26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sevda Çelîk Ozbîngol: Vîna gel xesp kirin

Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol anî ziman ku biryara şandina qeyûmê siyasî ye û wiha got: “Dixwazin bi rêya darazê ser dizî û qirêjiyên xwe veşêrin. Lê gel êdî rastiyê dizane û ji wan re dibêje Na!”

Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, ewil têkildarî bêhiqûqiya binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş de agahî da û wiha got: “Mehmet Siddik Akiş li Wanê beşdarî civînekê bû. Di heman rojê de der barê Akiş de dosyayek amade kirin û di çarçoveya dosyayê de Akiş binçav kirin. Der barê Hevşaredarê me Mehmet Siddik Akiş de tu biryarên dadgehê ku xebatên hevşaredariya wî asteng bike tune bû. Lê dosyayek nû amade kirin û beyî ku îfadeya wî bigirin wî binçav kirin.”

Biryar siyasî ye

Sevda  Çelîk Ozbînol anî ziman ku piştî binçavkirina Akiş di heman rojê de qeyûm tayinî şûna wî kirin û wiha axivî: “Bi qeyûm vîna gel a di 31’ê adara 2024’an de di hilbijartina herêmî de ji sedî 49 hevşaredarê xwe hilbijartin ipotek kirin û qeyûm danîn ser vîna gel. Nehiştin ku hilbijêr derbasî avahiya şaredariyê bibin. Raste rast li dijî zagonan vîna gel xezp kirin. Pêvajoya  darizandinek ku ji 2009’an heta niha didome heye. Bi dosyayek nû nikarin biryarek wisa bidin. Her çend ji bo tayînkirina walî peyvirdarkirina demkî bê gotin jî ev raste rast tayînkirina qeyûm e. Her çend Wezîrê Karên Hundir xwe dispêre hiqûqê jî biryar raste rast siyasî ye. Biryar ne hiqûqî ye. Aşkere biryarek siyasî ye. Qedexeyên der barê çalakî û daxuyaniyan de hatin dayîn jî îspat dike ku ev biryarek siyasî ye.”

Sevda Çelîk bilêv kir ku angaşt her çi dibin bila bibin, eger der barê kesekê-î de biryarek teqet tune be, divê ew kes ji tu mafên xwe bêpar neye hiştin û ev agahî dan: “Ev maf ji aliyê Destûra Bingehîn û hiqûqa navdewletî ku Tirkiye îmze avêtiye ve hatiye parastin.”

Wezîr manîpule dike

Sevda Çelîk bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir û wiha lê zêde kir: “Angaştên Wezareta Karên Hundir bi temamî bêbingeh in. Li ser esasê manipulasyonê pêş ketiye. Ne angaştên ku ji aliyê dadgehê ve hatin çespandin in. Bi van angaştan dixwaze hişekî ava bike. Ji agahiyên manüplatîf pêk tên. Dewleta ku hilbijartinê di encama sindoqan de bi dest naxe, serî li doz û xespê dide. Îktîdara AKP-MHP’ê ev yek ji xwe re kiriye çandek û rêbazek. Îktîdara ku ewil bi lîstika cih biguhertina hilbijêran encam negirt, vê carê hewl dide kirazekî li hiqûqê bike. Rêya darbeye ji bo xwe wekî rêya herî rast dibîne.”

Sevda Çelîk Ozbîngol destnîşan kir ku qeyûm berdewama cezakirina siyasetmedarên kurd e û wiha pêde çû: “Ev pêvajo berdewama biryarên cezakirina siyasetmedarên kurd ên doza kûmpasê ya Kobanê ye. Me di hilbijartina Hîlwanê de dîsa dît ku gel li dijî polîtîkayên nijadperest, rantxur talan û wêrankirinê dibêje na. Vê windakirina xwe ne dikare bi qeyûman, ne jî dikare bi propagandaya welat/milet xelas bike. Êdî gel hemû rastiyan dibîne. Hewl dan li Wanê vê polîtîkayê pêş bixin. Lê raya giştî ya demokratîk û tifaqa civakî bersîv da vê yekê.”

Bi kirasê darazê sûcê xwe vedişêre

Çelîk Ozbîngol destnîşan kir ku qeyûm ji bo diziya xwe veşêre darazê dike amûr û wiha berdewam kir: “Şaredariya Colemêrgê asta ranta ku li Colemêrgê pêş ketiye bi raya giştî re parve kiribû. Asta talan û rantê bi raya giştî re parve kiribû. Sevda Çelîk Ozbingol anî ziman ku qeyûmê berê û yê niha heman kes dema vê rastiyê didin ber çavan, tê dîtin ku dixwaze hin rastına veşêrin û wiha got: “Dixwaze bi sûcdarkirinê û berovajîkirinê rastiya xwe veşêre. Hewl dide bi rêya darazê ser vî sûcê xwe veşêre.”

Vîna gel tune dihesibînin

Sevda Çelîk Ozbîngol da zanîn ku hevşaredareke-î ku bi dadgehê mafê wê-î ji destê wê-î bê girtin, divê endamên meclisa şaredariyê bi dengdayînê li şûna wan yekî nû hilbijêrin û wiha pêde çû: “Lê li şûna vê yekê bikin, vîna gel tune dihesibînin. Em dibînin ku tu bingeh û koka angaştên wan jî tune ne. Ji ber bingeha angaştên wan tune zorê bikar tînin. Li aliyekî hevşaredaran bi hincetên dadgehê ji peyvirê digirin û qeyûm tayînî şûna wan dikin, li aliyê din endamên meclisa şaredariyê ku hatin hilbijartin bêtesîr dikin. Bi heman helwestê xespa xwe didomînin. Me dit ku gel di 31’ê adarê de qeyûm di sindoqan de veşart. Hişmendiya qeyûm di sindoqan de winda kir. Ew êdî çi bikin bila bikin wan winda kiriye.

Divê hemû cemaweriya hestiyar zanibin ku qeyûn xezpa li dijî vîna gel e. Pêşîlêgertina pêşeroja jiyana demokratîk a gelan e. Ji bo vê yekê piştevaniya hevpar a demokratîk êdî mecbûrî ye.

Sevda Çelîk Ozbîngol bal kişand ser peymanên navdewletî û wiha pêde çû: “Biryarên dadgehên navdewletî û peymanên navdewletî ji bo hemû siyasetmedar û partiyên siyasî derbasdar e. Lê dema tê hesabê wan hiqûqê nas dikin, dema nayê hesabê wan hiqûqê nas nakin. Mînaka vê yekê em di biryarên DMME’yê yên der barê Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag de dibînin.”

AKP qeyûman dişîne

Sevda Çelîk herî dawî anî ziman ku ew dibînin ku hemû derfetên dewletê pêşkêşî iktidara siyasî kirine û hemû îktîdara siyasî bûye dewleta partiyê. Ji ber vê yekê walî qeymeqam di xizmeta xebatên siyasetê de ne û tev li xebatên hilbijartinê dibin. Wekî li Colemêrgê me dît, dewlet bûye qeyûmê ku AKP wan tayin dike. Gelek personelên cemaweriyê jî wekî rêveberên AKP’ê kar dikin. Me ev lîstik careke din dît. Lê êdî em dibînin gel li diji vê yekê derdikeve û bendan ava dike.  Em wekî komîsyonê ji bo ev kar bê rawestandin, doz vekir. Me dîsa li dijî hişmendiya qedexekar a bi destê Walî li dijî helwesta demokratîk a gel pêş dikeve jî doz vekir. Em ê der barê vê bêhiqûqî û bêzagoniya îdarî jî dozê vekin.”