6 Temmuz, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şoreşa  Xwebûnê

Cîger Dilşad

Xwebûn, yanî bûyîna yê/ya xwe. Ev ya, bi dahûrandina kesayetê da destpêkirin û bi afirandina kesayetê re heqîqeta civaka kurd derxist holê.

Îro li hemû Kurdistanê dewleta tirk a dagirker ji bo civaka kurd ji dûr bixîne, di serî de fihûşê, madeyên hişbir di nav ciwanan de belav dike. Bi rêya şebekeyên ku bi qaçaxvaniya mirovan dikin, rêya reva ji Kurdistanê ji kurdan re vedike. Ev tev planên Îngilîzan e

Desthilatdar, ji bo ku xwînmijiya xwe bidomîne û tu hêzeke dijber dernekeve holê, di serî de dest diavêje xwebûniya kes û bi awayên cuda cuda teşe dide cewhera mirov. Ji ber ku serdest timî bi tirsa ku, gel serî li hemberî wê rake, li ser beşên civakê lêkolînên berfereh didin çêkirin. Ji berê ve vê rêbazê dimeşînin. Ne ku tiştekî nû ye. Di destana Gilgamêş de jî pênasekirina wî ji bo gelê çiyayî kiriye, mirov daneyên wê siyasetê dibîne. Dîsa mînak, Siltanê Sor; Ebdulhemîdê 2’yemîn, ji bo mêrê kurd wiha dibêje; “Koka mêjûya wan kevnare, qedîm hêzdar e şerker, serhişk, kes pê nikare, ji lew re divê ji xwe re bikin dest û pê”. Heman siyaset di heyama netewe dewletê de kûrtir û ziravtir tê meşandin. Bêguman dewletên Rojavayî û bi taybetî jî Îngiltere di vê hêlê de pir bi hostetî xebatan li ser civak û gelan dide kirin. Serdest baş dizanin ku, kes-civaka bûye yê/ya xwe dikare her tiştî bike û tu hêz nikare wê/wî di bin nîrê koletiyê de bigire.

Jixwe Îngiltere bi wê armancê bi salên 1760’an re misyonerên xwe bi navên cuda û di bin peywirên cuda cuda de şandin Kurdistanê ku rewşa civaka kurd lêkolîn bikin û xalên lewaz û xurt yên kurdan fêm bikin û li gorî wê jî siyaseta xwe diyar bikin. Di vê çerçoveyê de rewşa eşîrên kurdan,heta ya herêman û têkiliya eşîran bi dewleta Osmanî û Îranê re lêkolîn dikin. Ji xwe piştî Konferasa Qahîre di encama lêkolîna zêdeyî sad salî ya li ser Kurdistanê ev biryar girtibûn:

1- Divê bi tu awayî kurd nebin xwedî dewlet,

2- Divê kurdan wekî herêma tampon bi karbînin ku sosyalîzm derbasî Rojhilata Navîn nebe. Ji bo wê jî divê dubendiyên olî timî zindî bigirin,

3- Divê kurdan li dijî dewletên dagirkerên Kurdistanê bikar bînin û bi wî rengî tawîzan ji Osman û Îranê bigirin,

4- Heger derfeta pêşîlêgirtina avabûna Kurdistanê nema, divê wekî dewleteke pêleystokî di destê me de be.

Rêber Apo ew biryarên wan ên sed sal in di meryetê de bûn; bi têkoşîna xwe pûç kir. Îngiltere, Napolyon BONAPARTE wekî  dijminê herî mezin ji xwe re didît. Wisa jî tê zanîn. Lê gava Napolyon dîl kete destê wan, wî di girava Saint Helenayê de girtin. Heta Napolyon ji pençeşêra mîdeyê jiyana xwe ji dest da jî, kengê bixwesta li hemû girava Saint Helena digeriya, serlêdan qebûl dikirin, katibê wî jî li cem û bîranînên xwe li wir nivisandin. Napolyon li dijî Îngilteryêe şer kir, leşkerên îngilîz kuştin, heta di sala 1789’an de Misira ku di bin dagirkeriya Îngiltereyê de bû, dagir kir û derbeke mezin li rêya bazirganiya Îngiltereyê xistibû. Lê dîsa jî Îngiltere, Napolyon di odeyekê de negirt, gravek ji boyî wî veqetandibû. Tevî  dijmantiya Fransa-Îngiltere ya dîrokî jî, Îngiltere Napolyon di tecrîdeke mutleq de negirt.

Tevî ku Rêber Apo yek leşkerekî/e Îngiltereyê nekuştiye, kargeheke wan neşewitandî, welatekî ku ji hêla Îngiltere ve hatiye dagirkirin Rêber Apo ranebûye ew welata dagirnekiriye jî, lê dîsa li dijî Rêber Apo komployeke navdewletî amade kir. Hema hema hemû dewletên mezin tevlî komplo kir û di encamê de Rêber Apo di 15’ê Sibata 1999’an de dîl girtin. Ew radestî dewleta tirk kirin. Bi wê jî sînordar nema, 26 sal in Rêber Apo di tecrîdeke mutlaq de digire. Ji lew re divê em li her derê di mijara tecrîda li ser Rêber Apo de Îngiltereyê riswa bikin. Îngiltere saziya pêleystokî ya bi navê CPT bi rê ve dibe. Hêza ku Rêber Apo di tecrîdê de digire ne dewleta tirk e, Îngiltere ye!

