17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkçûna tirkbûnê

Armanca kemalizmê binaxkirina Kurdistanê li qûntara çiyayê Agiriyê bû, lê bi ser neket. Niha tişta pêwîst vegera tirkitiyê ya ji ser vê polîtîkaya xwe ya têkçûyî ye. Lê li Tirkiyê ev hêz tune ye.

Tirkitiya li ser bingehê kemalizmê hat avakirin bi pêkanînên qirkirinan û polîtîkayên asîmilasyonê sed sal li pey xwe hişt. Di van sed salan de armanc tinekirina ziman, çand, dîrok û hebûna kurdan bû. Piraniya kurdan li hember vê qirkirin û asimilasyonê li ber xwe dan. Kurdan gelek êş kişand: hatin kuştin, ketin zindanan, ji welatê xwe û li ser axa welatê xwe koçber bûn. Ji dewlemendiyên welatê xwe bêpar hatin hiştin, birçî, tî û feqîr hatin hiştin. Navê wan, nasnameya wan, zimanê wan û hebûna wan hatin înkarkirin. Lê piraniya kurdan dîsa jî li ber xwe dan. Bêguman birek jî teslîmî pêvajoyê bûn û riya tirkbûnê wek riyeke herî rehet û hêsan dan pêşberî xwe û di nav sazûmana tirkitiyê de ji xwe re li ciyekî û li jiyanekê geriyan. Di roja îro em gihiştinê de derketiye holê ku ne ew bi ser ketine û ne jî polîtîka û pêkanînên tirkitiyê yên li ser kurdan.

Bi hilbijartinên 31’ê adarê re bidestxistina piraniya şaredariyên li Kurdistanê nîşaneya têkçûna pêkanîn û polîtîkayên tirkitiyê ne. Sed salên komara Tirkiyeyê virtûvala bi ber avê de çûn. Tevî hemû kuştin, girtin û koçberkirinan navê Kurd û Kurdistanê ji holê ranebû û hîn piraniya kurdan bi kurdî diaxivin, rojname bi kurdî derdikevin, pirtûk bi kurdî tên nivîsandin, radyo û televizyon weşanên bi kurdî radigihînin.

Armanca kemalizmê binaxkirina Kurdistanê li qûntara çiyayê Agiriyê bû, lê bi ser neket. Niha tişta pêwîst vegera tirkitiyê ya ji ser vê polîtîkaya xwe ya têkçûyî ye. Lê li Tirkiyê hêzeke karibe ji polîtîkayên têkçûyî bi paş de vegere tine ye. Hikûmeta AKP’ê ya bi Erdogan bîst sal in serdest e û di dîroka kemalizmê de polîtîkayên li ser kurdan bi awayê herî xerab û xwîndar da meşandin, hîn jî di domandina kiryarên xwe de bi israr e, ji ber ew hêza nûbûnê pê re tine ye. Hêzeke her diçe lewaz dikeve nikare xwe û polîtîkayên xwe nû bike. Nûbûn ji aliyê hêzên nûjen an bi hêz ve dikare were kirin. Hêzên jixwebawer an bixwebawer dikarin nûbûnan bikin. Hêzên lingekî wan di gorê de, tenê dikarin li ber xwe bidin û tişta AKP an Erdogan bi navê komara Tirkiyê yan polîtîkayên înkar û îmhakirina kurdan bikin jî wê tenê berxwedan be. Ew ê ji îro û pê de tenê hewl bidin, da li hember kurdan zêdetir têk neçin. Tiştekî nû karibin bikin wê tine be. Ji dareke kevnar û riziyayî fêkiyekî spehî nayê hêvîkirin. Erdogan jî, AKP jî ber bi sergoyê dîrokê ve diherikin, him jî ne bi hêdî, bi lez û bez.

Ji bo wê bala xwe bidinê bi wî temenê xwe yî bi kotekî li ser lingan disekine baz dide, diçe Iraqê, bê ka dikare riyeke li hember kurdan li ser lingan raweste dibîne yan na. Wê biçe Amerîka û Ewropayê jî. Wê hewl bide desteka sed sal in ji dewletên cîhanê distîne, nû bike, da temenê xwe dirêj bike.

Lê cîhan jî bi dayîna desteka bêhempa ya ji tirkitiyê re êdî westiyaye. Cîhana sermayedar û emperyalist ev sed sal in, destekeke bêsînor dide Komara Tirkiyê, da polîtîkayên wê yên asimilasyon, înkar û qirkirinê li ser kurdan pêk werin. Lê tev jî bi ser neketin. Îroj dewletên wek Amerîka, Fransa û hin dewletên din ên Ewropayê kurdan wek dostên xwe bi nav dikin. Hin dibêjin, kurd dostên me ne, hin dibêjin ew hevalbend û piştgirên me ne, hin dibêjin ew şirîkên me yên li hember şerê li dijî teroristên DAIŞ’ê ne. Lê van dewleta tevan jî di van sed salên borî de ji bo tinekirina kurdan destek dane komara Tirkiyeyê. Ji bo wê dewleta tirk mat û şaş maye.

Dibêje ev sed sal in we destek dida me ku em nav û hebûna kurdan ji ser rûyê cîhanê rakin, lê niha hûn dibêjin ew dost û hevalbend û şirîkên me ne, em vê yekê qebûl nakin.

Niha dîplomasiya Tirkiyê ya piştî hilbijartinên 31’ê adarê li ser vî bingehî dimeşe û wê bimeşe. Lê li aliyê din cîhana destek dabû tirkan jî dibînin, dihizirin û dibêjin: Te di sed salan de nikarî kurdan tine bikî û kurdan hebûna xwe him li ser te û him li ser me da ferzkirin. Ew êdî bûne rastiyeke ku ne em dikarin wek berê înkar bikin û ne jî êdî tu dikarî înkar bikî. Em bi awayekî bûne deyndarê kurdan û em bi domandina polîtîkayên sed salên borî li hember kurdan, li hember gelê xwe û li hember rayagiştî ya cîhanê rûreş dibin. Divê em bi awayekî xwe ji vê rûreşiyê rizgar bikin.

Lê tirk hîn jî ji bo sed salên li pêşiya me jî domandina desteka sed salên çûyî dixwazin. Sefera dîplomatîk a Erdogan û wezîrên wî dest avêtiyê, bi vê armancê ye.

Di vê çarçoweyê de pêngava şaredariyên Kurdan a xwedîderketina li ziman û nasnameya xwe û bikaranîna kurdî ya di her warê jiyanê de pir girîng, watedar û ji mirinûmayînê ferztir e. Jiyîna ziman jiyîna kurdan e û jiyîna kurdan jî mirina kemalizm û polîtîkayên asimilasyon, îmha û înkarê ye. Her kurdekî xwedîrûmet û bi kurdbûna xwe serbilind, divê giştiya jiyana xwe bi kurdî bijî. Li malê, li kolanê, li kargehê li bînvedanê, li erd û li ezmên, bi xwe, bi zarokên xwe, bi malbata xwe, bi dost, nas û cîranên xwe re bi kurdî biaxive. Wê demê wê hebûna kurdan bibe xincereke bêderman û di ser dilê neyar de biçike, mirina dest pê kiriye wê leztir û vebir bibe.

Bila neyê jibîrkirin, gelekî di sed salên zor û zehmetiyê de nehatibe tinekirin, di sed salên rehetiyê de misoger wê bi ser keve. Lê serkevtin ji ezmanan bi riya wehiyê nayê, bi dest û hewildanên kurdên bi kurdî dijîn û dil û mejiyê wan Kurdistanî ye wê were.