10 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şahmaran

Ayhan Erkmen
Ayhan Erkmen
Ax! Welato

Şahmaran qedera xwe zan e, dê bi destê mirovan û bêbextî bê kuştinê. Ji ber wê ye ku heya wê rojê xwe ji çavên mirovan parastibûye. Ê ku cihê wê zane bi tenê Canmest bûye.

Çîroka Şahmaranê ya bi efsûnî, di bîra gelên herêmê de bi şaxên cûr bi cûr tê ziman. Li Mêrdînê, Dêrsimê, Qersê, Îdirê û Tarsûsê geh ji devên çîrokbêjan, geh bi destên keç û bûkan bi nexşên qenewîçan û geh jî bi sebirê li ser zinaran xwe dide der.

Bajarê Mêrdînê li ser girekî hatiye avakirin, li bintara gir, ber bi deştê, devê çend şikeftan hene, li gorî ku nivîskar Azîz Devrimcî ji mezinên xwe bihîstiye; textê Şahmaranê di binê wî girê ku bajarê Mêrdînê li ser hatiye avakirin de ye. Devê wan şikeftên li bintara gir û ber bi deştê, digîhên textê Şahmaranê.

Dîsa li gorî gotinê di serdema Şahmaranê de, li Mêrdînê erdhejek pêk tê. Ji hewariya mêrdîniyan Şahmaran deng dide maran, hemû mar di binê hîmê bajarê Mêrdînê de dibin xelek, nahêlin ku bajarê Mêrdînê xerab bibe.

Canmestê kurê pîrê

Ez li vî bajarê efsûnî dû şopa Şahmaranê ketim. Li gorî gotinan; Canmest ji bo debara xwe û dayika pîr bi tevlî du hevalan diçe daristanê êzingan bîne. Her sê heval rastî bîreke hingiv tên. Hevalên wî ji bo hingiv derxin Canmest dadixin bîrê. Canmest elbê tijî hingiv dike, hevalên wî jî dikişînin jorê, lê dema ku hingiv xelas dibe, hevalên Canmest wî dernaxin, pişta xwe didinê û diçin. Canmest her çiqas hewl dide jî nikare ji bîrê derkeve. Çavê wî li kunekê dikeve, dema devê kunê fireh dike, derdikeve xasbaxçekî. Xasbaxçe bi gul û gubikan û av û çemikan wek koşeyekî bihuştê bûye. Dema bi heyran heyran lê digere, rastî textê Şahmaranê tê û bi matmayî lê dinêre.

Bedewiya Şahmaranê

Şahmaran heya pêsîrê jin e, berjêr mêr e, serê dêla wê serê marekî nêr e û ev mar Şahmaranê diparêze. Şahmaran pir bedew e. Taceke bi zêr û zîv û kevirên elmas û yaqût li sêrî ye, bi heman keviran gerdeniyek li gerdanê, bazinek li stuyê marê li dêla wê ye. Li hember bedewî û sawa Şahmaranê, ricifek Canmest digire, xwîdaneke sar ser dikeve, xwêdan ku sar dibe çermê wî pûl bi pûl dibe, dişibe kirasê maran.

Her ku Şahmaran xeber dide, Canmest wê tirs û xofê ji ser xwe diavêje, xwe di nav wê hebûna ku Şahmaran dibexşînê de winda dike, lê demekê şûnde bêriya dayika xwe ya pîr dike, dixweze vegere. Vê nêta xwe ji Şahmaranê re dibêje.

Şahmaran qedera xwe zan e, dê bi destê mirovan û bêbextî bê kuştinê. Ji ber wê ye ku heya wê rojê xwe ji çavên mirovan parastibûye. Ê ku cihê wê zane bi tenê Canmest bûye, naxweze Canmest vegere lê dike û nake, nikare fikra Canmest bigûherîne. Bi şertekî destûrê didê. Çi dibe bila bibe, hewce ye Canmest cihê wê ji tu kesî re nebêje.

Canmest bi vegerê dibihîze ku padîşahê wan nexweşketiye, hekîman jî gotine ku dermanê wî donê Şahmaranê ye lê tu kesek dewsa Şahmaranê nizane, an zanibe jî ji ber ku bêbextiyê neke nabêje.

Remildar ji padşêh re dibêjin; “Kê ku Şahmaran dîtiye, çermê wî wek kirasê maran pûl bi pûl e, em ê şêniyên bajêr bibin himamê, dema çermê kê pûl bi pûl be, wî Şahmaran dîtiye, bi rindî dewsa wê gotin bi xwe gotin, ger ku negotin em ê bidin gotinê.”

Dema Canmest dibin himamê dibînin çi, govdê Canmest pûl bi pûl e lê dikin û nakin Canmest nade ser xwe û cihê Şahmaranê nabêje. Dest bi tehdeyan dikin, Canmest di kerteya dawîn de deyax nade cihê Şahmaranê dibêje.

Ji bo mar tolê negirin

Dema ku peyayên padîşêh, tênê devê kuna ku dadikeve xasbaxçeyê Şahmaranê, Şahmaran ji bo ku dû kuştina wê, mar tola wê hilnedin û koka mirovan neqelînin, bi maneya xwedê giravî diçe şahiyê, ji ber çavên maran winda dibe. Bi kunê derketinê jî tê kuştinê. Her ku dengê def û zirnê li ser rûyê erdê belav dibe, mar hew zanin Şahmaran li şahiyê ye, hê jî li benda vegera wê ne; ger ku bêbextiyê haydar bin an jî li ser rûyê erdê, def û zirne lal bin, marên ji bo tolhildanê ji binê erdê, berê xwe bidin ser rûyê erdê.

