23 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TJK-E ji 20 hezarî zêdertir name şand CPT’yê

TJK-E’yê diyar kir ku li dijî tecrîdê ji 20 hezarî zêdetir name ji CPT’ê re şandine û got: “Em bang li CPT’ê dikin ku wezîfeyên xwe bi cih bîne.”

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), der barê nameşandina li CPT’ê daxuaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ de, 19’ê nîsanê kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re hat destpêkirin. Di nava wexteke ji sê mehan kêmtir de, ji gelek welatan bi tevlibûna jinan kampanya hat meşandin û temamkirin.

Polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê kurd û tecrîda mutlaq, di bin berpirsyariya hêzên navneteweyî de ye. CPT jî weke dewama van polîtîkayên qirkirinê, ji derveyî wezîfeyên xwe disekine. CPT divê ji bo tunekirina tecrîda mutlaq a li Îmraliyê, pêkanînên pêwîst bike û raporên şandeya çavdêr a têkildarî vê yekê ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bike. Ev saziya ku di bin berpirsyariya konseya Ewropayê de ye, divê wezîfe û mîsyona xwe bi cih bîne û destûrê nede polîtîkayên Tirkiyeyê.

Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê me 19’ê nîsanê di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de kampanyaya ‘şandina nameyan a ji CPT’ê’ da destpêkirin. Ji gelek welatan me bi tevlîbûna bi hezaran jinan ev kampanya bi rêve bir û temam kir. Me 3 mehan kampanyaya şandina nameyan domand û di vê çarçoveyê de zêdeyî 20 hezar jinan bi nameyên ku şandine wezîfeyên CPT’ê bi bîr xistin û bang lê kirin ku wezîfeya xwe bi cih bîne. Divê demildest tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û têkildarî rewş û tenduristiya wî rapor bê eşkerekirin. Em car din bang li CPT dikin ku wezîfeya xwe bi cih bîne. Yan wê li hemberî dîrokê hesab bide.

Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de em ê bi kampanya û çalakiyên nû dewam bikin. Em jin azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin û heta ku em vê yekê pêk tînin, em ê bê navber çalakiyên xwe bidomînin.

Di heman demê de em ê li dijî êrîşên dagirkeriyê ya ku dewleta tirk a faşîst bi hevkarî û xiyaneta PDK’ê li ser xaka Kurdistanê dimeşîne, têkoşînê hîn geştir bikin. Dewleta tirk a faşîst li aliyekî êrişên dagirkeriyê pêk tîne, li aliyê din jî xaka Kurdistanê dide ber agir û bi vî rengî qirkirina ekolojîk pêk tîne. Gelê Kurd û jin wê mîna her car, îro jî li dijî van êrişan li ser piyan be.

Li ser vî bingehî di serî de jin, em bang li hemû gelê xwe dikin ku di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de têkoşînê geş bikin û li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin.”