6 Temmuz, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokên Herêma Cizîrê: PDK xizmeta qirkirina Kurdan dike

Serok û rûspiyên Herêma Cizîrê diyar kirin ku dewleta tirk dixwaze Kurdan bi Kurdan bide qirkirin û gotin: “Mixabin PDK xizmeta qirkirina kurdan dike dibe şirîkê lîstoka qirkirinê.”

Serok û rûspiyên eşîrên Kurd ên li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê tekildarî êrîşên dewleta tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK û Pêşmergeyên Roj de li hola Serdemê ya Hesekê daxuyanî da çapemeniyê. Serok û rûsipiyan anîn ziman ku ew serok û rûspiyên eşîrên Kurd ên Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, bi xemeke mezin êrîşên dagirkeriyê a dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê dişopînin û wiha gotin: “Li başûrê Kurdistanê li dijî gelê me lîstokek mezin di meriyetê de ye. Dewleta Tirk di nav hewldanan de ye ku Kurdan bi Kurdan re bide şerkirin. Mixabin PDK xizmeta van êrîşên dagirkeriyê dike û dibe şirîkê lîstoka qirkirina Kurdan bi destê Kurdan.”

Serokan anîn ziman ku ji sala 2011 heya niha li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê şerek diqewime û wiha berdewam kirin: “Ji ber vî şerî hejmarek Kurdên Rojava koçî başûrê Kurdistanê kirin. Dîsa hinek ciwanên me yên Rojavayî jî, di bin venêrîna PDK’ê de, bi navê Pêşmergeyên Roj li başûrê Kurdistanê hatin komkirin. Hinek alî û dezgeyên siyasî jî, di bin navê ENKS’ê de ciwanên me xapandin û berê wan dan nav ev komên Pêşmergeyên Roj. Cihê dilgiraniyê ye ku ji roja ewil de Pêşmergeyên Roj ne di xizmeta gelê me de, di xizmeta dijminê gelê me de bûn. Mixabin ev rewş îro jî berdewam e. Li gor zanyariyên heyî, PDK ciwanên Kurd ên Rojavayî yên di nav koma Pêşmergeyên Roj de dibe herêmên Zap, Metîna û Avaşîn, û li hember gerîlayan wan dixe nav şer. Ev rewş mijarek cîdî ye û ji bo me cihê şermê ye. Gerîla şeref û rûmeta me ye. Xwedîderketina li gerîla erka herî li pêş a hemû Kurdan e.”

Serokên eşîran bang li ciwanan kirin û wiha lê zêd kirin: “Jibîr nekin hûn ji ku derê hatine û nekevin xizmeta lîstokên dijmin. Dijmin dixwaze Kurdan bi destê Kurdan qetil bike. Dixwaze şerê birakujî derxîne. Her kî bikeve xizmeta vê planê, ew di nav îxanetek dîrokî de ye. Em her li ku derê bin, divê em xwedî rûmet bin berjewendiyên gelê xwe biparêzin. Em bang li ciwanên xwe dikin ku vegerin ser axa xwe, li hember êrîşên li ser axa xwe parastina Rojava bikin. Em bang li serokên partî û hêzên siyasî yên Kurdistanî dikin ku bi erkên xwe yên dîrokî û neteweyî rabin, ji her tiştê ku dibe sedema nakokî û pevçûnan dûr bikevin. Em bi bîr tînin ku yekîtî û wekhevî, çeka herî bi hêz e ku em pê gelê Kurd li hember metirsî û êrîşkariya dijmin biparêzin.”