8 Eylül, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Saziya Barzanî û stratejiya zahîr-î kelam û tabloya flografîk!

Hevkariya PDK, Saziya Barzanî û Xanedaniya Barzanî, bi dewleta Tirk re, bê gotin û bê fitû, meşrûkirina dagirtina herêma Başûrê Kurdistanê ye.

Tiştekî tesaduf nîne, her tişt li gorî xwezaya xwe û riwayetên xwe pêş dikeve.

Em di salvegera 12’mîn Şoreşa Rojava û salvegera 9’mîn komkujiya Pirsusê de ne. Her du bûyerên têkildarî hev, neynika bûyerên pirr arizî, têr şikestîk, tejî êş û paşerojan in.

Her bûyera serdema me, hem ansiklopedî ye, hem ferheng e, hem roman e. Ansiklopedî jî, ferheng jî, roman jî derfetan didin ku mirov tiştên nepenî bibîne û binirxîne.

Welhasil û hasilî kelam, ez ê balê bikişînim ser sê tiştan. Yek; Dema ku mirov birçî dibe, dest bixwarina laşê xwe dike. yanî bezên laşê xwe, karkarikên girêdana hestiyên skeleta laşê xwe dixwe. Dudu; Em Îttîhat û Terakî û mîratzadeyên wan, ehmeq, xeşîm û nezan nebînin. Îtîthat û Terakî weke repeturarek lîstik û kumpasan bû… Sisê; PDK û Malbata Barzanî, xiyanetê li kronolojiya bi xwîn ya gelê Kurd dike.

Pirtûka “STRAEJIYA NÛ YA PARTI DEMOKRATÎ KURDISTAN-IRAQÊ”; di destê min de ye. Pirtûk 198 rûpel e. Di nava weşana UD de li Stembol’ê hatiye weşandin. Stratejî bi zahirî-kelam hatiye nivîsandin. “Zahîr, gotinek erebî ye û tê wateya, tiştên têne dîtin û diyar û vekirî. Di ferhenga olî de, tê wateya, zelaliya delîlên şer’î!

Bi zimanekî hunerî jî em bêjin ku pirtûk, weke tabloyek fîlografîk e!

Em hinekî vekin; di rp 48’an de, beşê bi sernavê SAZIYA BARZANÎ heye û dibêje; “(…) têkoşîna bi nifşan a malbatê û welatparêziya aşîra ku zarokên xwe şiyandin eniya têkoşînê heye,” û dewam dike; (..) “Di xeta Tevgera Kurd ku Barzanî lîdertiya wê dike, xeta mafên gelê Kurd e. Û der barê mafên gelê Kurd de tavîzan nade”. (…) “Eşîreta Barzan têkildarî terîqata Neqşîbendî ye. Nirx û pîroziyên Îslamê li ber çavan digire.” Di, rp. 53’an de jî dibêje; “di nava “xanedaniya malbatê” de, ji sedema parvekirina mal û kursî, parçebûn çêbû û hinek ji ferdên malbatê çûne aliyê dijmin.”

Ev tabloya fîlografîk e, hûr hatiye ristin û çakûç hem li nal, hem li bizmar hatiye xistin. Nûçeyeke, der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê de dibêje; “Ji ber êrîşên dewleta Tirk a faşîst û palpişta wan a malbata Barzanî, di serî de xelkê herêma Behdînanê yên ku ew jî jana herî kûr a Enfalê jiyan e, car din heman jandariyê bi wan didin jiyîn û neçar dihêlin ku ji warên xwe koç bikin. Ango hewl didin dîroka resen a vî gelî ji holê rakin.”

Gotina “xanedanî”, ne tenê sinorên malbatê nîşan dide. Sînorên “nîvmonarşiyê” nîşan dide û “copy”ek pirr xerab û qirêj e!

Aliyê din; Misilman, nikarin li dijî mislmaman şer bikin û zilmê li wan bikin. Rastiyek din, dewlemendiya Barzanî dewlemendiya bi talana malê gel e. Edî her kes dizane û encama zahir-î kelam jî ew e ku, Rêveberên PDK, heta bi fermandarên komên herî biçûk yên têkildarî “xanedaniya Barzanî”, pirr dewlemend bûne. Ev jî bi saya “Saziya Barzanî û desturnameya veşartî ya xanedaniyê” çêbûye û berjewendiyên kesayetî û malbatî di ser berjewendiyên neteweyî re hatine girtin.

Em dewam dikin: Di rp. 46’an de, beşê bi nave SAZIYA BARZANÎ heye. Piştî dîrokek kronolojîk tê rêzkirin û weke bingehek kulture destnîşan dike. Kultur karê nifşan e û bi saziyên xelekî û piralî yên civakî, tore û parastina di çarçoveya dîsîplînek sosyolojîk de tê bidestxistin. Yanî “kult” nikarin culture saz bikin. “Kult”ên li nava PDK’ê hatine avakirin, bûne bingeh û çavkaniya berjewendiyên siyasî û aborî. Kult, her dem û li her cihî, dibine sedema kategotiyên ketî.