Ji zarê Zeyneba Şêx Hesen

Ez çendek berê jî çûbûm bajarê Îdirê. Dayika bi navê Zeyneba Şêx Hesen. Ji min re got “Ayhan lawo tu çîrokan dibêjî lê çîrokeke malbata min jî heye, tu bixwezî ez ji te re bêjim.” Ez û çîrok, avê çeman dimiçiqe. Min ku jê rica kir, dayika Zeyneb dest pê kir.

Got; “Ayhan lawo, kalikê me yî Şêx Ubêt ji Îranê bar dike û tê gundê Tirkmanp yê Bazîdê bi cih û war dibe. Rojekê jê eyandibe ku sibetirê mêvanên wî yên giran ê bên. Ji keç û bûkên malbatê re dibêje “Şîrên êlê berhev bikin, mastekî bimeyînin, ji sibê re girareke dew amadebikin, mêvanên min ên giran ê bên. Dibe ku saya wan bikeve ser we, lê metirsin ji wan, zirar nagîhîje me.

Sibetirê, girara dew amadeye lê mêvan dereng mane ji ber wê Şêx Ûbêt bêhedûre, sebira wî nayê. Dema di kon de ye, keçeke malbatê, deng didê; “Keko, ewrekî reş û tarî ji jêr ve ber bi êlê tê. Dibe ku ev mêvanên te bin.”

Keko, dertê derve, ewrê reş û tarî tê û li ber wî disekine. Şahmaran pêşiyê ye, eskerên wî dû wî ne. Şahmaran jê re dibêje “Şêxê min, eskerên min nexweşin, min aniye ku tû efsûn bikî. Şêx wan efsûn dike û girarê vala dike ser sêlan. Mar wê girarê dixwin. Ji wan, hinek pak dibin, dê tevlî Şahmaran vegerin lê hinekê di ocaxa Şêx de bimînin. Ji berî çûyînê, Şahmaran di binê zimanê xwe de moriyekê derdixe û diyarî Şêx dike. Dibêje “Şêxê min, ev moriya haran e, morî bextê me ye, em ê zirarê nedin hev, kî ku bide, dê ji canê xwe bide. Tu yê bi vê moriyê ew kesên ku har bûne, pak bikî.” Şêx ku jê dipirse û dibêje “çawa?” Şahmaran dibêje,

“Ji malbata we, du keçên xama, dê çêlekeke zayî bigirin, guhanên çêlekê û devê golikê bi sê avên şêlû û heft avên zelal tefîl bikin. Dûre, wan bibin geliyekî wisa tenha ku bila kuzîniya seyan jî nebîhên, çêlekê bidoşin, moriyê bavêjin nava şîr û qasekî tev didin. Dûre, moriyê derxin, bi wî şîrî, hevirekî bikin, bi wî hevîrî, nanên sêlê bipetînin. Nanê xwe, bila ser sêlan raxin, bila rind hişk be. Ew kesên ku seyên har girtine û nexweş ketine, bila bînin ocaxa we, çil rojî perhîzê bidin kirinê, serê danê, bi tenê kerî nan bidin wan.”

Ocaxa Haran û Maran

Dayika Zeyneb di berdewamiyê de got: “Ayhan lawo, ji wê şûnde, navê ocaxa me, ocaxa Haran û Maran bû. Min bi çavên serê xwe dît, seyekî har, gundê cîran, 7 kes girtibûn, anîn ocaxa me, pakbûn û çûn. Diya min, dema bûka du salan e û kutoyek ber pêsîrê ye, êdî bi şaşî, çawa dike têjikekî maran dikuje, sibetirê kutoyê wê dimire. Mar, tim li ber seriyê keçên me, di nav porên me de radizan. Diya min pêşmala xwe werdigirt digot; ‘Keremke bimbarek keremke’ ew hildidan pêşmala xwe û dibir dervayî gund û digot; ‘Bikişe bimbarek bikişe’ mar dikişiya û diçû.

Min got: “Metê, mar hê jî di ocaxa we de hene.” Got: “Lawo 150 salî ji berî vê, mala me ji gundê Tirkman bardike û tên gundê Alqemera Îdirê. Maran li wir dihêlin lê sibetirê dema radibin dibînin ku mar ji dû wan hatine Alqemerê. Bîst salan ji berî vê, birayê min, mala bavê min hirşand û avahiyekî bi bêtonê çêkir, mar xeyîdîn û çûn, êdî tunene.”

Min got: “Moriya Haran çi bû?” Got: “Ji dû kalikê me, tim bi destê jinên malbatê heya min hatiye, niha li ba min e” Dît ku kelacanê min girt, got: “Ez ê derxim, tu yê bi çavên serê xwe nebînî lê destê xwe bidê.” Dema kîsikekî spî, qasî destekî, ji çenteyê xwe derxist, dayikeke temen mezin, li ba me bû, sê caran kîsik paş kir, min jî ji bo hurmetê, heman rîtûel pêk anî, peyre di nav kîsik de morî hilda destê xwe. Moriya Haran dişibiya reqema 6’an, binê wê gulover bû, qasî hêka hechecikan bû, serê wê tûj bû. Min ku rengê wê pirsî, got: “Keskê yaqutî ye.”

Welhasil çîroka min û Şahmaran dirêj e lê quncik kin e. Di turikê we de jî derbarê Şahmaranê de çîrok hebin ji kerema xwe ji ser hesabên min ên tevna civakî ragihînin min.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê