4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şanoya kurdî pêş dikeve

9’emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ku bi şîyara “Bi HEBÛNa xwe, bi XWEBÛN’a xwe” di 18’ê Nîsanê de dest pê kir, di roja 4’emîn de berdewam dike. Şanogeran di gotubêjê de anîn ziman ku şanoya kurdî her diçe pêş dikeve.

Şanoya Bajar a Amedê di çarçoveya mihrîcanê de gotûbêja bi navê “Şanoya kurdî ya  Rojhilatê” li ÇAND ma yê pêk anî. Di gotubêjê de Şanoger Erşak Reûf Gonbedî û Perwîz Ahmedî li ser rewşa şanoya kurdî ya Rojhilat axaaftin kirin. Gotubêj li eywanê pêk hat û gelek hunermend beşdar bûn.

Dengbêjan ziman û şano pêş xist

Di destpêkê de hunermend û şanoger Erşak Reûf Gonbedî li ser rewş û dîroka şanoya Rojhilat axivî û wiha got: “Zimanê kurdî bi xêra dengbêjên kurd û nivîskarên kurd xwe parast, niha bi şano vî zimanî bêtir diparêze û derbasî siberojê dike. Bi taybatî Şoreşa Mahabat di qada şanoyê de şoreşek ava kir. Dîsa rola hunermendên kurd li ser şanoya kurd gelek e. Bi taybetî Şanoya Gustîl û Qelen a li Eleqezê hat lîstin ji bo şanoyê bû destpêkek. Şanoya kurdî her ku diçe xwe nûjen û modern dike.”

Erşak Gonbedî bal kişand ser zextên li ser şanoya kurdî ya li Rojhilat û wiha bi dawî kir: “Zextên li ser şano yên li Urmiye û Rojhilat, li gorî Bakur zêdetir in. Lê dîsa şano gavên mezin avêtine.”

Serhildanên kurd bandorek li ser şano kir

Hunermend û şanoger Perwîz Ahmedî ewil bal kişand ser dîroka şanoya kurdî û wiha got: “Serhildanên kurdan di şanoyê de rolek muhîm lîstiye. Serhildana Agirî, Şoreşa Komara Mahabat û Serhildana Şêx Seîd bandorek mezin li ser pêşketina şanoya kurdî ava kir. Piştî şoreş û serhildanên kurd pêş ketin, şanoya kurdî jî pêş ket. Lê Rejîma Îranê rê li pêş vê yekê girt. Pergala yek ziman, yek çand û yek al li ser gel ferz kir. Piştî  Şoreşa Îslama Îranê ya 1979’an  dîsa di rê li pêş şanoya kurdî vebû. Ewil ziman bi farisî bû. Armanca van şanoyên hatin avakirin, xwestin bi zimanê farisî pêş bixin. Lê kurdan bi zimanê xwe jî şano pêş xist. Şanoya Saqizê ji bo pêşketina şanoya kurdî rolek mezin lîst.”

Herwîz Ahmedî da zanîn ku her diçe şanoya kurdî bêtir pêş dikeve û wiha got: “Em hêvî dikin ku kurmanc û soran bêtir ji hev fam bikin ku karibin di şanogeriyê de jî hevpariyek û yekîtiyek ava bike.”