28 Haziran, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sedem û encamên Şewata mezin a Çinar û Şemrexê

Her sal di van deman de agir bi zeviyan dikeve lê vê carê ji ber polîtîkayên dewletê û saziyên wê vê şewatê encamên pir giran bi xwe re anîn.

Di 20 meha Hezîranê de li gundên navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê şewatek mezin derket û li pey xwe felaketeke mezin hişt. Di vê şewatê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran donim zeviyên çandiniyê şewitîn û bi hezaran pez di nava agir de man û mirar bûn. Ji bilî van ziyanên berbiçav ev şewat ji bo xwezaya herêmê û candarên ku tê de dijîn jî bû felaketek û zirareke mezin da xweza û candarên tê de.

Şewatê ji gundê Tobiniyê yê Çinarê dest pê kir û li gundên Têznê, Hatdirînê, Reşan, Dêrê, Kelekê, Herberê û Bexcayê yên bi ser Şemrexê ve belav bû û heta ber Bendava Goksuyê berdewam kir.

Li gorî şahidên ji gundê Tobiniyê ku bi çavên xwe dîtine piştî ku bayeke dijwar rabûye, têlên ceyranê çirûskên agir avêtine giyaya li derdora dîrekê ceyranê û paşê di demeke kurt de agir ji ber bayê zêde zû li derdorê belav bûye. Gundiyan bi traktorên xwe hewl dane destwerdana agir bikin lê nikarîne kontrol bikin û agir li derdorê belav bûye.

Bîlançoya şewatê girane

Li gorî daneyên Wezîrê Çandiniyê û Daristanê Îbrahîm Yumakli bîlançoya şewata li Çinarê û Şemrexê eşkere kir. Di şewatê de 924 heywan mirin e û qada ku ji 14 hezar û 900 dekar pêk tê şewitî ye.

Li gundên Tobiniyê, Baxcikê, Herberiyê, Botikan ên bi ser navçeya Çinarê ve 7 hezar û 900 dekar qada çandiniyê şewitî ye. Ji vê qadê 6 hezar û 789 dekar qad pirêze ye. Hezar û 111 dekar jî zeviyên genim e ku hê nehatiye çinîn. Her wiha traktorek û 14 heb tesîsên avdaniyê şewitî ne. Li gundê Tobiniyê 924 heywanên ku di navde kar,berx, bizin û mih hebûn mirar bûn.

Çima dereng destwerdan kirin

Bêguman her sal di vê demsalê de dema ku zad li ber çinînê ne gelek caran agir ji ber sedemên cuda bi pirêze û carnan jî bi zeviyên çandiniyê dikeve. Lê ew agir herdem bi rengekî dihate vemirandin bêyî ku ewqasî belav bibe.

Di vê şewatê de bi zanebûn rê li pêş nehatiye girtin. Ji ber ku destwerdan gelekî dereng çêbûye û tevî ku di kêlîkên pêşî ên şewatê de rêveberên DEM partiyên li rayedarên dewletê geriyane û daxwaza destwerdana bi helîkopterê kirine jî, lê daxwaza wan bi hinceta ‘şev e helîkopter nikare bibîne’ red kirine.

ji xwe baroya Amedê di vê der barê de serî li dozgeriyê daye û daxwaza lêkolîna şewatê kiriye. Daxwaza lêkolîna sedema vê şewatê û sedemên derengmayîna mudaxeleya agir hatiye kirin. Em dibînin ku li bajarên din ên Tirkiyeyê dema dûmanek jî ji nava daristanekê bilind bibe di cih de helîkopterên agirkuj radibin û diçin cihê bûyerê lê dema li bajarekî kurdan be rewş ne wiha ye.

Dixwazin Rojevê biguherînin

Dema mirov bala xwe dide rewşa giştî ya siyaseta ev desthilatî dimeşîne gelek şik û guman bi mirov re zêde dibin. Pirsekî wiha dikeve bala mirov gelo ew derengmayîna destwerdanê ji bo guhertina rojevê hatiye kirin?

Di demekê de ku rojeva herî germ bûbû kampaniya (Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya aştiyane) rojev bi xespkirina şaredariya Colêmêrgê dan guhertin û mijara qeyûmê Colêmêrgê bû rojeva sereke. Bi bertekên zêde ên li dijî qeyûman û zêdebûna nerazîbûnan dîsa divê rojev hatina guhertin da ku ew bertek û çalakiyên li dijî qeyûman zêdetir nebin. Lewre jî dibêjim ne dûrî aqilane ku ew derengmayîna destwerdana vê şewatê jî hewldaneke din a guhertina rojevê be.

3 roj berî şewatê gundiyan serîlêdan kiribû

DEDAŞ, Walîtiya Amedê û Wezareta Tenduristiyê tevan sedemê vê şewatê wekî şewtandina pirêzeyan nîşan dan.

Wekî Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî anî ziman, Gundiyan gelek caran ji bo pirsgirêka ceyranê daxwazname dabûn DEDAŞ’ê. Dîrek û têlên ceyranê yên 40 sal berê ne. Pir kevn û riziya ne. Welatiyan gelek caran xwestiye ku pirsgirêk çareser bibe, lê daxwazên gundiyan nehatiye bersivandin. beriya 3 rojan ji vê şewatê jî dîsa gundiyan serîlêdan kiriye lê DEDAŞ’ê dîsa guh nedaye vê daxwazê.

Li gorî gundiyekî Tobinyê cihê ku agir lê dest pê kiriye piştî şewatê DEDAŞ’ê hatiye têlên ew dîrekê ku bûye sedema agir guhertine da ku sucdariya xwe veşêre. Welatî dibêje di dema ku em bi hewara mirî û birîndarên xwe ve çûne ew hatine gund û têlên wî dîrekî nû kirine.

Bertek û nerazîbûna welatiyan

Welatiyên ku di vê şewata mezin de hem can û hem malê xwe dane ji ber xemsariya rayedarên dewletê û saziyên wî yên têklidar gelek bi bertek in û di her firsendê de nerazîbûna xwe tînin ziman.

Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun û şandeya pê re tev li şîna li gundê Kelekê yê ku 10 gundiyên wê di vî agirî de jiyana xwe ji dest dabûn, bûn. Welatiyan bertek nîşan dan û walî neçar ma ku ji mala şînê derkeve.