7 Eylül, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye dixwaze hemû Kurdistanê dagir bike

Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat Lokman Ehmê diyar kir ku armanca dewleta tirk dagirkirina hemû Kurdistanê ye û xwest PDK vê rastiya Tirkiyeyê bibîne û paşve gavan bavêje.

47 partiyên siyasî û rêxistinên civakî ji Sekreterê Giştî yê Komara Erebî Ahmed Aboul Gheit, Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Es Sudanî, Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, Serokdewletê DYA’yê Joseph R. Biden, Sekretera Giştî Marija Pejčinović Burić, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re name şandin.

Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat Lokman Ehmê li ser armanca banga partiyan axivî û wiha got: “Armanca bangê ew e ku parastina gelê kurd li her derê bê misogerkirin. Dengê gelê kurd bigêje çar aliyê cîhanê. Me xwest dengê gel bigînin rêxistinên dibêjin ‘em li mafên mirovan xwedî derdikevin û li mafê gelan xwedî derdikevin’. Di sedsala 21’ê de gelê kurd hêj rastî komkujiyê tê, axa wî tê dagirkirin. Em dixwazin hemû kesên li ser cîhanê dijîn bi maf û nasnameya xwe bijîn û mafê wan bê parastin. Ji bo partî û rêxistinên kurd li Kurdistanê û dervê Kurdistanê bibin xwedî yek helwest me bang kir ku bi yek dengî li dijî êrîşa Tirkiyeyê ya li ser axa Kurdistanê derkevin. Dewleta tirk li ser qirkirina gelan ava bûye. Gelê kurd tevî hemû komkujî û koçberiyan dîsa li ser axa xwe ma. Rejîma tirk dixwaze gelê kurd tune bike. Dixwazin bi van êrîşan gelê kurd bêdeng bike.”

Mafê xwe biparêzin

Lokman Ehmê li ser derengmayîna bangê jî rawestiya û wiha axivî: “Dibe ku ev bang dereng mabe. Lê di vê demê de ev bang, girîng e. 47 partî û rêxistinên Kurdistanî, bi hevre dengekî wisa bilind bikin gelek girîng e. Partîyên Kurdistanî heta niha gelek caran li dijî qirkirinê, li dijî tunekirina gelê kurd û li dijî êrîşên li ser pêşengên azadîxwaz dengê hevpar bilind kirine. Ev partî bang li tevahiya gelê kurd dikin ku piştgiriye bidin hêzên azadîxwaz. Bang dike ku kurd mafê xwe bi dest bixin û biparêzin. Ev ne banga yekem e.”

Gelê başûr ne bi PDK’ê re ye

Lokman Ehmê destnîşan kir ku ji bo PDK hembêza xwe ji dagirkirinê re veneke pêdivî bi yekhelwestê heye û wiha berdewam kir: “Divê hemû partî û rêxistinên kurdan; partiyên ku piştgiriya dagirkeriya tirk bikin û partiyên ku li pêş tevgera azadiyê astengiyan derxin şermezar bike. Bi vî rengî helwesta PDK’ê dikare bê guhertin. Lê diyar e, PDK li gorî daxwaza gelê kurd û gelê herêmê siyasetê pêş naxe. Em bawer dikin ku gelê kurd ê başûrê Kurdistanê ne bi PDK’ê re ye. Naxwaze ku careke din başûr bê dagirkirin. Em hêvî dikin ku PDK siyaseta bi AKP’ê re di ber çavan re derbas bike û hevkariya AKP’ê nepejirîne. Em hêvî dikin berxwedana gelê başûr û destkeftiyên gelê başûr biparêze. Divê PDK bizanibe ku êrîşa îro li ser tevahiya kurdan û partiyê kurdan pêk tê. Armanca dewleta tirk tunekirin e. Em hevî dikin ku PDK ji siyaseta hevkariya Tirkiyeyê vekişe. Em dixwazin PDK siyaseta ku mafê tevahiya gelê kurd diparêze pêş bixe. Çi kes û hêzên bi dagirkeran re tev geriya ne, piştî dagirker gihiştine armanca xwe, hevkarên xwe ji holê rakirine û tu maf nedaye wan. Hêzên dagirker piştî gihiştine armanca xwe her dem hevkarê xwe înkar û tune kirine.”

Armanc hemû Kurdistan e

Lokman da zanîn ku ew jî dizanin û PDK jî dizane ku dagirkeriya dewleta tirk a axa başûr tê wateya tunekirina gelê kurd û wiha berdewam kir: “dagirkerî tê wateya nenaskirina statuya başûrê Kurdistanê. Başûr bi xwîna  hezaran lehengên Kurdistanê hatiye bidestxistin. Siyaseta dewleta tirk û Erdogan aşkere ye. Armanca xwe rojane aşkere dikin. Dibêjin em ê axa piştî tifaqa Lozanê paşve vegerînin. Armanca wan ne tenê hêzek û partiyek kurdan e. Armanca tirkiyeyê dagirkirina hemû axa Kurdistanê ye. Dixwazin Heleb, Kerkuk û Musîl dagir bikin.”

Lokman, bibîr xist ku dewleta tirk eger darbên giran ji gerîla nexwe, dê şer û dagirkeriya Kurdistanê berdewam bike û wiha bi dawî kir: “Li gorî agahiyên ji herêmê tên artêşa tirk heta niha gelek darbeyên giran xwarine. Li wan herêman gelek zor û zahmetiyan dijî. Niha planên xwe diguhere. Êdî derbasê qadên sivîl u navendên bajaran dibe. Xwe li bajaran bi cih dike. Siyaseta  wê ne tenê şer e. Niha plana dagirkeriyê hêdi pêdî dimeşine. Em hevî dikin ku siyasetmedarên PDK vê rastiyê bibîne. Divê PDK daxwaza gel bibîne. Ev şerê li herêmê dê xeteriyek mezin ji bo gelê Rojhilat bine. Dixwazin osmaniyek nû ava bikin. Dixwazin Rojhilata Navîn ji nûve dagir bikin. Em bawer dikin ku gelê kurd û Kurdistanê dê li dijî van hewldanan li ber xwe bide. Dê gelê kurd û Rojhilata Navîn vê dagirkeriyê qebûl nake. Berxwedana gerîla di têkçûn êrîşên dagirkeriyê de diyarker be.”