16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şirîkên êrîşên qirker

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Dewleta tirk a dagirker û qirker, hem kurdên azad dike hedef û hem dixwaze dagirkeriyê li herême fireh bike. Lê li herêmê di şerê li dijî gerîlayên azadiyê encama ku dixwest bi dest nexist. Berxwedana bêhempa ya gerîlayên azadiyê stratejiya şer a dewletê tek bir.

Dewleta tirk a dagirker bi hevkarî û îstixbarata PDK’ê di 23’yê tebaxê de li navçeya Seyîdsadiqê ya Silêmaniyê êrîşî rojnamevanên kurd kir. Di hedefa wan de weke her carê parêzvanên rastiyê û azadiyê ango kedkarên çapemeniya azad hebû. Êrîş danê sibehî pêk hat û wesaîta Kompanya Çetir a Medyayê hat bombekirin. Di encama vê êrîşa dagirkeran û hevkarên wan de, rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn.

Piştî vê êrîşa hovane ango di 28’ê tebaxê de dewleta tirk bi heman rêbazî vê carê li bajarê Qamişlo wesayitek kir hedef. Di êrîşa li taxa Enteriyê ya dikeve rojhilatê Qamişloyê pêk hatî de jina bi navê Xalide Mihemed Şerif a 45 salî û kurê wê Hejar Ednan Silêman ê 24 salî şehîd bûn. Di nava çend rojan de li Başûr û rojavayê Kurdistanê gelê kurd bi van herdû bûyaran êşiya. Lê dîsa mîna her carê hêzên navneteweyî û saziyên ku qaşo xwe alîgirên heq, huqûq, azadî û mafên mirovan pênase dikin bêdeng man.

Divê bê zanîn ku ji ber li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûr û rojavayê Kurdistanê pêk tên, helwesta pêwîst nayê nîşandan, ev êrîş sîstematîk bûne. Ger em bînin bîra xwe tîma kurdistanî ya rêxistina CPT’ê ya amerîkî di rapora xwe ya têkildarî êrîşên dewleta tirk de ragihandibû ku navbera 1991 û 2024’an de di êrîşên dewlata tirk a dagirker de 344 kesan jiyana xwe ji dest dane. 358 kes jî birîndar bûne û 170 gund hatine valakirin.

Di heman demê de li Rojava û Şengalê hêzên rêveberiya xweser û sivîl tên qetilkirin. Li bakurê Kurdistanê li dijî zimanê kurdî şer tê meşandin. Bîlançoya CPT aşkere kiriye ku bi awayekî vekirî asta şerê li herêmê û sûcê şer ên dewleta tirk a dagirker radixe ber çavan.

Ev jî aşkere dike ku konsepteke qirkirina kurd a topyekûn li ser tevahiya kurdan tê meşandin. Ji bo pêkanîn û pratîkirina vê konseptê jî dewleta tirk a dagirker û qirker ji xwe re li herêmê hevkar peyda kirine. Aliyên mîna malbata Barzanî û hevkarên wan di vê mijarê de xulamtiyek tam ji dewleta tirk re dikin.

Bêguman mirov nikare vê êrîşa li dijî kedkarên Çapemeniya Azad hatiye kirin ji peymana 15’ê tebaxê ya di navbera hikûmeta Iraqê, PDK’ê û dewleta tirk de hatiye îmzekirin cûda bigire dest. Diyare bi vê peymanê li hevkirineke nû ya qirkirina kurdan ket meriyetê. Ya ku vê peymanê ji peymanên din cuda dike ev e ku cara ewil partiyeke ku qaşo partiya kurd e, rasterast di lihevkirina qirkirinê de cih digire.

PDK’ê ji bo ku hêzên qirker û dagirkerên Kurdistanê li ser vê peymanê li hev bikin gelek xebitî. Jixwe Wezîrê Karê Derve yê Iraqê bi nasnameya xwe ya PDK’yî di pêkanîna vê peymanê de xwedî rol e. Divê tişta ku bê zanîn ev peyman ji Şengalê heta Silêmaniyê, hebûna kurdan dike hedef. Bi van peymanan ve di qada navneteweyî de êrîşên li ser gelê kurd û pêşengên wê jî rewa dikin. Bi vî rengî PDK’ê zemîna êrîş û komkujiyên nû diafirîne.