Şoreşgerî jî, li ser felsefeyek siyasî û sosyolojîk, bi kulturekê têne avakirin. Şorşegeriya PDK’ê, yan jî şoreşgeriya Saziya Barzanî û şoreşgerîya Îttîhat û Terakî, yan jî şoreşgeriya xanedaniya mîratzadeyên Îttîhat û Terakî, li ser hukumraniya “nîvmonarşî” hatine avakirin. Ji ber ku her du basik jî ne qral in. Û ne jî siltan in. Lê xwe wilo dibînin û hukumraniya xwe jî, bi entrîqeyan dimeşînin. Monarşiya Ittihat û Terakî jî, monraşiya Malbata Barzanî jî feodalî ye. Yek, paşverutiya pagantî ye, yek jî paşverutiye “copy” erebî ye!

Nivîskarê Frensî, Jean Lafîtte di romana berxwedana Fransa “Mirovên Çalekiyan” de dibêje; “Hemû edebiyatên cîhanê, dibêjin, dive kîn neyê girtin, zalîm û xerabî neyên xelatkirin, encama serketinê bi tesaduf û destînî-çartenusê re girêdayî nine. Têkoşîna gel esas e û gel wê edalatê sazkar bike.”

Di Saziya Barzanî de, pêşengên şoreşger ku dikaribin felsefe û tezên civakî derxînin hole nînin. Bêguman kultura tarîqatan heye. Lê nebûye malê gelên Kurdistanê. Li hemberî ku tarîqatên Kurdan, her dem pêşengiya civaka xwe kirine jî, di dema damezrandina Komara (!) Tirkiyeyê de, lewaz û xeşîm mane. Bi taybetî “Xanedaniya Barzanî”, li ser daxwaza rayedarên tirk, ku teva miratzadeyên Îttîhat û Terakkî ne, şoreşgerên Kurd, yen Bakurî û Rojhilatê Kurdistanê berteref kirine.

Em dewam dikin; Di beşê 5’emîn yê pirtûkê de stratejiya nû ya PDK’ê heye û di rp. 127’an de dibêje; (…) piştî berterefkirina faşîzm û Nazîzmê, partiya me, ji bo rizgarbûna gelê me ji paşverutî û nijadperestiyê were rizgarkirin û azadiya xwe bi dest bixe hate avakirin. (…) Xala 2’mîn a peyrewa partiyê ku dibêje; “Partiya me, temsiliya karkerên Kurdistanê, gundiyan esnafan, zenaatkar û rewşebîrên şoreşger dike û berjewendiyên wan diparêze.

Gelo rojnamevan û aktivîstên mafê mirovan ên di girtîgehên PDK’ê de ne hûrlêkirin û pêkanîna beşekî ji tabloya fîlografîk in! Gelo mirov dikare çi navî ji wan bike? Li gorî gotinên li jor, pirs di buyer û pêşketinên îro de, bersivê dibîne.

Gelo, welatparêz, aktivist, siyasetmedar û lêkolînerên ku bi destê MÎT’a Tirk û Parastin li kolanan hatine infazkirin, ne zahîr-î kelam in? Erê mirî naxivîn. Lê her şehîdê li kolanên Başûrê Kurdistanê, dîmenekî fîlografîk a civakê ye. Hem ansiklopedî, hem ferheng û hem romana serdema me ne û gelek tiştan vedibêjin.

Em têne ser beşê herî giring û dîrokî; ku sansasyon, rehika hesînî, şoreşa sansûrasyonê eşkere dike: Di rp 141’ê de, balê dikişîne ser peymanên xiyaneta Iraq û Iranê (lê behsa Tirkiyê nake) û dibêje; Ev peyman ji bo tunekirina gelê Kurd in. BAAS’ê bi rêbazên Naziyan êrîşî gelê Kurd dikin. (…) Gundiyên di navbera Zaxo û Duhokê de, bi zorê surgun kirin. (…) Gundiyên li qadên petrolê, yên li Kendiva û gundên di navbera Xanikîn û Derbendîhan de bi darê zorê valakirin. (…) Kerkuk parçe kirin, Tozxurman bi Tikritê ve girêdan. Nave dîrokî yê Kerkûkê kirin Te’mmî.

Ev tabloya îro ye û em kin û kurt bêjin: Doh, tankên BAAS’ê bi destê PDK’e hatine Hewlêrê. Îro jî, di dagirkeriya dewleta Tirk de, xanedaniya Barzanî hevkariya dewleta Tirk dike.

