9 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêra Osê: Erdogan li dijî projeya demokratîk e

Endama Desteya Serokatiyê ya MSD'ê Şêra Osê li ser dîplomasiya ku di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de pêş dikeve nirxandin kir û got: “Rûsya dixwaze Tirkiye û Sûrî di civîna astaneyê de bîne cem hev û rê li pêşiya projeya Modernîteya Demokratîk bigire.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan ji bo ku bi Beşar Esad re hevdîtinê bike, ketiye nava hewldanê. Têkildarî vê yekê hîn zêdetir li ser Rûsyayê hewldanên xwe didomîne. Ji bo ku têkîliyên xwe bi Sûriyeyê re baş bike, li ser hev daxuyaniyan dide. Erdogan berê li qadan diqêriya û ji Esad re digot ‘kujer’. Niha jî heman Erdogan dibêje, ‘Em bi birêz Esad re aştiyê bikin’.
Têkildarî hewldanên Erdogan û gavên ji bo dîplomasiyê Endama Desteya Serokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Şêra Osê nirxandin kir.
Endama Desteya Serokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Şêra Osê diyar kir ku ew der barê helwesta Rûsyayê de baş dizanin ku ji demeke dirêj heta îro jî hewl daye ku bibe garantorê di navbera Tirkiyê û rejîma Sûriyê de û wiha got: “Ji bilî wê yekê Rûsya roleke sereke û bibandor di dosyaya Astana de dilîze. Yek ji encamên wê yên herî girîng jî (dosyaya Astana) pêwîstiya ji navbirina projeya demokratîk e. Dixwaze projeya demokratîk têk bibe. Ji ber wê em matmayî nîn in, ku Rûsya vê rolê dilîze.”

Bi civîna Astenayê dê hemû gelê Sûriyeyê zerarê bibîne
Şêra Osê da zanîn ku rejîma Sûriyê jî, hewl dide ku asta herî bilind a daxwazan berî vê civînê bi dest bixe û wiha axivî: “Civîna dawî ya serokê rejîma Sûriyê bi Putin re bi vê armancê bû. Eger ev civîn pêk were, ne tenê herêma bakur û rojhilatê Sûriyê, Tevahiya gelê Sûriyê wê zirar bibîne. Her wiha wê bibe astenga sereke li pêşiya her pêvajoyeke siyasî ya ku armanca wê çareseriya aştiyane ye ji kirîza Sûriyayê.”
Şêra Ose anî ziman ku wê ev hewldan riya vegerandina Sûriyê bo xala yekê ji mîlîtarîzekirinê (eskerkirin) û bêtir derberderî û koçberiyê pêş bixe û wiha berdewam kir: “Di heman demê de ev hewldanek nû ye ku tevliheviyê bike û hin rêxistinên radîkal vejîne. Erdogan her tim ji bo ajandayên xwe dixebite û wek her car Tirkiye her tim hewl dide ku maf daxwazên Gelê Sûriyê û doza wan ji bo xwe bikar bîne.”

Bi koçberiyê dixwazin demografiyê biguherînin
Osê bilêv kir ku Tirkiye dîzaynkerê danûstandinên bi rejîma Sûriyê re ye û wiha lê zêde kir: “Bi koçberkirina gelê Sûriyê dixwaze guhertinên demografik pêş bixe. Ji bo vê yekê her roj Tirkiye serî li rêbazên komployên nû dide. Em baş dizanin ku ev rêkeftin û nêzîkbûn, ku hin alî jê tên derxistin, bi armanca astengkirina hewldanên ku ji bo gihîştina asoyên nû têne kirin.”
Helbet Tirkiye kar dike ku rasterast rûbirûbûnê di navbera rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser de çêbike û dorpêçeke ewlehiyê ava bike, weke ku niha li herêm û navçeyên Iraqê dike.
Osê bal kişand ser armanca Peymana Millî û wiha pêde çû. Peymana Mîllî armanca stratejîk a Tirkiyê ya sabit e ku nayê guhertin. Dibe ku guhertinên taktîkî yên demkî hebin. Lê plana wan a millî nayê guhertin.”

Erdogan her tim rengê xwe diguherîne
Şêra Osê bal kişand ser helwesta Erdogan û wiha axivî: “Ev hewldanên Erdogan li gorî stratejiya Tirkiyeyê ye. Rewşa aborî ya ku Erdogan aniye serê Tirkiyeyê ji aliyê her kesî ve aşkere ye. Erdogan bi gelek dosya û qeyranên navxweyî hewl dide bi bazdana derve, xwe ji vê qeyranê serbixe. Ji ber vê yekê em dibînin ku Erdogan her tim siyaset û daxuyaniyên xwe diguherîne. Duh qatil bû û niha jî daxwaz dike ku Rûsyayê zextê li rejîma Sûriyê bike da ku vê civînê li dar bixe. Em ji bîr nekin ku Erdogan jî xwe wek sponsorê welatên herêmê yên wek Iraqê nîşan da û hewla wî ya kişandina hikûmeta Iraqê jî di vê dosyayê de nîşan da. Em hemû bala xwe didinê û ew qas tawîzên ku wî xwestiye bide hikûmeta Iraqê dibînin.”