30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê DTSO: Em ê destûr nedin ku aramiya bajarê me xera bikin

Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya nerazîbûn nîşanî komên nêzî HUDA-PAR’ê ku êrişî dikanên li Amedê dikin da û got: “Divê hikûmet, rêveberiyên xwecihî û rêxistinên sivîl bi ser vê meseleyê ve biçin.”

Li Amedê hin kes û grûbên nêzî HUDA-PAR’ê ji roja şerê di navbera Îsraîl û Filistînê ve dest pê kiriye, êrişî hin kargehên li Amedê dikin. Herî dawî du grûbên nêzî HUDA-PAR’ê di bin navê şerê Îsraîl û Filistînê êrişî Starbucksê û Burger Kingê kirin. Her wiha heman grûban li Tema Parki ya Amedê êrişî çalakiya dansê ya SwidAmedê jî kiribûn û serî li provokasyonek dabûn. Di van êrişan de polîs û bekçî li ber van grûbên provoktor bêdeng û temaşker dimînin û dengê xwe ji wan re nakin.

Sazî û dezgehên karsazên Amedê nerazîbûn nîşanî van êrişên demek dirêje didomin dan.

Li gorî nûçeya  Mujdat Can Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya nerazîbûn nîşanî êrişên van grûban da.

Kaya: Em nahêlin ku çanda bajarê me bê guhertin

Kaya da zanîn ku şermezarkirina Îsraîlê mafek demokratîk e û lê êrişa li ser dikanên li Amedê nayê qebûlkirin. Kaya diyar kir ku êrişên li dijî kargehan ango dikanan ew red dikin û got: “Belê hûn dikarin çalakiyê bikin, rêbazên demokratîk bikar bînin lê hûn nikarin êrişî qadên jiyanê û qadên azadiyê yên hin kesên din bikin. Li bajarê me çandek aramiyê heye. Lê mixabin êrişên dawî dixwazin çanda bajarê me biguherînin. Êrişên li dijî vê çandê hem xesarê dide endamên odeya me hem jî xesarek mezin dide bajarê me. Çimkî em qala turîzma bajarê xwe yê dîrokî dikin. Çand, dîrok û baweriya vî bajarî fêdeyek zêde li ser turîzmê dike. Ji bo aboriya bajarê me tiştek erênî ye. Divê em çand û aramiya bajarê xwe biparêzin. Em ê nehêlin ku xesar bigihîje aramiya bajarê me. Jixwe kes destûrê jî nade vê.”

Kaya destnîşan kir ku dîmenên êrişê ku derketin holê terza wê êrişê û serdegirtina kargehan nayê qebûlkirin û wiha domand: “Em wek DTSO’yê xwedî 23 hezar endam in. Em saziyek mezin in. Em nikarin ji van êrişan re bêdeng bimînin. Em neçarin ku bikevin pêşiya xesarên ku bigihîjin endam û bajarê me. Em li bajarên xwe van êrişên bi vî rengî naxwazin. Em li dijî van êrişên ku aciziyê dide endamên me û bajarê me ne.”

‘Bêdengiya polîsan me aciz dike’

Kaya bal kişand ser rexneyên ku karsaz û odeyên karsazan li ber van êrişan bêdeng dimînin û wiha got: “Ji xeynî bêdengiyê bêtir pêvajoya ku em ê vê bi muxatabê wê re biaxivin hebû. Lê hat dîtin ku tenê bi hinek aliyan re bi rêya diyalogê nikarî çareser bikî. Tişta ku herî hêrsa me anî û acizî da me jî ew bû ku polîs û bekçî li ber van êrişan bêdeng û temaşeker dimînin. Wê êrişî ser dikanekî bê kirin û hûnê jî bêdeng bimînin. Êrişên herî dawî kir ku hêrsa me biteqe. Lewma li dijî van êrişan em bûn yek.”

‘Em neçarin kesên razemenîiyê dikin biparêzin’

Kaya anî ziman ku di demên dawî de karsazên herêmê ji bo bajarên herêmê razemeniyê dikin û wiha pêde çû: “Ev êrişên bi vî rengî karsaz ango kesên razemeniyê dikin dide tirsandin. Taybetmendiya herî girîng a herêma me sermayeya beşerî yanî nifûsa me ya ciwan e. Gelek mirovên li bajarên me di warê perwerdehiyê û îstîhdamê de gelek kêm mane hene. Em naxwazin mirovên ji ber van sedeman biçin bajarên Tirkiyeyê karkeriya demsalî bikin. Em dixwazin mirovên xwe li vir bigirin û li vir derfetên kar û xebatê ji bo wan peyda bikin. Em dixwazin binesaziya pîşesaziyê xurt bikin. Em bixwazin nexwazin ev êrişên bi vî rengî çavê kesên razemeniyê dikin, ditirsîne. Kesên razemeniyê dikin ne ji bo du sê sal in razemeniyê dikin, ew ji bo 20-50 li vir kar bikin, tên vir. Di demên dawî de me gelek razemeniyan anî bajarê xwe. Divê em rê nedin van hewldanên ku karsazên me bitirsîne. Ji bo xatirê ku xelkê me kar û xebatan ji bo xwe peyda bikin, em neçarin kesên razemeniyê dikin biparêzin.”

‘Em ê rê nedin xerakirina aramiya vî bajarî’

Kaya bal kişand ser êrişên Îsraîlê û got: “Komkujiyên ku Îsraîl dike dîmenên hovîtiyê ne lê belê dîmenên ku zar û zêçên me bitirsînin jî ne bi dilê me ne û em tevgerên wiha naxwazin.” Kaya da zanîn ku wan der barê êrişan de Wezareta Karên Navxweyî jî agahdar kirin e û wiha got: “Em dibêjin polîtîkaya bêcezahiştinê hêz û cesarete dide van grûban. Pêwîste hikûmet, rêveberiyên xwecihî û rêxistinên sivîl bi ser vê meseleyê (êrişan) ve biçe. Ev wezîfeya hevpar a me hemûyan e. Em ê nehêlin ku aramiya bajarê me bê xerakirin. Em ê diyalogan qut nekin. Divê qadên azad ji bo protesto û çalakiyan her alî hebin. Lê belê divê xesar negihîje qadên azad yên xelkê bajarê me. Divê ev protesto û çalakî xesarê negihînin can, mal û milkê dikandar û xelkê me. Herêma ji ber bêdiyalogiyê û van çalakiyên provokatîf gelek êşan kişand. Wê di vî warî de xebatên me ku mercên pêwîst bixe tevgerê û diyalogên me bi wan re berdewam bikin.”