27 Haziran, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Uçar: Şaredariya gel, gel bi xwe ye

Alîkara Hevserokên Şaredariya Colemergê ya berê Xecê Uçar li ser polîtikayên dewlet û hikûmetê ya tayînkirina qeyûman rawestiya û anî ziman ku qeyûm zilm û zordariyê ye û wiha got: “Şaredariya gel, gel bi xwe ye. Bi qeyûm naxwaze gel xwe bi rêve bibe.”

Wezîrê Karên Hundir di 3’yê hezîranê de qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê kir. Ji 3’yê hezîranê heta niha gelê Colemêrgê li ser piyan e û çalakiyan li dar dixe. Piştî tayînkirina qeyûm li gelek bajarên Kurdistanê, gelê kurd di pêşengiya partî û rêxistinên civakî de li pêş avahiyên şaredariyên xwe kom bûn û dest bi nobetê kirin. Nobeta ji bo parastina şaredariyan didome. Alîkara Hevserokên Şaredariya Colemergê ya berê Xecê Uçar li ser armanca tayînkirina qeyûm û polîtikayên dewletê yên qeyûm rawestiya û destnîşan kir ku gelek sedem hene.

Xecê Uçar, anî ziman ku israra qeyûm a ku dewlet an jî hikumet dike mirov dikare wê bi sedemên cur bi cur bibêje û wiha axivî: “Yek; Ji bo karê li herêmê bê kirin, qeyûm alav e. Du, bi rêya qeyûman her tişt dê bê kirin. Her kes dê qeyûman bibine û bibêje. Kes dewletê berpirsiyar nabîne. Yanî qeyûm ji aliyekî ve dibe serê gunehan. Sê: qeyûm wekî şexs mane. Kî be jî ew kesên di xizmeta dewletê de her tim wezîfekirî kar kirî wê derûniya ‘mêrxasî dewleta xwe’ hez dike kar bike.”

Xecê Uçar da zanîn ku di herêma wan de tayînkirina wan de qenûn, hiqûq, mafên mirovan û hwd nayê pêşçav û got: “Armanc jî ne ev in. Armanc di bin perdeya parastina dewletê de parastina qizmek hêzên cuda ne. Ne tenê vina gel û pergala hevşaredariyê qebûl nake. Tu tiştên gelê me nayên qebûlkirin. Belê her carên hilbijartinê dema tê gel cardin şaredariyên xwe tîne ser kar. Ji ber ku rêveberiya xwe ji xwe dixwaze. Kes wekî te mala te nas nake û birêve nabe. Heta niha sê caran qeyûm tayîn kirin. Her cara çûyîn jî li paş xwe tenê rê çêkirin. (Ku kew jî karê şaredariyê yê herî sereke eslî ye.) û yên din jî hemû deyn û dizî ne.”

Uçar anî ziman ku şaredariyên gel bi pergala Hevserokatiyê ve fikra jiyana xwe guhert û wiha pêde çû: “Êdî ne tenê mêr û fikrên li hemberî jin, ciwan û xwezayê guherîn. Jiyana bi hev re hemû rengên xwe derxistin holê.”

Uçar bal kişand ser pergala qeyûm û ev agahî dan: “Qeyûm biyanî ye. Hikm e, zorî û zordestî ye. Şaredariya gel, gel bi xwe ye. Wek di dema borî de jî min gotibû; ‘Kes wekî te mala te nas nake û rêve nabe’. Peşî li ser ziman, çand û nasnameya jenê diçin. Ji ber ku tiştên neteweyekê çêdikin û li ser piyan dihêlin ew taybenmedî ne. Yên ku dixwazin miletekê di dîrokê da winda bikin elbet dê êrîşên li ser wan tiştan bikin. Jin jî “Da yik” e. Ango ji xwe dide. Û çêdike. Bingeh e. Eger we çavkanî zuha kir, dê çiqên wê yên din jî ziwa bibin.”

Uçar herî dawî destnîşan kir ku qeyûm xizmeta gel nake û wiha bi dawî kir: “Armanca qeyûman jî ne xizmet e. Nêzîkbûna qeyûm, xizmeta hikûmet an ji dewletê ye. Hemû bi hevre tev digerin. Ji ber ku pêwist e bi hev re bin. Bi hev re xwe ava dikin û di parêzin. Di vê rêyê de jî mal û milkê şaredariyê xerc dikin. Şaredariyan dikin amûr û di bin deynan de dihêlin.”