18 Haziran, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serkeftin û berxwedana Kobanê

Erdogan bi doza Kobanê dixwaze ji gelê kurd tola têkçûna stratejiyên xwe werbigire. Lewre niha asta faşîzma xwe bilindtir dike û hemû aliyên tirkan li dijî kurdan dora xwe dicivîne.

Navê Kobanê beriya 9-10 salan bi têkoşîn û lehengiya keç û xortên kurd di rojeva mirovahiyê de cihê xwe girt. Bi vê têkoşîn û lehengiyê navê Kobanê, Rojava, kurd û Kurdistanê li dinyayê deng veda. Bi heman awayî bi dewla serê keç û xortên kurd hovîtî û barbariya DAIŞ’ê ya bûyî bela serê mirovahiyê di nav kolanên Kobanê de têk çû. Keç û xortên kurdan li nav kolanên Kobanê li ber xwe dan û bi canê xwe DAIŞ û hevkarên wê bi plan û projeyên wan ve rû reşkirin.

Lewra dewlet û hêzên kapîtalîst mecbûr man ku alîkariyê bidin kurdan. Bi dewla serê vê berxwedana keç û xortên kurd stratejiyên dewletên herêmê serobino bûn û mecbûr man ku stratejiyên xwe yên mezinkirina DAIŞ’ê biguherînin. Di bingehê de têkçûna DAIŞ’ê li nav kolanên Kobanê, têkçûna faşîzma kesk bû ku di pêşengiya AKP’ê de li herêmê dihat meşandin. Bi navê dewleta tirk AKP’ê, DAIŞ mezin kir ku projeyên xwe li herêmê pêş bixe. Ji bo DAIŞ mezin bibe, AKP’ê bi her awayî hevkarî û piştgiriya DAIŞ’ê kir. AKP’ê hevkariya xwe ya bi DAIŞ’ê re ti caran venaşart. Jixwe pirî caran hevkariya AKP’ê bi DAIŞ re kete ber objektîvên kamerayan jî. Werhasil AKP’ê ji bo berjewendiyên xwe yên ser tunekirina kurdan hevkariya çeteyan kir û çete li seranserê Kurdistanê belav kirin. Ev hevkariya AKP’ê ya bi çeteyan re li ber çavên kurdan û dinyayê pêk dihat. Lewra kurdan kiryarên DAIŞ’ê yên li Şengalê, başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê wekî kiryarên AKP’ê dizanîn.

Bêguman di dema berxwedana li nav kolanên Kobanê de tevahiya Kurdistan û dinyayê mirovan berê xwe dan Kobanê û ji bo serkeftina Kobanê çalakî li dar xistin. Kurd û şoreşgerên dinyayê li dora Kobanê bûn xeleka berxwedan û azadiyê. Tevî van çalakiyan jî dewleta tirk û AKP’ê hevkariya xwe ya bi DAIŞ’ê re qut nekir, berevajiyê vê piştgiriya xwe ya bi çeteyan re zêdetir kir. Ji ber vê hevkariyê kurd û dostên wan li her derê ketin nav liv û tevgerê. Di heman demê de hêrs û kîna kurdan li hemberî hevkarî û piştgiriya AKP’ê ya bi çeteyan re gihişt asta herî bilind û li gelek deveran xwepêşadanên girseyî li dar xistin.

Bêguman ne bi bangewaziya HDP’ê serhildana 6-8’ê cotmehê pêk hat. Jixwe gelê bakurê Kurdistanê wekî tevahiya kurd û dinyayê ew demeke dirêj bû ku li ser piyan bû û li hemberî êrîşên DAIŞ û hevkarên wan têdikoşiya.

