17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Walî Erdogan derewand

Piştî ku Serokkomarê AKP’î Tayyip Erdogan got li vî welatî qedexe tune, Waliyê Şirnexê ji bo  15 rojan li Şirnex û navçeyên Şirnexê herêmên ewlehiya taybet îlan kir û li van herêman ketin û derketin qedexe kir.

Serokkomarê AKP’î Tayyip Erdogan di 25’ê Tebaxê de li Bedlise got “Li vî welatî qedexe û xizanî tune.” wekî ku li vî welatî tu pirsgirêk tune be û her tişt aram be axivî. Tevî ew qas dane û belgeyan her tişt berovajî kir.

85 milyon welatiyên Tirkiyeyê her roj bi qedexe û astengiyên nû re rû bi rû dimînin. Di serî de serdana parêzeran a li Îmraliyê tê astenkirin û destûr nadin malbat û parêzer biçin Îmraliyê. 42 meh in parêzer û malbat tevî hemû serlêdanan nikarin biçin hevdîtinê bikin. Li aliyekî govend tên qedexekirin. Stranên kurdî tên qedexe kirin. Axaftina kurdî tê qedexe kirin. Nivîsên kurdî ku li ser rêyan hatine nivîsandin tên qedexekirin. Daxuyaniyên çapemeniyê ku saziyên civakîe û demokratîk dixwazin bi raya giştî re parve bikin têne qedexekirin. Meş û xwepeşandan têne qedexekirin. Definkirina cenazeyan a bi girseyî û di nava rojê de tên qedexe kirin. Zozan, çiya û newal li welatiyan tên qedexe kirin.

Lê talankirina daristanê, talankirina xwezayê ji şîrketên girêdayî hikûmetê re serbest in.

Walî Serokkomar derewand

Herî dawî Waliyê  Şirnexê li navçeyên Sîlopî, Cizîr, Hezex, Qipelan û Elk û Basa û navenda Bajar ji bo 15 dojan qedexe îlan kir.   Walîtiya Şirnexê bi taybetî herêmênn Gabar, Cûdî, Besta û Feraşînê li çûn û hatina welatiyan qedexe kir.

Hevditina malbatan qedexe kirin

Di 28 tebaxê de jî li 31 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê mehek cezayê qedexekirina hevdîtinê birîn. Ji girtiyên ku der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin, yek jê Guler Bîlen e. Birayê wê Hamît Bîlen diyar kir ku xwişka wî 32 sal in girtiye û fikara wan ew e ku berdana wê bê taloqkirin.Disa di heman rojê de li Qada Şişhaneyê di roja 74’emîn a çalakiya li dijî qeyûm de xwînerên ojnameya Xwebûnê xwestin Rojnameya Xwebûnê bibin qada çalakiye, lê polîsan ew asteng kirin û destûr nedan ku rojnameyê têxin qadê.

Nûçe qedexe kirin

Di 29’ê tebaxê de li ser nûçeya Narîn Gûran a 8 salî ya li Rezanê hat windakirin û agahî jê nayê girtin, qedexeya weşanê hat ragihandin.

Hesabê X qedexe kirin

Di 26’ê tebaxê de bi îdiaya ‘propanganda rêxistinê kirine’ 82 hesabê X’ê yên ku siyasetmedarên Kurd, Rojnameya Yenî Yaşam û rojnameger jî hene hatin astengkirin.