2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tu çi biçînî tê wî bicine

Herçendî çekên kujêr û komkuj werin bikaranîn, ewçendî pirsgirêk çareser nabin, berûvajî zêdetir mal û milk wêrane dibin û gel-mirov pêwîstî derketina ji cî û warê xwe dibin. Ev mirov wê bi ku ve biçin? Ber bi ciyên aram ve. Ku der aram e? Ciyên şer lê nîn in. Li ku şer tine ye?

Dewletên Ewropayê yên bi hev re peymana Dublînê danîne, dixwazin bergiriyên hatina penaberan a welatê wan bişidînin, ji bo vê ji 1ê hezîrana 2024’an û vir ve zagona şidandinê dest pê kiriye û girêdayî vê pêvajoyê li giştiya Ewropayê û li Tirkiyeyê li hemberî hatina penaberan bêdiliyek û redkirinek bi pêş de diçe. Li gelek welatên Ewropayê di hilbijartinan de derketina pêş a partiyên rastgir, nijadperest jî bi vê yekê ve girêdayî ye. Li nav gelên Ewropa û li Tirkiyeyê nêrîneke wiha heye, ku penaber ji rizqê nişteciyan dixwin û ji ber vê yekê ew êdî ji penaberan hez nakin û wan li welatê xwe naxwazin. Lê çi li Tirkiyeyê, çi li gelemperiya welatên ewropî gel, an sazî li ser sedemên hatina penaberan lêkolînên cidî nakin an jî bi awayekî yekalî dikin.

Di rastiyê de çi Tirkiye, çi welatên Ewropa bi xwe wek febrîqeyeke hilberandina penaberan kar dikin. Ev yek çawa pêk tê?

Ji ber nêzî me ye, em ji Tirkiyeyê dest pê bikin û ber bi Ewropayê ve biçin. Li herêma Rojhilata Navîn hêza herî zêde şer gur dike dewleta tirk e. Ew li Iraq, li Sûriyê bi awayekî fîzîkî û li welatên din jî bi awayekî polîtîk şer xurt û geş dike. Dewleta tirk mudaxaleyî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê kir, axa di bin destê Sûriyeyê de dagir kir û li wir hêzên girêdayî xwe damezirand û bi van hêzan û bi hêzên xwe yên leşkerî bajarên kurdan dagir kir û bû sedema bi hezaran mirov koçber bibin. Ketina Îranê ya Sûriyeyê jî ne dûrî ketina Tirkiyê ye, hêzên îranî li Sûriye û li Iraqê şer gurtir dikin û rê li ber koçberiyê vedikin. Bêguman hebûna Amerîka, koalîsyona ewropî û Rûsya jî her yek ji hidama xwe ve şer gur dikin û êdî wek febrîqeyekê rojane bi hezaran mirov pêwîstî ketina ser riya koçberiyê dibin. Mînak rojavayê Kurdistanê rojane ji aliyê balefirên tirk ve tê bombebarandin, ger ji Rojava bi sedan, bi hezaran mirov malên xwe biterikînin û berê xwe bidin koçberiyê, herin Tirkiyeyê yan karibin xwe bigihînin Ewropayê, wê demê tirk an ewropî dest bi gazincan dikin û dibêjin, penaber li welatê me çi digerin, bila vegerin welatê xwe. Baş e, şer meke, bila penaber neyên welatê te, li mala xwe li ser erdê xwe bimînin. Tu çima li hember dagirkirin û bombebarandina dewleta xwe dernakevî, tu çima li hember hatina penaberan derdikevî?