Di dubarekirinê de sud heye û em dubare dikin: Tu partî nikare ji sincê civaka xwe dûr bikeve. Azmuneya partiyan jî fraze-pratîka wan e. Dema di pirtûkê de behsa şoreşê tê kirin, mirov bi hêvî dibe, dema mirov temamî dixwîne û li firaza doh û îro dinêre, mirov dibîne ku hêvi kuştî ne. Aso tarî ye, rûdenek durengî, derew û teşqeleyên şermê hene…

Em dewam dike di rp 144’an de dibêje; “Pirtûkên têkildarî netewa Kurd, ên ku tiştên herî biçûk jî nivîsî ne, ji pirtûxaneyan rakirin û di pirtûkên din de jî paraçeyên têkildarî Kurdan teva derxistine. Bi rêbazên faşîzan û Naziyan, profesorên li Zanîngeha Silêmaniyê avêtin. Di dewsa wan de, sergerde û sewteliyên ku tu têkiliya wan bi zanistê re nine erkdar kirin.

Teatroyek heye û mirov dersan ji vê teatroyê bigire. Nêzîkatî, nirxandin, deşîfrekirin rast e. Lê lîstikek ku temaşevanan teva dirazîne, yan jî xilmaş dike heye.

Kurd, êdî ne bi çavên şerbîtî û kûl, ne bi berçavikên bergilan, bi çavên vekirî, saxlem û di çarçoveya nirxandinên felsefîk de li buyer û pêşketinan dinêrin. Edî, bi pîvanên makrospîk li pêşektin û bûyeran dinêrin.

PDK’ê di pirtûka stratejiya nû de, rp. 129’an de gotina “Desthilatdariya faşîst a Iraqê” bi kar tîne û destnîşan dike ku ew ê bi zanista sosyalîst, li dijî emperyalîzma ku êrîşî gelên Rojhilata Navîn dike têkoşînê bike. Rp. 152, “ji bo pêkanîna Tevgereke Neteweyî, bi yekgirtinek şoreşgerî ya hemû baskên civakî û ji bo berjewendiyên karker û kedkarên li bajar û gundan têkoşîna pêşverû pêwist e.

Komara (1) Tirkiyeyê, mîrateya paşayên Osmanî ye û ew paşa jî “kult”a emperyalîzma emperetoriya Ozmanî bûn û îro jî şûrê emperyalîzma cîhanî ne.

Em bi rengekî din bêjin: Ev gotin, çîroka şivanê derewîn e. Şivan heft caran mirovan dixapîne, lê cara heştan ew dibe nêçîr û xwarina guran. Eşqa mezin a bi mîratzadeyên Îttîhat û Terakkî re, ev çîrok e. Zanist-pisporek-lêkolînerekî Tirk, dibêje; “Bi Barzanî re hevkariya li dijî PKK’e, wê bibe sedema ku Kurd teva bibin alîgirên PKK’ê. Ya duyemîn jî wê bide xuyakirin ku artêş û dewlet, bi tena serê xwe nikarê bi PKK. Ev hişmendî wê bibe sedema gelek pêşketinên xerab û ne baş.”

Mesele û mînel acaîb û em dewam dikin; Rp, 159, “Partiya me, bi îdeolojiyek şoreşgerî, nunertiya çînê karker, gundî û rewşenbîran şoreşger dike. Ji ber ku di têkoşîna şoreşgerî de, çînê ku herî zêde kar dikin û di eniya herî pêş de cih digirin ev in. Hişmendiya ku temsiliya feodalên aşîretan dikin ji bilî berjewendiyên xwe bi tiştekî din nafikrin. Em bi tu awayî desturê nadin wan. Û em ê bi hêza cewherî ya gelê xwe têkoşînê bikin.”

Encama “nivmeşrutiya” 37 salên desthilatdariya PDK’ê û xanedaniya Barzanî, diktatoriyek eskerî ya bi cil û bergên sîfîl e. Idealên şoreşê û destketiyên raperîna ‘92’yan, yek bi yek ji hole hatine rakirin. Ev “nivmeşrutiyet”, di rewşeke xerab de “ithal”a, ji mîrektiyên Kendavê ye. Mîrekîtiyên Kendavê ji xwe û gelê xwe bihiştek ava kirine, mîrekîtiya li herêma Başûr jî, bo xwe bihiştek ji bo gel dojehek avakirine.

Kult’a li Başûrê Kurdistanê çerxa felekê ya herî xerab e!

Di rp. 158’an de, ‘ji bilî van teva, em desturê nadin ku destên dewletên cîran yên Iraq û hêzên Rojhilata Navîn dirêjî nava me bibin. Ji ber ku ew dijmin in û ew her dem dikarin bêbextiyan li tevgerên Kurd bikin û wan ji hole rakin. (..) Divê şoreşgeren Kurdistanê, qinyat û ewlehiyê bi hêzên dewletên cîran neyînin. Tenê qinyat û ewlehiyê bi hêza cewherî ya gelê xwe bînin.

