26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şevbihêrk

Li welêt yek ji wan kevneşopiyên ku di nav civakê de pêk tên jî şevbihêrk in. Ji dîrokê heta roja me ev kevneşopî her pêş ketiye û gihîştiye heta roja me.

Gundî yek bi yek tên li malekê digihin hev. Şev dirêj e, çîrok û kilam dirêj in. Wekî gelek şevan dîsa li gund şevbihêrk heye. Hemû gundî li hev gihane ku civata xwe geş bikin.

Li Kurdistanê ji ber ku civakbûn xurt e çanda welatiyan jî li gor wê yekê pêş ketiye. Bi taybetî jî li gundan, welatî kar û barên xwe bi hev re pêk tînin. Bi hev re şînê girê didin, bi hev re digirîn û dikenin. Bivê nevê civakbûna welatiyan bandor li çand û kevneşopiyên wan jî kiriye. Di gelek karên jiyana rojane de gundî û cîran pêdiviyê bi alîkariyê dibînin. Di şahî û pîrozbahiyan de jî bi heman awayî bi hev re tev digerin. Nayê zanîn, lê dibe ku govend bi xwe jî perçeyekî vê çanda welatiyan be.

Kurdistaniyan di serdemên berê de, piştî kar û barên rojane di şevên reş û tarî, dûr û dirêj de li hev gihane hev dest bi çîrok û çîrçîrokan kirine. Helbet ev di rojekê de pêk nehatiye. Her cara ku gihîştine hev behsa jiyana xwe kirine, behsa rojên berê kirine. Bîranînên wan bi demê re bûne çîrok û li nav gundên derdorê belav bûne. Bi vê yekê re çîrokbêjiya welatiyan pêş ketiye.

Çîrokên ku di wan şevan de hatine vegotin her tim ne ji serboriyên xweş pêk dihatin, êş û azarên welatiyan dibûn çîrok û derdiketin pêşberî wan. Bi gotineke din, wekî ku ew çîrok nehatibin serê wan, ji dûr ve temaşeyî rewşa çîrokên xwe dikirin.

Bi demê re, kesên ku dengên wan xweş in ev çîrok bi rengê dengê xwe xweştir kirin. Jiyana welatiyan, serboriyên wan, evînên wan di wan şevên dirêj de dibûn kilam û vê carê bi awayekî hunerî diniqutîn dilê wan.

Di wan şevbuhêrkan de welatiyan sebra xwe bi hev dianîn. Dilê xwe bi hev xweş dikirin, ge dikirin…

Çandeke gelê kurd heye ku li devera ku pîrejin û kalemêr hebin vegotina çîrokan ji wan re dimîne. Di wan şevbihêrkan de gotin ya wan bû. Bi demê re çîrokên wan dewlemend bûn, carinan piştî ku çîrokbêjan çîrokên xwe digotin dengbêjan jî heman çîrok bi dengbêjî distrandin.

Şevbuhêrkên welatiyan her dem ji çîrok û kilamên dengbêjan pêk nedihatin; bi hev re hin lîstik jî dilîstin, an jî hin lîstik pêş dixistin û kêfa xwe bi vê yekê dianîn. Di rojên bi êş û azar de bi hev re digiriyan, lê di roj û çîrokên xweş de jî bi hev re govend girê didan.

Bi demê re cîhan guherî, di cîhanê de teknolojî pêş ket û bandor li jiyana civakî ya mirovahiyê kir. Di destpêkê de televîzyon hate afirandin û mirov êdî ji malên xwe derneketin. Paşê înternet û telefonên mobîl, mirovahî ber bi tenêbûnekê ve birin.

Guherînên cîhanî bivê nevê bandor li kurdistaniyan jî kir. Roj bi roj civata şevbuhêrkan kêm bû. Lê li Kurdistanê ev pêvajo ne bi qasî ya li cîhanê zû pêk hat. Li gel guherîna cîhanê jî kurdan çand û kevneşopiyên xwe parastin.

Her çiqas telefonên mobîl di destê her kesî de hebin jî welatî hê jî digihin hev û şevbihêrkên xwe li dar dixin. Bi taybetî jî ji ber ku li Kurdistanê di mehên zivistanê de ceyran gelek rojan tê birîn, welatî bêhtir derfet dibînin ku xwe bigihînin hev û vê kevneşopiyê pêk bînin.

Li gelek bajarên Kurdistanê ji bo berdewamkirina kevneşopiya şevbuhêrkan malên dengbêjan tên avakirin. Da ku nifşên nû ji vê kevneşopiyê bêpar nemînin û çanda xwe bidin jiyîn, şahiyên dengbêjan têne lidarxistin, di televîzyonên kurdan de bernameyên şevbuhêrkan têne kişandin.

Her çiqas kevneşopiya şevbuhêrkan ya ku di gelek şevan de bêhna welatiyan pê fireh dibû di roja me de bi qasî berê pêk neyê welatî hê jî di pey çand û kevneşopiyên xwe de ne. Ji ber vê yekê ye ku her cara ku bêhna welatiyekî teng dibe, li ber dengê dengbêjan aram dibe. Sebra xwe bi kilamên wan tîne. Di kûrahiya çîrokên wan de li eslê xwe vedigere…