Di vir de ev pirs tê hişê mirov; Çima gelo? Bersiva vê pirsê hem pir hêsane, hem jî pir berfireh û dirêj e.

Bi kurtasî;

Rêber Apo beriya her tiştî, ŞOREŞA XWEBÛNÊ dabû destpêkirin.

Xwebûn, yanî bûyîna yê/ya xwe. Ev ya, bi dahûrandina kesayetê d destpêkirin û bi afirandina kesayetê re heqîqeta civaka kurd derxist holê. Gihîştina kurdan a asta bibin xwe; dihat wê wateyê ku stratejiya Îngiltereyê ya ku di Konferasa Qahîreyê de li dijî hebûna kurdan hûnandibû, vala derkeve. Konferasa Qahîreyê erêkirina qirkirina kurdan bû û di destpêka sala 1920’î de ji hêla efendiyên Îngiltereyê ve hatibû erêkirin. Heta derketina Rêber Apo tu tiştekî kurdan nemabû. Jixwe kurd ne yên xwe bûn ku tiştekî bi navê wan heba. Kurdên Tirkiyeyê, kurdên Iraqê, kurdên Îranê, kurdên Sûriyeyê “hebûn”. Lê kurdên Kurdistanê tunebûn. Kurdistan jî li gorî siyaseta Îngiltere bi tenê Kurdistana başûr hebû, parçeyên din ji wî perçî re hatibûn fedakirin! Derxistina rastî û heqîqîta gelê kurd holê ji bo stratejiya Îngiltereyê bû derbeke dîrokî.

Ji hêla din ve jî, tişta ku tu rêberî newêrîbû bike Rêber Apo kir. Şoreşa azadkirina jinê pêş xist. Ji xwe şoreşa jinê dilopa dawî bû ku hemû serdest li dijî Rêber Apo bibin yek û di tecrîkirina Rêber Apo de rikdar bin.

Îro li hemû Kurdistanê û bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê dewleta tirk a dagirker ji bo civaka kurd ji ŞOREŞA XWEBÛNÊ dûr bixîne, di serî de fihûşê, madeyên hişbir di nav ciwanan de belav dike. Ji hêla din ve jî bi rêya şebekeyên ku bi qaçaxvaniya mirovan dikin, rêya reva ji Kurdistanê ji kurdan re vedike. Bi taybetî jî li ser keç û xortan wê siyasetê dimeşîn e. Bi siyaseta tecawizkirinê jî, hewl dide ku kesayeta hatiye afrandin ji kokê ve hilweşîne. Ji ber ew baş dizanin ku, civaka ku li dijî tecawizkeran serî ranekir, êdî di wê civakê de xêr nemaye û dikare her tiştî bi wê civakê bike. Serê çend mehan li bajarekî bakurê Kurdistanê tecawizî jineke kurd (heta tecawizî zarokan) dikin û mêze dikin ka reaksiyona civakê çi ye. Yanê ew bûyerên tecawizê yên peryodîk ne ji ber xwe ve bûn. Di çerçoveya plana navenda şerê taybet de hatine kirin. Reaksiyona gelê me li Şirnaxê (dereng be jî, çimkî di wan salên dawî de bi dehan bûyer qewimîn, lê ji bilî dengekî lewaz zêde deng derneketin), bersiveke li xwebûna xwe xwedî derketin bû û dewlet da tirsandin. Divê em wekî gel nebêjin; “Tecawizî keça min nekirine”, an “Tecawizî xwişka min nekirine, çi ji min re”. Divê em bizanibin ku her bûyera tecawizê ku li Kurdistanê tê kirin, tecawizkirina xwebûna me ye.

Her wiha divê dayikek, bavek bi tenê zarokên xwe ji fihûşê û madeyên hişbir neparêz in. Divê em bizanibin ku, wê sibehê dor were zarokên wan jî.

Dewleta şerê taybet bi rêzefilman jî heman tiştî armanc dike. Mînak, beriya çend salan rêzefilmek bi navê “EVÎNA KIRÊKIRΔ pêşkêşî civakê dikir. Ew dizanin ku, kesên bêkar û feqîr li rêzefilman temaşe dikin. Ji ber siyaseta dewleta şerê taybet feqîrî û bêkarî herî pir li Kurdistanê hatiye pêşxistin û potansela ku herî pir li wan temaşe bikin jî li Kurdistanê ye. Ji lew re jî bi wan rêzefilman pêşiya pêşîn hemû ciwanên li Tirkiyeyê dijîn armanc dikin. Em tev dizanin ku dilîna herî pîroz evîn e û evîn jî bi kirê nabe. Evîn ne mal e ku mirov kirê bike ji boyî çend salan an jî ji boyî demekê. Ev, kiryar bi tevahî li gorî plana dûrxistina ciwanan ji felsefa Rêber Apo ya xwebûnê têne kirin.