Welatên ewropî jî di heman hişmendiyê de ne. Îroj febrîqeyên çekan hildiberînin, tev li Rûsya, Amerîka û Ewropayê ne. Li ser parzemîna Afrîqa û Asya şerên bi rê ve diçin, bi van çekan tên birêvebirin. Ev dewlet çekên herî kujêr difiroşin dewletên li Rojhilata Navîn û Afrîqayê. Ji bo hin dewletan firotin têrê nake, êdî wek almanan tanqên xwe diyarî dan tirkan, wek dewletên ewropî û Amerîka diyarî didin Ûkraniyan, li gelek deverên din jî çekan hîbe û diyarî dikin, da zêdetir mirov pê werin kuştin. Niha di şerê Îsraîl li hember gelê filistînî dike de, çi çekên Îsraîl bi kar tîne û çi çekên Hamas bi kar tîne gelek ji wan diyarî tên dayîn, yê Îsraîlê amerîkî, yê Hamasê îranî diyarî didin wan û dibêjin, fermo hev bikujin, şer gur bikin. Bêguman li cîhanê pirsgirêkên bindestî-serdestî, azadî-koletî, qebûlkirin-redkirin, dagirkerî-rizgarî û wekî din hene û nakokiyên cidî ne, lê ev nayê wê wateyê ku ew tenê dikarin bi riya diyarîkirin an kirîn û firotina çekên pir kujêr werin çareserkirin. Sedam çekên kîmyewî rijand ser kurdan, ka dawî li têkoşîna kurdan anî? Dewleta tirk bi sedan qirkirin li Kurdistanê bi rê ve bir, ka kurd ji ser ruyê cîhanê rakir?

Herçendî çekên kujêr û komkuj werin bikaranîn, ewçendî pirsgirêk çareser nabin, berûvajî zêdetir mal û milk wêrane dibin û gel-mirov pêwîstî derketina ji cî û warê xwe dibin. Ev mirov wê bi ku ve biçin? Ber bi ciyên aram ve. Ku der aram e? Ciyên şer lê nîn in. Li ku şer tine ye? Li warên çekan hildiberînin û difiroşin an hîbe dikin şer tine ye. Wê demê wê penaber berê xwe bidin van deran, da hinek aramî û hizûrê bibînin. Ger tu li welatê wan şer gur bikî, ewê jî pêwîstî hatina welatê te bibin, ev zagona xwezayê ye.

Lê wê demê jî gelên li van welatan nerazîbûna xwe nîşan dikin û dibêjin bila penaber zêde neyên welatê me, em bê kar dimînin, an wek alman dibêjin, hizûra me namîne, yan wek tirk dibêjin, em kar nabînin, rewşa penaberan ji ya me çêtir e û her wekî din. Lê ev tev jî rastiya penaberiyê nayînin ser zimên û ji rastiyê dûr in, berûvajî ne.

Lêpirsîna tirk û ewropî bikin, divê ne li ser hatin û şandina paşde ya penaberan be, berûvajî divê li hember dewletên wan û polîtîkaya gurkirina şer be. Ger ew bi rastî ji zêdebûn an hatina penaberan aciz û dilnexweş in, divê li hember polîtîkayên şer û hilberîna çekan a dewletên xwe rawestin û ji wan bidawîkirina van bixwazin. Dewleta tirk her roj bi hilberandina balefirên xwe yên bi çek lê bêmirov pesnê xwe vedide û difiroşe dewletên cîran ên wek Îran, heta Ûkraniya û gelê tirk bi vê yekê xwe serbilind dibîne. Wê demê ti mafê we tine ye, hûn ji hatina penaberên Afganî û Ereb xwe dilteng bikin. Kî çi biçîne, ewê dîsa wî biçine.

Divê gelên ewropî jî zanibin, ku bi guhertina zagonan, stendina biryarên nû û bergiriyên xurtir wê nikaribin pêşî li hatina penaberan a welatên wan bigirin, lê belê tenê bi riya dadana deriyên febrîqeyên çekan hildiberînin û fîrmayên wan difiroşin wê karibin şeran rawestînin û ji xwe gava şer rawestin pêwîstiya kesî bi derketina ji welatê xwe namîne.

Lê na, tê şer vegirî giştiya cîhanê, rojane bi milyonan dolar çek bifiroşî dewletên dîktator û rêxistinên terorîst, tê welatan dagir bikî, mala bi hezaran kesên bêguneh bi ser serê wan de bînî xwarê û pişt re tê bikî kazekaz û bibêjî bila penaber neyên welatê min, bila ji welatê min derkevin. Tu çawa mala mirovan bi ser serê wan de hildiweşînî, ew mirov jî mafdar in werin welatê te û li wê derê ji xwe re li jiyaneke nû bigerin. Yan tê şer bi dewleta xwe bidî rawestandin yan tê xwe ji hatina penaberan dilteng nekî. Him bi çek û şerê dewleta xwe serbilind be û him ji hatina penaberan dilteng be, ev ne li gorî zagona xwezayê ye. Kî li hemberî zagona xwezayê derkeve, ew bi ser nakeve.