23 Ağustos, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Senaryoyên PDK’ê

Dema em lê binerin, dibînin ku li pêşiya başûrê Kurdistanê hilbijartinek dîrokî heye. PDK zane ku ew ê di van hilbijartinan de têk biçe. Ji bo wê çav berdaye taktîkên dewleta tirk ên qirêj û senaryoyên xeter.

Em dema li rojeva Kurdistanê temaşe dikin, hin mijarên girîng derdikeve pêşiya me. Ka em binerin gelo di rojevê de, çi nûçe û mijar hene:

  1. Nerazîbûnên li dijî senaryoyaya PDK’ê û Iraqê ya li dijî PKK’ê zêde dibin.
  2. Rojnamevan Silêman Ehmed 255 rojin di girtîgeha PDK’ê ya Dihokê de tê girtin (li gorî dîroka 5’ê tîrmehê)
  3. Xebatên ji bo azadiya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin.
  4. Êrîşên dewleta tirk ên li ser Kurdistanê didomin.
  5. Gerîlayên azadiyê Kurdistanê diparêzin û çalakiyên bibandor pêk tînin.
  6. Roja hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin.
  7. Hîn jî Kerkûk bê walî ye.
  8. Çalakiyên li dijî desteserkirina şaredariya Colemêrgê dewam dikin.
  9. Di topbarana artêşa tirk a li gundê Sergelê de şewat derket: Gundiyan banga alîkariya lezgîn kirin.

Dema em li lîsteya nûçe û mijaran dinerin, dibînin ku hemû bela û bobelatin ku li pêşiya kurd û Kurdistanê nin. Dema em bala xwe didinê dibînin ku hema bêje di nava hemû bela û bobelatan de tiliya PDK ango KDP têde heye.

Nûçeyên derew weşandin

Di encama peyman û lihevhatinek di navbera PDK’ê, dewleta tirk û dewleta Iraqê de şewatên li Hewlêr, Dihok û Kerkûk xistin histûyê PKK’ê û YNK’ê. Piştre bi xwe bi xwe hevdû derewkar derxistin, gotin na tiliya YNK’ê têde nîne, tenê PKK’e ye. Em dema dinerin ku ev senaryo encama lihevhatinekê ye – encama peymanek di navbera sê aliyan deye. Bi taybet li vir rola PDK’ê gelekî mezin e. Ji bo wê jî PDK’e rojeva hemû kurd û Kurdistanê bi awayekî neyînî bandor dike û ji bo wê jî nerazîbûnek mezin li hember PDK’ê heye. Jixwe KCK tavilê bersiv da van sûcên giran û teqez ên wezareta Iraqê û PDK’e derewîn derxist.

Dema em hîn nêzîk lê binerin, dibînin ku li pêşiya başûrê Kurdistanê hilbijartinek dîrokî heye. Ji ber ku PDK’e zane ku ewê di van hilbijartinan de têk biçe, niha çav berdaye taktîkên dewleta tirk ên qirêj, çav berdaye senaryoyên xeter. Ev senaryo çi ne gelo?

  1. Nûçeyên derew

Em dibînin ku PDK’e jî wek dewleta tirk a dagirker dest davêje amûrên qirêj wek bi karanîna medyayan û çapemeniyê ji bo bilindkirina şer û pevçûnan. Di nava wan de jî çapemeniya Mesrûr Barzanî cûda ye, çapemeniya Nêçîrvan Barzanî cûda derewan belav dikin. Gelek car bi xwe bi xwe hevdû derewkar derdixin. Bi van nûçeyên derew dixwazin senaryoyên qirêj têxe rojevê ji bo ku êrîşên ser gerîlayan an jî êrîşek ser YNK’ê meşrû bike. Dixwaze ji rewşa şer û awarte sûd bigre û bi vî awayî hilbijartinan bi tevahî betal bike, ew jî nebû carek din paşde bixe.

  1. Bicîhkirina dewleta tirk

Ev gelek salên dirêje ku bi destê PDK’ê dewleta tirk li Başûr bi cîh dibe. Her çiqas hikumeta Iraqê li hember derket jî, dewleta tirk digot: Em bi vexwendina PDK’ê hatine herêmê. Herî dawî beriya çend rojan nûçeyek derket ku dewleta tirk zêdetirî 300 tanqên xwe di sînor de derbas kiriye, biriye Başûr. Ji xwe bi hezaran leşker û çekên giran li herêmê bi cîh kirine. Bi dehan navend û baregeh li bajarên başûrê Kurdistanê ava kiriye. Bi van leşker û sîlehan/çekan dikare hemû Başûr di nava demek kurt de tevahî dagir bike û têxe bin destê xwe.

  1. Vehewandina DAIŞ’ê

Ji aliyê din ve jî PDK’e bi destê çeteyên xwe yên wek Roj – niha jî DAIŞ’ê li herêmê bi cîh dike. Heta niha tê gotin ku bi sedan çeteyên DAIŞ’ê li herêmê hatine bicîhkirin. Vana dikare hem li hember kesên dij-PDK’ê bi kar bîne, hem dikare li hember gerîlayên azadiya Kurdistanê bi kar bîne û him jî dikare ji bo betalkirina hilbijartinan bi kar bîne.

Dema mirov dibîne ku li gelek bajarên başûrê Kurdistanê dewleta tirk xwe bi cîh kiriye, navendên kontrolê daniye û welatiyan di lêpirsîne de derbas dikin, şermeke mezin e. Herî dawî dîsa nûçegîhanê VOA (Dengê Amerîkayê) jî ev rastî bi dîmenan piştrast kir.

Binerin di nakokiyên li Kerkûkê jî dîsa senaryoyên qirêj ên PDK’ê hene. Ji ber PDK‘ê heta nija walî nikare were hilbijartin û Kerkûk bê walî ye.

Binerin li aliyê din rojnamevanê Rojnewsê ev 255 roj zêdetir di girtîgeha PDK’ê de dîl hatiye girtin û wî bernadin. Dadgeha wî dîsa hate taloqkirin.

Li welatên herî dîktator, wek Çîn, Rûsya û Tirkiyeyê jî ewqas roj kes di bin çavan de nahêlin.

Ev hemû senaryoyên PDK’ê ne ku li ser kurd û Kurdistanê ferz dike. Ev jî xeteriyeke gelekî mezin e ji bo hemû kurdan û ji bo hemû Kurdistanê.

Ev hemû sûcên gelekî mezin e ku tiliya PDK’ê tê de heye. Ev ne parastina îdeolojiyekê ye, ev ne parastina berjewendiyan e, ev ne parastina welatekî ye. Navê wê ÎXANET E! Belê PDK’e di nava îxanetek gelekî mezin de ye. Her ku diçe nikare xwe ji vê heqîqetê rizgar jî bike. Ji bo berjewendiyên malbata Barzanî hemû Kurdistan û hemû kurdan dikare bike qurban.