28 Haziran, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tîbûn ji çekan kujertir e

Şerekî bêçek vê carê li ber deriyê gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Çekekî ku xwe tenê dispêre avê û av ji çekên herî mezin û nûklerî kûjertir e. Mirina pez, çêlek, deve, hesp û gamêşan sûc e, hişkbûna axê û zêdebûna rûberên çoliyê sûcek li dijî jîngehê ye.

Şoreş dest pê kir, gel û jinan qîr kirin û gotin azadî! Azadî xwestin, dijminê wan zêde bûn. Gotinek pêşiyan heye dibêje “Ku ga dimire kêr pir dibin”, lê belê jin û gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi ol û mezhebên xwe wekî lehiyê herikîn qadan serî rakirin û gotin yan azadî yan jî azadî! Lê dijminên ku gotin mirin û gelek cureyên çekan li hember wan bikaranîn, zêde bûn, lê ew nemirin berovajî wê heta niha dijîn. Îro, piştî 12 sal ji Şoreşa 19’ê Tîrmehê gel bi jin û zarokên xwe ji bo azadiyê tên kuştin, revandin, gulebarankirin. Tî û birçî tên hiştin û li rûyê wan dergehên jiyanê, bazirganî û sînorî digirin.

Rojava-bakur û rojhilatê Sûriyeyê, parçeyek ji Sûriyeyê ya Rojhilata Navîn e. Li vî parçeyê biçûk îro gelek êrîş ji aliyê gelek hêzên hegemon ve çêdibin, ji şerên taybet heta êrîşên çekdarî û hewayî, girtina dergehên sînorî yên bi hevpeymanên navdewletî çêdibin û niha jî şerekî ku nakeve aqilan de li dijî gel dimeşînin ew jî şerê avê ye ku dixwazin damarên vî gelî, vê axê zuha bikin.

Av çavkaniya jiyan û bereketê û sembola dewlemendî û pakiyê ye, lê di heman demê de tirs û metirsiyan, xwestek û nakokiyan derdixe holê. Fonksiyonên wê yên pir û pêwîst ew veguherandiye çavkaniyek girîng a ku mirov bikar anîn û rêvebirina wê her gav hewl daye ku birêkûpêk bike.

Av çek e!

Di êrîşên leşkerî, şerên taybet ku dixwazin jin û civakê ji cewherê wan vala derbixin, sîxurî û şerê pariyê nan yê gel di şewitandina zeviyên zêrê zer genim û ceh de pêşxistin, lê biser neketin. Hewl didin seleya xwarinê li Cizîra herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê bêxwarin bihêlin. Di şewata zeviyan de encam negirtin, li ser dilopa ava gel şer didin meşandin. Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê şerekî avê yê pir xeternak tê meşandin.

Li gorî raporên navdewletî guherîna avhewayê bi berdewamî li Rojhilata Navîn rû dide, Sûriye jî yek ji welatên ku herî zêde bandor lê tê kirin e. Herêm di salên borî de rûbirûyê hişkesaliyên dijwar bûye, ku hîn jî berdewam in. Guherîna avhewayê û nebûna avê dê bêtir di çolbûna herêmê de rol bilîze.

Çem dimirin…

Firat çemekî navdewletî û dirêjtirîn çem e di Sûriyeyê de, li kêleka çemên din Xabûr, Zirgan û Ceqceq yên ku ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê dibin, di herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê re derbas dibin û ji wir dighêjin erdên Iraqê. Ev çem bi hevpeymanên navdewletî parastîne qaşo, ku nabe tu dewlet ji hêla xwe ve van çeman wekî çek li hember dewleta din bikar bîne. Firat û Xabûr çemên stratejîk in û yê bingehîn in li herêmê, lê niha herdu çem jî ber bi mirinê ve diçin, çemê Firatê çend metre av jê kêm bûye û çemê Xabûr jî niha miçiqî ye. Çemê Xabûr tenê di bihara û zivistanan de diherike, çavkaniyên herikandina wê jî ava barana û helîna berfa çiyayên Kurdistanê ne.

Av ji girîngtirîn dosyeya ye

Ji ber av dewlemendiya herî mezin a cîhanê ye, di yasaya mirovî a navdewletî de nabe ku çavkaniyên avê wekî çem, stasyon û torên wê di şeran de werin xirakirin û wekî çek werin bikaranîn. Av yek ji dosyeyên herî girîng in ku divê hemû dewlet û welat jê haydar bin, ji ber ew dibe mafekî giştî ku divê hemû alî wê bikarbîne. Ava ku ber bi bakur û rojhilatê Sûriyeyê ve tê tenê bi ‘peyvên’ yasaya mirovî a navdewletî parastî ye.

Çi li ber deriyê Rojava ye?

Karesetên aborî, jîngehî, mirovî, sewaldarî û tenduristî li ber deriyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne. Dewleta tirk a dagirker herikandina çemê Xabûr qutkiriye û wekî çek li dijî gelê herêmê bikartîne. Eger bê bîra we di êrîşa 23’yê sibata 2015’an de dewleta tirk çemê Xabûr berda giha rêjeya ku ava wê pir bilind bibe û di encamê de gelek şervanên ku dixwestin çek û cebilxaneyan bighînin hevalên xwe, li ber avê biçin û şehîd bibin. Wate; niha çemên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bêav in, veguherîne golên ku jê gelek nexweşiyên çerm û laş dertên. Jêdera nexweşiya leşmaniya ku di salên dawî de li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hejmarên pir mezin pêketiyên wê çêbûn, çemên bê avê bûn.

