16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tu çima bê helwestî?

Ji dîrokê heta îro çi bi serê kurdan de hatibe, tev ji ber bêhelwestiya wan a li hember bûyerên bi serê wan de tê, hatiye. Îro Başûrê Kurdistanê li ber çavê tevayî kurdan gav bi gav tê dagirkirin. Lê ka helwesta kurdan çi ye?

Di sala 639an de gava Kurdistan di navbera Osmanî û Îraniyan de hat parvekirin, kurd bêhelwest man û ew êş heta îro didome.  Hîn çendî bidome jî ne diyar e.

Di sala 1924an de piştî şerê cîhanî yê yekemîn dîsa nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve hat xêzkirin û ji ber ku kurd bê helwest man, Kurdistan ket bin dest tirk, frans û îngilîzan.

Piştre piştî şerê cîhanê yê duyem îngilîz û frans ji Rojhilata Navîn vekişiyan û Kurdistan diyarî dan destê erebên partiya Baas, kurd dîsa bêhelwest man û êşa wê heta îro tê kişandin û îro jî bi xwîn û dijwarî didome.

Di dawiya sala 1990î û destpêka sala 1991ê de bi ketina Sadam Husên a Kuwetê û destwerdana Amerîka ya herêmê ji kurdan re rewşeke nû li Başûrê welêt derket holê, destpêkê qedexeya hewayî û piştre herêmeke otonom hat çêkirin û ji wê demê ve kurd bi awayekî nîv-serbixwe dijîn û ji sererd û binerdê welêt sûd digirin. Di van sih salan de diviya ev destkevtî ji bo gihiştina Kurdistana mezin bihata bikaranîn. Lê birêvebirên Başûrê welêt çi kirin, ji xwe re avayiyên mezin lêkirin û hesabên xwe yên bankeyan dagirtin, bi partî û rêxistinên din re pevçûn û dijberî kûrtir kirin, destê xwe dan neyarên kurdan û bi wan re ketin govenda xwefiroşiyê. Gelo tirk dibin dostên kurdan?  Tirkitî li ser tinekirina kurdan hatiye avakirin. Gava tu tirkan ji xwe re wek dost bibînî, tu bi dest xwe xwe tine dikî. Kî vê rastiyê nizane? Lê mejiyê birêvebiriya Başûr ê gundîtî, eşîrtî û kîndarî carekê sûnd xwariye û PKK ji xwe re wek dijmin bi nav kiriye. Li gorî wê hemû xerabiya li Başûr ji PKK‘ê tê û ji bo wê divê PKK ji holê were rakirin. Kî dikare PKK‘ê ji holê rake? Niha li ber çavan dewleta tirk xuya dike. Wê demê rê li ber dewleta tirk veke, bila were li PKK‘ê bide, ku meydan ji PDKê re bimîne. Hesabekî pir erzan ê xwediyê xwe dikişîne nav çirava bêbinî.

Herkes dizane, ku li Rojhilata Navîn parvekirinek bi rê ve diçe, Amerîka, Rûsya, Îran, Îsraîl, Tirk tev dixwazin axa xwe û destkevtiyên xwe berfirehtir bikin. Ji bo wê dewleta tirk tevî aboriya xwe ya binketî bi milyonan dolar pere radizîne ser şerê li hember kurdan. Gelê tirk ê xwîniyê kurdan e, bêguman dengê xwe dernaxe: birçî ye, dinale, lê ji bo serkevtina şerê li hember kurdan dengê xwe dernaxe. Dolarek bûye 34 lîreyê tirk, qet ne xem e. Dronên tirkan li kolanên Silêmaniyê, li kolanên Qamişlo kurdan dikujin, ew dikarin birçî jî bijîn, qet ne xem e. Zihniyeteke wisa dijmintî di nav gelê tirk de hatiye çandin, ku ji kuştina kurdan dilxweş dibin û bi birçîbûnê razî dibin.