Bi van gotina ve girêdayî; di rp, 160, 161,162, 163, 164, 165’an de, li ser Kurdên Iraq, Iran, Suriye, Sowyet û Lubnanê tê rawestanbdin: Qet-u lilleh behsa Kurdên bakurê Kurdistanê, behsa zilma faşîzma Ittîhat û Terakî û mîratzadeyên wan nake. Di rp, 162’an de, dibêje; “netewa Kurda di navbera 16 û 18 milyonan de diguhere û ev şênî, di salê de bi qasî nîv milyonî jî zêde dibe. Li gorî vê hejmara zêde, dijmin cawa xeyal û hêviyan dikin ku hewqas zêde gelê Kurd tune bikin.

Ev gotin, rengê tabloya flîografîk û zahîr-î kelam in! 20-25 milyon Kurdên li bakurê Kurdistanê, ji hejmar-nufusa Kurd, ne hatine hesibadin.

Dîse têkiliya partiyên Kurd ên li Suriye ku hevkariyê bi PDK’ê re dikin, weke hevkariyek neteweyî bi nav dike. Lê îro jî, têkoşîna serketî û Şoreşa Kurdên li Rojava-Suriye, hem ji nedîtîve tên, hem jî di aliyê aborî û fizîkî de êrîşî wan dikin. Yan jî, ji bo avakirina odeya taybet a ji bo dagirkirina Herêma Başûr û Rojavayê Kurdistanê, mirov dikare kîjan gotinê bike?

Eger, em tenê bi pêşerojan, bi kiryar û lehengiya kal û pîran, pesnê xwe bidin û di civakan de, bi gotinên retorîk biaxivin, em ê li derveyî demê bimînin û bibin qurbanên çîrok û efsaneyan û melisî bimînin, Bûyer û serpêhatî, serpehatî û lehengiya pêşerojan neynik e û dikare bibe bingeha serketina paşerojan. Serketin jî, bi cehd, çalekî û têkoşîna şoreşgariya civakî dikarê were bidestxistin.

Herî dawî, di pirtûkê de 6 xal hatine têzkirin; Di rp. 165’an de dibêje; “…Em bawer dikin partî û rêxisinên pêşverû yên li paraçeyên Kurdistanê, wê hevkariya ji gotinên derbas bikin û bikin qonaxa pratîkê”. Rp 173, (..) Wê gelê Kurd bi têkoşîna yekrezî çarenûsa xwe bi dest bixe.

Ev gotin, vegotina “weytî jarê” tine bîr amirov- KNK 20 sal in ku ji bo yekîtiya Kurdan têkoşînê dike, bi dehan caran, çûne ber lingê PDK û Saziya Barzanî û ferdên Xanedaniya Barzanî. Li hemberî soza Birêz Mesud Barzanî jî, ev yekîtî ji gotina, “weylik li sere me be” derbas nebû.

Di rp. 180’an de, ayatek ji Qur’an pîroz ku dibêje; “Kef, sar dibe û difurê û diçe, lê xelekek mayînde dibe û dimîne,” hatiya bikaranîn. Xuya dike ku, hevoka ji ayeta Qur’ana pîroz ji bo îşkdana îddîa ku hatine erêzkirin e.

Di buyer û pêşketinên îro de, li Iraq û Başûrê Kurdistanê, weke çîroka ordeka seqet û ketina çalê ye. Em, çarenûsa gel li aliyekî deynin jî; mixabin gotin û navê PDK, Saziya Barzanî û Xanedaniya Barzanî, dil, lêv û zimanê her Kurdî dişewitînin.

Ji bo serketina partiyan, tene felsefe û îdeolojî têrê nakin. Tenê cesareta kronolojîk jî têra serketina partiyan nake. Sadakata bi gel re, bi çînan re û pratîk giring e.

Faşîzm û militarizm dest û birakên hev in. Dema ku Erdogan, bang li Beşar Esad dike û dibêje, em dikarin bi malbatî jî werin cem hev û hev bînin, armanc dike ku dagirkeriya li Rojava û xaka Suriye meşrû bike. Eger Bişar Esad zaafiyetê nîşan bide û bi Erdogan re were cem hev, tê wateya meşrû kirina dagirkirina xaka Suriye.

Vêce, hevkariya PDK, Saziya Barzanî û Xanedaniya Barzanî, bi dewleta Tirk re, bê gotin û bê fitû, meşrûkirina dagirtina herêma Başûrê Kurdistanê ye.

Hinceta PKK’ê jî, çîroka şivanê derewîn e ketina Ordeka Seqet a çalê ye!..