Li gorî lêkolîna Rêveberiya Jîngehparêz a Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê, li bakur û rojhilatê Sûriyeyê rûbera ku rastî çolbûnê bûye bi qasî 15 hezar hektar e û rûbera ku metirsiya çolbûnê lê heye ji sedî 85 e.

Sewaldarî sektorekî herî stratejîk e li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, ji lewra qutkirina çemê Xabûr bandorê li xwedîkirina pez, hesp, deve, gamêş û çêlekan jî dike, herwiha zindiyên avî wekî cureyên masiyan jî bandor dibin. Av qut bibe, mêrgên xwezayî kêm dibin pêre jî êm namîne û ev bêtir barê xwediyên wan girantir dike û wiha bandor li sektorê herî sereke tê.

Bêhevsengiya avhewayê

Pêwîstiya mirovan, sewal û axê bi avê heye, bêav her der zuha dibe û ber bi çolbûnê ve diçe, tenê herikandina avê û çandiniyê dikare herêmê ji çolbûnê biparêze. Hewldanên civakê hene ku dora xwe mal û der û berên xwe kesk bikin, lê belê ev tenê têrê nake. Pêwîstî bi herikandina çeman heye ku li dora wê çandinî pêşbikeve, herêm ji zuhabûna heyî xilas bibe û hevsengiyek di avhewaya herêmê de çêbibe. Ji ber niha herêm rewşeke bêhevsengbûnê dijî.

Heta êrîşê dilopa ava gel dikin!

Şerekî bêçek vê carê li ber deriyê gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê . Çekekî ku xwe tenê dispêre avê û av ji çekên herî mezin û nûklerî kûjertir e. Mirina cureyên pez, çêlek, deve, hesp û gamêşan sûc e, hişkbûna axê û zêdebûna rûberên çoliyê sûcek li dijî xweza û jîngehê ye, kurmbûna çermê mirovan û pêketina laşmaniya jî dibe sûc. Ev hemû sûcên li dijî parçeyê ku projeya demokratîk pêşkêş kir û giştî cîhanê jê sûd wergirt û wekî nimûne niha li gelek welatan tê bikaranîn. Gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê yên ku ewqas şer û êrîş jiyan û wan ji çeteyên (DAIŞ) herî xeternak di serdema 21’an de xilas kirin, hêja ne ku sazî û dezgehên mirovî û tenduristiyê ligel rêxistinên ku av kar û berpirsiyartiya wan e rabin û gaveke cidî bavêjin û pirsgirêkên wan çareser bikin. Erkekî exlaqî û wijdanî ye, divê ku her kes krîzê bibîne û zextê li aliyên pêwindîdar bikin da ku rêyên çareseriyê dabîn bikin.

Qadên din jî dê rawestin

Qutbûyîna avê wê qutbûyîna elektirîkê jî bi xwe re bîne, elektirîk qut bibe jî dê bandor li sektorên din yên jiyanî jî bike, mînak dê firneyên çêkirina nan, nexweşxane, kargeh û kampaniya, aş û her tişt raweste û ev dê bibe karesetên mezin û rawestandina jiyanê. Ji lew re niha wekî alternatîfa di destê Rêveberiya Xweser û gel de bikaranîna avên bîrên deryayî û yên din yên şor in. Heta niha jî projeya gihandina ava Amûdê ji bo Hesekê û Til Temirê ku saleke Rêveberiya Xweser li ser dixebite, ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker neqediya ye.

Ava çemê Xabûr û Stasyona Elok neyên berdan dê tenduristî û aboriya milyonek heta du milyon kes tevî niştecîh û koçberan ber tehlûkeyê ve bibe. Wê gelek cureyên çûkan ji herêmê koç bikin, sewal kêm bibin û cureyên mirîşkan jî nemînin, dê nexweşiyên aloz derkevin, wê koçberên ku ji herêmên cuda yên Sûriyeyê berê xwe dane Hesekê û Til Temirê jî zirar bibînin.

Bêguman ji ber jin berpirsa yekemîn a vê civakê ye, qutkirina avê ligel pirsgirêk û krîzên rû didin bandorê lê dike û ev dihêle ku barê wê di rêvebirina civakê û perwerdekirina wê de girantir bibe, êş û fikarên wê ji bo pêşerojê jî zêde dibin.

Erkek exlaqî û wijdanî ye

Ruxmî ewqas êrîş jî gel bi îsrar e bi derfetên herî biçûk yên heyî bikar bîne û dora xwe kesk bihêlin. Lê ev tenê têrê nake, pêwîstî bi destwerdana sazî û dezgehên mirovî ya demildest heye. Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî jî divê ku krîza avê wekî berpirsiyariya xwe bibîne û bi helwesteke mirovî çareser bike. Divê bi tu awayî nekeve bin siya siyasetên welatan û berjewendiyên hêzên hegemon.