Niha hikûmeta herêma başûr dijminekî wisa xedar dike bela serê gelê xwe, bi tilama tinekirina PKK‘ê. Ew dihizire, ku PKK were tinekirin, wê dewleta tirk, ji wan re bibêje, ha keko, me PKK qedand, êdî ha ji we re welatê we û ezê vegerim welatê xwe. Ew nizane ku tirk ciyê bikevinê jê dernakevin heta ew neyên şikandin. Hêza PDK‘ê ya şikandina dewleta tirk ji binî ve tine ye. Wê demê tirk di axa Başûr de çiqasî bimeşin, ku derê dagir bikin, ew der ji wan re dimîne, heta hêzeke kurdan a ji tirkan bi hêztir dernekeve û dev û pozê tirkan neşikîne tirk wê ji başûr dernekevin. Tu çawa radibî bi tilama dijmintiya PKK‘ê gelê xwe didî destê cinawirekî, dijminekî pîr û kalan? Dilê te, vijdanê te, exlaqê te çawa vê yekê qebûl dike. Tirk her roj li ber çavên te daristanên te dişewitînin, erdnîgariya te bombebaran dikin, kêzik û kurmik û teyr û tilûrên te dikujin, ma qet pozê te naşewite, qet qasî serê derziyê welatparêzî di xwîna te de nemaye. Ma ew dar û ber û ajal ne nirxên welatê te ne? Li welatên xelkê tu nikarî çiqulek dareke wan jêkî, kevirekî biavêjî çûkekî wan. Çima li welatê te dijminê te bi tanq û topên xwe wê bikeve gund û çiyayên te, mirovên te ji cî û warên wan bike, dar û berên te bişewitîne, ajalên te bikuje û tê bê helwest bimînî, berûvajî ji wan re rê vekî, rêbertiyê bikî, hevkariyê bikî! Mirov çawa dikare ewqasî bibe neyarê gelê xwe, axa xwe, darûberên xwe, teyr û tilûrên xwe? Gava tu dibînî li Başûr tirk agir berdidin daristanên te qet vijdanê te naêşe, qet pozê te naşewite? Ka tu welatparêz bûyî? Welatparêzî ew e, ku mirov destûre nede kuştina kêzik û kurmikeke xwe, katekî dareke xwe yî şîn. Welatparêzî ne firotina nefta Kerkukê û dagirtina hesabê xwe yî bankeyan e û ne lêkirina avayiyên Shopcenterên mezin û luks e.

Birêveberiya Başûr li şûna hêzên kurd bîne ba hev, hêzeke netewî ya kurdan saz bike û ji bo Kurdistaneke mezin hemû derfetan bi kar bîne, rê dide dewleta tirk, ku Kurdistanê ji nû ve dagir bike. Ew bi vê helwesta xwe xerabiya herî mezin bi serê kurdan de tîne.

Gelê Başûr jî wek kerr, lal û kor be, li hember vê xerabiyê bêdeng û bêhelwest dimîne. Tu çima bêhelwest dimînî? Ma tu nabînî, tirk roj bi roj axa te dagir dikin, te ji gund û warên te derdixin? Li navenda Dihokê li ber devê camiyên te pifdankên ala tirk a faşîst li ser hene li zarokên te belav dikin, ewqasî ketine nav jiyana te. Tu çima bê helwest dimînî? Tu gel î. Gava birêvebirên te di nava sersarî û xiyanetê de bin, gava welatê te pêşkêşî neyarên te bikin, divê tu helwesta xwe deynî û bibêjî, em dagirkirina tirkan a li ser axa xwe qebûl nakin. Divê tu bi ser baregehên dijmin û hikûmeta xwe de bimeşî û bibêjî ji ser axa me biçin. Em dagirkeriyê qebûl nakin, hevkariya bi dagirkeriyê re qebûl nakin. Êş û azareke din a bi salan bidome û azadiya me ji dest me bigire qebûl nakin. Kurd tev divê li hember kiryarên li Kurdistanê diqewimin helwesta xwe nîşan bidin û tu jî bê helwest nemînî. Ji bîr meke; bêhelwestî kurdan dikuje, dixe zindana, surgonî tevayî cîhanê dike. Bêhelwestî Kurdistanê talan dike, dişewitîne, perîşan dike. Bêhelwest nemîne! Li axa xwe, li mafên xwe, li xwe xwedî derkeve. Bibe xwedîhelwest, ku tu bijî.