên Ma Muzîkê dest pê kir di rojên cuda de li mekanên cuda û bernameyên  cuda berdewam kir.  Di çarçoveya bernameyê de gelê Amedê û hunerhezan eleqeyek mezin nîşan da. Bi taybetî jî pîştî di atmosfereke tund a siyasî ya li ser civakê çalakiyên bi vî rengî yên hunerî bû sedema bêhn vedanê giyanî.

Bernameya herî dawî ya fînalê diyarî berxwedana Colemêrgê kirin

6’emîn Rojên Muzicê ya Ma Muzicê ku ji bo bîranîna Hunermend Rênçber Ezîz li dar xistin, fînala xwe bi konsera Koma Ma, li Navenda Kongreyê ya Sezaî Karakoçê bi dawî kir. Bi sedan kes beşdarî konserê bûn.

Konsera Koma Ma, bi strana Rençber Êzîz dest pê kir. Piştî konserê plaket dan malbata Rençber Ezîz, Koma Ma, NÇM, Hevşaredara Mêrdînê Devrim Demir Sanatça Organizasyon û Adar Bozaner.