Dewleta tirk a dagirker û qirker li herêmê di şerê li dijî gerîlayên azadiyê encama ku dixwest bi dest nexist. Tevî hemû piştgiriya hêzên navneteweyî û bi karanîna çekên qedexekirî jî weke dihat xwestin pêşve neçû û ne gihaşt armanca xwe. Berxwedana bêhempa ya gerîlayên azadiyê stratejiya şer ya dewleta tirk serobino kir. Dewleta tirk a qirker ku li herêmê xetimî û rûyê wê yê reş her roj ji hêla ragihandina azad ve dihat deşîfrekirin û teşhîrkirin bi armanca pêşî li vê bigre berê xwe da kedkarên çapemeniyê. Êrîşa li dijî rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di encama zemîna vê peymanê de bi armanca pêşî li Ragihandina Azad bigirin pêk hat. Bala xwe bidênê, saziyên PDK’ê yên qaşo dezgehên ragihandinê ne ji bo vê êrîşê rewa bikin her cûre nûçeyên nerast û dûrî rastiyê servîs kirin. Zimanê wan zimanê dewleta tirk bû. Li şûna xwedî li kadkarên çapemeniyê derkevin bi zimanê dagirkeran êrîş kirin.

Divê kurd û raya giştî ya demokratîk bizanibe ku dewleta tirk ji bo li herêmê îradeya kurdên azad ji holê rake serî li hemû sûcê şer dide. Li başûrê Kurdistanê hewil dide ku van êrişên xwe bi peymanên ku hevkarên re îmzekiriye rewa bike. Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo xelkê herêmê nebe xwedî îrade û xwedî li hebûna xwe dernekeve her cûre êrîşan pêk tîne. Sivîlan qetil dike. Her cûre tevliheviyê bi destê sîxûr û xiyanetkaran çêdike.

Armanca plana qirkirinê ew e ku gelê kurd ji destkeftiyên ku bi bedelên mezin hatine avakirin dûr bixe û mahkumî bindestiyê bike. Li gorî wan; mafê gelê kurd ê azad bibe tune. Mafê wan tune xwedî li hebûna xwe derkeve. Ev polîtîkaya ku bi sedsalane bi rêya peyman û li hevkirinên navneteweyî li ser gelê kurd tê ferzkirin niha dixwazin bi darê zorê berdewam bikin. Lewma ti kes dengê xwe ji van êrişên qirker ên dewleta Tirk re dernaxe. Ji ber ji cihekî û şûn ve ev êrîş xizmeta siyasta hêzên navneteweyî jî dike. Gelê Kurd bi hemû hêzên xwe yên azadîxwaz û demokratîk çawa ku li hemberî siyaseta înkarê serî hilda û xwedî li hebûna xwe derket; wê li himberî vê siyasta ku bi darê zorê dixwaze hebûna civaka kurd înkar dike jî têkoşîna xwe bidomîne.

Di vir de ya girîng ew e ku welatên herêmê wê çiqas bibin şirîkên dewleta tirk a dagirker. Ger dewleta Iraqê naxwaze mîna Helebce û Enfalê sûcê li dijî mirovahiyê bike; divê serbestiya qada hewayî ya ku li başûrê Kurdistanê û Şengal demildest ji dewleta Ttirk re bigire. Na ger wê weke di peymana 15’ê tebaxê hatiye îmzakirin bibe perçeyekî vê siyaseta qirêj wê demê ew ê di çavê kurdan de xiyanetkar bê naskirin.

Rêveberiyên welatên ku ax û hebûna xwe ji bo êrîşên dagirkeriyê ji hêz û welatekî din re vedikin nepêkan e ku ji aliyê gel ve bên erêkirin. Beriya ku dereng bibe divê rêveberiya Iraqê ji şirîkatiya hevpariya komkujiya kurdan vekişe.

Weke ku êrîşa li dijî kedkarên Ragihandina Azad aşkere dike, armanca dewleta tirk ne tenê kurdên azad dike hedef. Ji bo dagirkeriya xwe li herêmê berfireh bike li ti kesî guhdar nake. Ev çi rêveberiya Iraqê ango hikûmeta herêmê be. Di vir de ya girîng ew e ku hikûmeta Iraqê wê çiqas li hemberî van êrîşan bêîrade bisekine wê çiqas vê qelsiya xwe bi peymanên ku qaşo ji bo ewlehiyê hatine îmzekirin binixumîne.