Bi gotina Erdogan a “ev e Kobanê jî têk diçe” kêr gihişt hestî, di carekî de li her derê bakurê Kurdistanê çalakiyên mezin ên aştiyane ji hêla gel ve hatin lidarxistin. Bi êrîşkirina hêzên dewletê û kontrayê AKP’ê çalakî veguherîn serhildana bakurê Kurdistanê. Her çiqas berxwedana Kobanê bi xwe re serhildana 6-8’ê cotmehê anî jî bi êrîşên dewlet û kontrayên wê xwîn herikî. Lewre di vê serhildanê de ti mesûliyeta HDP’ê nîne. Li vir pirs ev e: Çima parlementerên HDP’ê hatin girtin û doza Kobanê li wan hat vekirin? Bêguman bersiva vê pirsê li cem kurdan zelal e, lê dîsa jî divê bê destnîşankirin ku stratejiyên dewleta tirk û AKP bi berxwedana Kobanê têk çûn. Lewra mecbûr man hinek stratejiyên nû ava bikin. Di nav stratejiyên wan ên nû de tunekirin kurdan esas bû, lewra parlementerên kurd avêtin girtîgehên xwe. Ev yek jî bi hevkariya Kiliçdaroglu yê serokê CHP’ê kirin. Hiqûqa xwe jî ji bo pêkanîna stratejiyên nû wekî amûra sereke bi kar anîn. Jixwe hiqûqa dewleta tirk ne ji bo pêşxistina demokrasî, edalet û wekheviyê ye. Berevajiyê vê yekê amûra parastina dewletê ye.

Erdogan bi doza Kobanê dixwaze ji gelê kurd tola têkçûna stratejiyên xwe werbigire. Lewre niha asta faşîzma xwe bilindtir dike û hemû aliyên tirkan li dijî kurdan dora xwe dicivîne. Heta niha  karûbarên xwe bi MHP’ê re aşkere meşand, lê bi hevkariya CHP’ê koalîsyona dijî kurdan ava kiriye. Çawa ku Kiliçdaroglu got; “ev yek dijqanûnî ye, lê em ê bêjin erê” Ozel jî bi hevdîtina Erdogan re cezayê li siyasetmedarên kurd erê kir. Lewre di heman kêliyan de leşkerên Ergenekonê ji girtîgehan berdan.

Her çiqas di nav siyaseta rojane ya Tirkiyeyê de şer û nakokiyên cidî hebin jî li ser xeta dijî kurdan şer û nakokiyên xwe yên rojane diavêjin hêla din û di çarçoveya bîrdoziya tirkitî û parastina dewletê de ṣerê li dijî kurdan rewa dibînin. Ji ber vê yekê CHP jî wekî MHP’ê li kêleka Erdogan cih digire. Di esasê xwe de bi her awayî CHP li kêleka dewleta xwe cih digire. Lewre li hemberî bêhiquqiyên li Kurdistanê bêdeng dimîne û ji nedîtî ve tê.

Heta roja îro dewletên dagirker bi dehan pêşengên kurdan an kirina penaber an jî kuştine. Dewletên dagirker naxwazin ku kurd li dora pêşengekî kom bibin. Lewra Qazî Muhammed, Şêx Saîd, Seyyîd Riza bi dar ve kirin. Bi komployeke mezin Abdullah Ocalan avêtin girtîgehê. Ev 25 sal in ku rêberê gelê kurd ji civaka kurd dûr xistine. Bi têkçûna DAIŞ û stratejiyên wan ên li Kurdistanê re tecrîdeke nedîtî danîn ser rêberê gelê kurd. Her wiha xwestin bi polîtîkayên taybet birêz Abdullah Ocalan û birêz Selahattîn Demîrtaş wekî alternatîfên hev nîşan bidin. Lêbelê birêz Selahattîn Demîrtaş di her derfetê wekî navenda çareseriyê birêz Ocalan nîşan da. Jixwe di serê kurdan de jî ev yek zelal bû û di dilê kurdan de cihê her duyan jî hebû, kurdan ji her duyan jî ez dikir. Ji ber vê yekê di vê polîtîkaya xwe de jî li hemberî kurdan têk çûn. Lewre 42 sal cezayê girtîgehê dan Selahattîn Demîrtaş. Bi doza Kobanê xwestin ku dîroka kurdan bînin bîra wan.

Serkeftina Kobanê bi doza Kobanê ve girêdayî ye ango bi berxwedana Kobanê ve têkildar e. Lewra çawa em xwedî serkeftina Kobanê derketin, divê em xwedî girtiyên doza Kobanê jî derkevin da ku serkeftineke tam pêk were. Ev jî bi şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan, rakirina cezayê birêz Demîrtaş hatî birîn û redkirina hemû hêz û partiyên li dora pergala faşîst kom dibin, pêkan e. An naxwe wê serkeftina Kobanê nîvco bimîne.