27 Haziran, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serdestiya baviksalarî û ferheng

Ayşe Gokkan

Di encamê de kurdî jî bi zimanên gerdûnê re jiyanê dike cejn. Em jî di qada berxwedana Sincanê de wekî jinên kurd –kurdistanî cejna zimanan bi wateya rêziman peyv, hevok, nivîs, helbest, ferhengên kurdî ji zayendperestî, nijandperestî, olperestî, atêşperestî, sermayedariyê rizgar bikin, pîroz dikin.

Di çavkaniyan de ‘mê-nêr’, ‘jin-mêr’, ‘qîz-kur’, ‘keç-xort’, ‘woman-man’, ‘girl-boy’, ‘famela-masculine’, ‘dişî-eril’, ‘kadin-erkek’, ‘kiz-oglan’, de serdestiya zayendî, mêr berbiçav dike-î careke din çavkaniya bimezînin.

Hewceye em vê mêjve vekolin. Em wek jinên berxwedêr nêzî 60 jin (di zindana sincanê de) li ser mijarê lêhûr dibin, çareseweriyan jî diafirînin.

Ji bo ku peyv, têgeh, li zimanan zêde dibin; çima di ferhengan de û ‘jin jiyan azadî’ tune (rexne ku bû gerdûnî)? Anjî şaredarî ‘hew jiyana azad’ ‘civaknasî  ya azad’ û hwd. Hene?

Ger di pêşgotina çavkaniyê de dibêjin ‘… ziman dînamîk e’ çima pêşiya dîmamîkbûnê tê girtin? Pêşiya guhertin û veguhertina ziman asteng dike?

Ji bo çareseriyê;

-Hewceye çavkaniyên ji der heqê ziman de wekî ferheng rêziman û hwd bi tevgerên jinan re werin amadekirin.

-Ew ji peyv û hevokên zayendperest, olperest, nijadperest, serdest, sermayedar, mîlîtarîst, pozîtîvîst rizgar bibe.

-Peyv û hevokên heqaret, argo wekî bêxlaqiyê bên pênasekirin. Di zimanê îngilîzî û tirkî de ‘argo’ heye lê di kurdî de pir kêm ‘argo’ hatiye bikaranîn.

-Divê bi peyv û hevokan kedkarî (sûîstimal) nebe.

-Di hemû ferhengan de ji bo jinan (dayik) ziman parastina spasî hatiye pêşkeşkirin lê bi peyvan heqaret pêş de ye. Ev sûîstîmal e.

-Bi têgehên ku jinan sazkirinê em dikarin pirsgirêkên zayendperestiyê berbiçav bikin. Mînak dengbêj Muqedes got: “Em ne dengbêj in em derdbêj in.” Lê mêran dengbêjî kir malê xwe.

Ango hevokên rexne û rexnedayînê jî pirsgirêkê çarser dike. Mînak hişmediya baviksalarî jin-mêr bi hev re pûç dike. An jî jenosîd bi destê pergala mêrperest û dewleta netewperest pêk tê ev rûxandina civakê ye. Ev mînak di heman demê de xeteriya baviksalarî –nijadperestiyê berbiçav dike.

Peyva ‘namûs’ tu caran bi jinan nayê pênasekirin ango ‘destavêtin’ an jî‘erd’. Heke bibê ‘ hudut namus e’ hem nijadperestiyê hem zayendperestiyê hem jî artêşperestiyê rewa dike.

Bi vê ve girêdayî dagirkeriyê jî rewa dike. Di vê hevokê de ‘dagirkerî’ dibe ‘fetîh’ ango bi zilmê kujeriyê komkujiyê rewa dike.

Şoreşa hişmendiyê ji der heqê demokrasî, wekhevî, azadî venebe kujeriyên ku hatine kirin tên aşkerekirin.

Mînak; Jibermahiyên şûr in. Rûxmê ku pergala dewleta tirk komkujiyên ermenî, suryaniyan red dike, dikuje dibê ‘min nekiriye ev bêbextiye’ lê dema bi hişmediya serdest xeber didin dibêjin ‘Jibermahiyên şûr in’. Bi kuştin û kujerî ya xwe pesnê xwe didin. Ango xwe ‘jêhatî’ pênase dikin. An jî ku R.T. Erdogan îmza xwe davêje ser bombeyan zarokên Efrînê û baxçeyê zeytûnan qetil dike. Navê mosa kujeriyê dike ‘zeytîn dali-aştî’. Çima em vê hovîtiyê dibînin çima yên tirk (piranî) vê nabînin. Ji bo ku bi hişmendiya nijadperest dimêzînin.

Bi vê ve girêdayî çima peyv û hevokên zayendperest serdestji aliyê hişmedniya baviksalarî ve nayên xuyakirin sûalek bingehîn e û hewceye bibe derdê her kesê.

-Ji bo sererastkirina ferheng û rêziman ên hatine çapkirin ; Ji aliyê nivîskar , amedekarên wan û saziyên ve ji nû ve bi hişmediya hevjiyana azad, wekheviya zayenda civakîbên nivîsandin û yên heyî jî bi pêvekan sererast bibin. Ev xebat dê di heman demê de bibe rexnadayîn jî wê gelekî birûmet be.

-Mê û nêr peyvên mehsûm nînin ango bêguneh nînin. Gunehê zayendperestî, nijadperestî, hegemonyayê li wan barnekin. Heqê nêter jî nexwin. Gerdûn ji du zayendan çênebûye. ‘Mê’ nekin’jin’, ‘nêr’ jî nekin ‘mêr’. Li ser nebat û ajalan (xwezayê) zayendperstiyê rewa nekin. Cudahiyan tune nekin. Wekî red û înkara nasnameyên neteweyên cuda ku îro bi netewdewletbûna bavikdalarî tê rûxandin. Di hezaran ziman wenda bûye û bi hezaran jî di rêza wendabûnê dene û olperestî bi peyva ‘şeytan’ rewa nekin. Sînorên di navbera bawerî û zayendan de ji ya nav dewletan xirabtir e. Dibe ku sînor ji cihanê rabin lê sînorên ku hişmendiya serdest avakiriye ancax bi şoreşa hişmediyê rabe. Ew jî di destê me de ye kesek nikara vê şoreşê ji ber kesekî/ê ve bike.

Di encamê de zimanê kurdî (bi hemû zarevayan) jî bi zimanên gerdûnê re jiyanê dike cejn. Her cejn jî bi wateya ku lê tê barkirin pîroz dibe.

Em jî di qada berxwedana Sîncanê de wekî jinên kurd –kurdistanî cejna zimanan bi wateya rêziman peyv, hevok, nivîs, helbest, ferhengên kurdî ji zayendperestî, nijandperestî, olperestî, atêşperestî, sermayedarî jê rizgar bikin, pîroz dikin. Di heman demê de ziman bikin reng û dengê zimanê Mezopotamya (ku behra zimanan e) û gerdûnê rengîntir bikin.

Ziman hem zindî û tiştan bi hev re rûmet dike, zimanê kurdî ji vê rûmetiyê mehrûm nekin. (DAWÎ)

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê