2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Têkoşîna jinên kurd ji bo jinên cîhanê dibe mînak’

Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya anî ziman ku dê bi ruhê Sakîne Cansiz û têkoşîna Zîlan di 30’ê Hezîranê de mihrîcanê pêk bînin û wiha got: “Têkoşîna jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê dibe mînak. Ev hêzek pir mezin dide me.”

Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) dê di 30’ê Hezîranê de 11’emîn Mihrîcana Jinê ya Sakîne Cansiz pêk bînin. Dê gelek saziyên jinan jî piştgiriyê didin mihrîcanê. Mihrîcan dê bi dirûşma ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin’ li qada Kasernenareal a li bajarê Zurîchê pêk bê.

Têkildarî mihrîcanê Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya li ser mijarê ji Xwebûnê re axivî. Dîlan Çetînkaya anî ziman ku wekî YJK-S ya Swîsreyê îsal 11’emîn Mihrîcana Sakîne Cansiz pêk tînin û wiha got: “Kelecanek pir zêde, ked û hewldanek pir zêde heye. Em xwedî îddîa û biryar in ku em li gorî sekn û nasnameya heval Sakîne mihrîcanekê pêk bînin. Em dixwazin ev mihrîcan layiqî têkoşîna heval Sakîne û hevalên wê be.”

Çetînkaya, da zanîn ku gelek amadekariyên wan ên teknîkî bi dawî bûn û wiha axivî: “Em niha li Swîsreyê dixwazin xwe bigînin hemû jinên Kurdistanê û dostên xwe. Em dixwazin xwe bigînin hemû jinên ku li pey azadiyê ne. Xwe bigînin hemû jinên ku li dijî pergala serwer a mêr têdikoşin. Em derî bi derî digerin û yek bi yek jinan vexwînin mihrîcanê. Tevgera Jinê ya Swîsreyê li hemû qadê xwe bi rêxistin kiriye. Li hemû qadên ku em lê bi rêxistin jinan vedixwînin mihrîcanê.”

Salek berê dest bi xebatên mihrîcanê dikin

Çetînkaya, bal kişand ser bernameya mihrîcanê û ev agahî dan: “Îsal em 11’emîn mihrîcanê pêk tînin. Ji mihrîcana 6’emîn û şûnde ez şahidiya mihrîcana Sakîne Cansiz dikim. Ji mihrîcana 6’emîn heta mihrîcana 11’emîn em her sal mihrîcanê têr nabînin û dixwazin her mihrîcan ji ya sala berî xwe baştir û xurttir be. Em û hevalên xwe dixwazin her sal mihrîcan ji yên berê baştir û serkeftîdir be. Ji ber ku em dibînin bandora Heval Sakîne ya li ser derdorê pir zêde ye. Dema ez nû hatim qada Ewropayê û tev li xebatên mihrîcana 6’emîn bûm, me bi hêjmarek hindiktir a rêxistina jinan mihrîcan amade kir. Îro em bi zêdetirî 30 rêxistinên jinan vê mihrîcanê bi rêxistin dikin. Her roja derbas dibe, jin bêtir dixwazin tev li xebatên me bibin. Di destpêkê de komên jinan dema dihatin cem me, tenê ji bo piştevaniyê dihatin. Lê niha, ew jin li gel me di nava komîteya amadekar a mihrîcanê de cih digirin. Komên jinên dost û femînîst jî bi qasî me û wekî me xwe tev li xebatan dikin û berpirsiyariyê digirin. Piştî me mihrîcan di 30’ê hezîranê de pêk anî, em dîsa li hev kom dibin û ji bo salek pêş me, em dest bi amadekariyan dikin. Dema em hin mijaran paşguh dikin, dostên me pêşengiyê ji mere dikin. Ev sekna wan pir bi qîmet e. Xwedîderketina Sakîne Cansiz ji bo me rûmetek pir mezin e. Em tevgera jinên kurd her dem dibêjin xeta me û rêberê me Heval Sakîne û Heval Zîlan in.”

Dîlan Çetînkaya, anî ziman ku îsal mihrîcan rastî 30’ê Hezîranê tê û wiha lê zêde kir: “Ev dîrok ji bo me bêtir bi wate û qîmet e. Salvegera şehadeta heval Zîlan e. Di xet û îdîayê de xalek pir mezin e. Em wekî tevgera jinên kurd dixwazin li gorî layiqiya vê xet û têkoşînê tev bigerin. Ev erka me ya esîl e.

Koma Dansê ya  Katalan dê derkeve ser dikê

Dîlan li ser bernameya Mihrîcanê jî rawestiya û ev agahî dan: “Berê em jinên kurd û cend dostên kurd derdiketin ser dikê. Lê niha dê ji çar parçeyên Kurdistanê jin derkevin ser dikê. Dê govendên me derkevin ser dikê. Dîsa dê dansên me yên neteweyî bên pêşandan. Yekem car me Koma Dansê ya  Katalan vexwend mihrîcanê. Tenê 8 kes dikarin derkevin ser dikê. Lê Koma  Katalan di aliyê hejmarê ze 16 kes in. Me xwest ji ber kapatîseta dikê ji koma katalan tenê 8 kes derkevin ser dikê. Lê wan got ‘Mihrîcana Sakîne Cansiz ji bo me gelek bi wate û bi qîmet e. Em dixwazin 16 jin bi hevre derkevin ser dikê. Wekî tin tu daxwaza me tune ye. Ev ast, asta têkoşîna jinên kurd a gerdûnî nîşanî me dide. Nîşan dide ku têkoşîna jinên kurd çiqas gerdûnî bûye. Jinên ku şahidiya vê yekê bike û şopirê vê yekê be şanazî û rûmetek pir pir mezin e. Pêşeng û rêberên me yên jin bi ked û têkoşînek pir mezin qadek pir mezin vekirine. Erka ku dikeve ser milê me jî divê em li vê mîrate û bîranînê xwedî derkevin û mezin bikin. Divê em vê têkoşînê li her derê belav bikin û bidin jiyandin. Ev erka me ya sereke ye.”

Dîlan Çetînkaya li ser peyamên ku di mihrîcanê de bên dayîn jî rawestiya û wiha axivî: “Tenê peyamek me heye. Îsal  em bi dirûşmeya ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî re em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin’ mihrîcanê pêk tînin. Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşê ve diçin. Ev şoreş ji bo me şoreşek jêneveger e. Rêberê me yê ku rê li pêş vê şoreşê vekiriye, divê em wî di aliyê fizikî de azad bikin. Îro em mihrîcana Jinên azad pêk tînin. Lê dema em vê mihrîcanê pêk tînin, divê em civaka azad û Kurdistana azad ava bikin. Heta ku jin azad nebe, civak û axa Kurdistanê jî azad nabe. Îro di şexsê Sakîne Cansiz de em mihrîcana jina azad, civaka azad û Kurdistana azad li dar dixin. Dema em vê yekê pêk tînin jî em teqez dîlgirtina Rêberê xwe qebûl nakin. Heta ku Rêbere me bi awayekî fizîkî azad nebe, em ê têkoşîna xwe bilind bikin.

Heta Rêberê me azad nebe, em jin qet azad nabin

Dîlan Çetînkaya, bal kişand ser girîngiya azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan û wiha pêde çû: “Ji bo me pir zelal e. Heta ku Rêberê me azad nebe, em jinên kurd qet azad nabin. Heta ku Rêberê me azad nebe, nirxên me, baweriya me erdnîgariya me û civaka me qet azad nabe. Li qadê em ê bi yek dengî bibêjin, ‘Heta Rêberê me azad nebe, em wekî tevgera jinên kurd qet û qet dê ranewestin” Em ê peyama ‘heta Rêberê me azad nebe, em ê qala azadiya civaka xwe û axa xwe nekin. Em ê bixwazin demek zûtirîn Rêberê me azad bibe. Armanca me ya sereke azadiya fizîkî ya Rêberê me ye.”

Têkoşînê wêneyekî bêhempa xêz kiriye

Dîlan Çetînkaya, ba kişand ser têkoşîna jinên kurd û wiha berdewam kir: “Têkoşina me pir li pêş me ye. Vê tekoşînê Kurdistan, gelê kurd û jina kurd derbas kiriye. Raste gelê kurd pêşengiya vê têkoşînê kir. Lê îro li hemû qadên Ewropayê wêneyekî pir mezin ê têkoşînê pêş ketiye. Peyva ku vî wêneyê mezinbûna têkoşînê bîne ziman peyda nabe. Sala par jinên kurd li Berlînê Konferansa Jinan pêk anî. Jin ji Amarîka, Hîndîstan, Abayala, Jinên Çermsor, Erebîstan, Beyrûd û gelek welatên din hatin tev li konferansê bûn. Dema me li derve li wî wêneyê nerî, me dît ku hevalên me bi têkoşîna xwe nirxekî bêhempa xêz kiriye.”

Têkoşîna jinên kurd ji bo jinên cîhanê bû mînak

Jinên ku ji çar aliyê cîhanê hatin tev li konferansê bûn gotin ‘Em pir kêfxweş in ku me hûn nas kirin. Em pir şanaz û xwedî şens in ku me hûn û têkoşîna we nas kir. Em pir kêfxweş in ku bi xeta Jin Jiyan Azadî ku Rêbertiyê vekiriye, em ber bi azadiyê ve diçin. Em pir kêfxweşin ku têkoşîna jina azad rêya têkoşînê nîşanî me da. Ev têkoşîna we ji bo me bû mînak. We xetek ji mere ava kir.’ Ev xet xeta Zîlan, Bêrîtan e. Ev xet, xeta Sara, Rojbîn û Evînê ye. Em tevgera jinên kurd jî şopdarê vê xetê ne. Em şopdarên van pêşengan in. Ev ji bo jinên kurd ên li Ewropa xurûr û kêfxweşiyek pir mezin e. Erka me jî em layiqî têkoşîna van pêşengan bin.”

Xeta me xeta Bêrîtan, Zilan, Sara û Rojbîn e

Dîlan Çetinkaya, herî dawî banga tevlêbûna mihrîcanê jî kir û wiha bi dawî kir: “Xeta me xeta Bêrîtan, Zîlan û Sara ye. Em di 30’ê Hezîranê de di serî de hemû jinên Kurdistanî dawetî mihrîcana Sakîne Cansiz dikin. Em ê li gorî ruhê Sakîne Cansiz û têkoşîna Zîlan pêk bînin. Em ê laqiyî têkoşîna wan bin. Ji bo vê yekê em dixwazin hemû hevalên me bi mere beşdarî mihrîcanê bibin. Em bang dikin ku di mihrîcanê de em bi hevre van hestan bijîn.

Heval Zîlan beriya ku çalakiyê pêk bîne wiha dibêje: ‘Ez pêkanîna vê çalakiyê ji xwe re wek wezîfe dihesibînim û xwe berpirsîyar dibînim. Ez bawer dikim ku divê mirov vê wezîfeyê bi cîh bîne. Ez dixwazim li berxwedana hevalên Mazlum, Xeyrî, Kemal, Ferhad, Besê, Bêrîtan, Bêrîvan û Rohanî derbikevim û riya wan bişopînim. Ez dixwazim ji bo azadiyê bibin dengê daxwazên gelê xwe. Li hember polîtîka împeryalîzmê ya ku jinê dike kole, ez bi hêrs û rikeke mezin bombeyê di laşê xwe de diteqî­nim û dixwazim bi vê yekê bibim sembol û nîşana berxwedana jina Kurd. Ez ji bo jîyanê xwediyê îdîayeke gelek mezin im û dixwazim bibim xwediyê jîyaneke bi rûmet û çalakiyeke mezin. Di pêşengiya Serok Apo de têkoşîna me ya rizgarî ya netewî dê di demeke gelek nêzîk de bi ser bikeve û gelê me yê belengaz dê di nav malbata gelê cîhanê de cîhê xwe yê giranbiha bigire û bigihêje mafê xwe. Ji bo jîyanê îdîa min gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê jîyaneke bi rûmet û çalakiyeke mezin. Ji bo ku ez ji jîyanê û mirovan pir hez dikim, ez vê çalakiyê pêk tînim.’

Em ê di 30’e Hezîranê de bi layiqiya têkoşîna wan mihrîcanê pêk bînin. Ji bo wê çi ji destê me bê em ê bikin. Em jin û zarok em ê li qadê amade bibin. Em hemû jinan vedixwînin mihrîcanê. Ez ji bo xwînerên xwebûnê dibêjim, têkoşîn, ked û hewldana we ya li Kurdistanê ji bo me dibe hêz û moreleke mezin. Em ne parçe ne. Em Tevgera Jin a Kurd yek parçe ne. Em li her derê bi rêxistin in. Gihiştina me ya xeta têkoşînê hêzek pir mezin dide me. Ez ji hemû hevrêyê xwe yê jin ên li Kurdistanê têdikoşin re serkeftinê dixwazim. Em ê di rêşa  meşa azadiyê de teqez bi ser bikevin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê