3 Temmuz, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Wê ev agir we jî bişewîtîne’

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Em bi çavekî din li şewatê binerin. Bi awayekî balkêş piştî vê felaketa şewatê, buyerên şewatan û agahiyên tevgerên êrişê yên artêşa tirk hatin. Li Colêmêrg, Bedlîs, Sêrt, Êlih û herêma Serhedê tevgera leşkerî dest pê kir.

Bi awayekî balkêş li aliyekî tevgerên leşkerî yên artêşa tirk û li aliyekî jî şewatên li bakurê Kurdistanê dewam dikin. 20’ê hezîranê bi şev li bejahiya gundên Çinarê û Şemrexê şewateke mezin a li ser qadeke berfireh pêk hatî di rojevê de ye. Di encama vê şewata ji ber polîtîkayên dagirkeriya tirk de 15 kurdan jiyana xwe ji dest dan. Bi awayekî balkêş piştî vê şewata mezin hema bêjin li her devera bakurê Kurdistanê nûçe û dîmenên şewatan û agahiyên tevgerên êrîşê yên artêşa tirk hatin. Di heftiyeke dawî de di nava li gelek erd, zevî û bostanên gel şewat pêk hatin. Herî dawî 23’yê hezîranê li navbera Çinar û Wêranşarê ku weke herêma Qerejdaxê jî tê binavkirin, şewateke mezin derket.

Parzemîna cîhanê ji ber zerarên endustrî, talankirina daristanan û qirêjkirina xwezayê, demsala havînê sal bi sal germtir derbas dibe. Ev germa ji gelek aliyan ve zirarên mezin dide xweza, civak û jiyana hemû zindiyan. Îsal jî ev germahî di asteke herî bilind de bû. Avhewanas diyar dikin ku pîleya germahiyê rekora 2 hezar salan şikandiye û raya giştî hişyar kirin.

Li seranserî cîhanê zêdetirî şewatên ji ber germahî û xemsariya mirovan derdikevin. Sedemek din jî taxrîbatên ku mirovan di xwezayê de avakirine hevsengiya avhewayê xera dike. Ev jî bi xwe re felekatê di her demsalê de bi xwe re felaketên mezin tîne. Ga em dibêjin ji ber barana zêde lehî rabû, ga em dibêjin ji ber guhertina erdnîgariyê hezaz pêk hat, ga em dibêjin ji ber pleya germa zêde şewat derdikevin mirov dimrin. Bêguman ev hemû encamên guhertina bi balansa avhewaya cîhanê pêk tên. Yên vê dikin jî dîsa hêzên kapîtalîst ên ku bi armanca kara dest davêjin dînamîkên herî bingehîn ên cîhanê bi xwe ne.

Êdî wisa lê hatiye ku ev taxrîbata ku bi destê mirovan hatiye avakirin ji aliyê gelek kesan ve tê qebûlkirin û dixwazin bi wê re bijîn. Li gorî wê tedbîran digrin û ji bo zirara ku çêdibe daxin asta herî kêm jî tedbîran digrin. Bêguman ev tedbîr jî ne ji bo her deverê ne. Çawa ku me got li xwe û berjewendiyên xwe difikirin di vê mijarê de jî li gorî berjewendiyên xwe li hin herêma tedbîran zêdedikin li hin herêman jî zahmete ku merov bahsa tedbîran bike. Mînaka vê harî ber biçav jî me di şewata li Mêrdîn û Amedê de dît. Cerake din me dît ku şaredariyên ji aliyê desthilata AKP/MHP’ê hatine dagirkirin ne tenê şaredarî di nava deynan de hiştina di haman demê de ekîbên girêdayî van şaredariyan ji ber nedana butçe û pêwîst pênedîtinê ji derveyî xizmetê hiştine. Lewma di şewata ku pêk hatî de ekîbên îtfayeyê weke ku dihat xwestin nikarîn mudaxele bikin. Li gel vê tevî dewleta tirk a dagirker li Bakûrê Kurdistanê hêzek mezin ha balafir, helîkopter û eskeran amade, dide sekinandin dema mijar bû jiyana gelê Kurd bêdeng ma.

Lê gelek caran em dibînin ku li deverên cûda yên Tirkiyeuê jî carnan ev şewat rû didin. Ji bejahî û hewayî ekîbên agirkuj û rizgarkirinê yên dewleta tirk bi hemû derfetên xwe seferber dibin. Saziyên sivîl ên ekolojîst û rayedarên herêmî yekser bangên alîkariyê dikin û dibêjin “cegera me dişewite…” Bêguman di vir de em li niyetek xirab nagerin. Ya rast jî ewe ku dema xweza bişewite divê mirov bi hemû derfetên xwe seferber bibe. Lê tevî ku di şawata li Mêrdîn û Amedê de 15 welatiyan jiyana xwe ji dest da jî çima weke dihat xwestin mudaxele nahat kirin? Gelo sedema vê bêhelwestiyê çibû? Gelo ev parçeyekî êrîşên dagirkeriyê û talana li Kurdistanê bû? Bêguman dema mijar dibe dewleta tirk û bûyerên ku li pêy hev rûdane ev pirs tên bîra mirov.

Em bi çavekî din li şewatê binerin. Bi awayekî balkêş piştî vê felaketa şewatê, buyerên şewatan û agahiyên tevgerên êrişê yên artêşa tirk hatin. Li Colêmêrg, Bedlîs, Sêrt, Êlih û herêma Serhedê agahiyên tevgera leşkerî hatin. Di nava hefteyekê de li pêy hev agahiyên şewatê ji Çinar, Şemrex, Sêrt, Erxenî, Artûklû, Qoser, Heskîf, Kercows, Bismil, Hezex, Silopya, Cizîr, Colemêrg, Qerejdaxê û Dêrikê şewat pêk hatin.

Di van şewatan de li Çinarê û Şemrexê 15 Kurdan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan birîndar bûn, sewal şewitîn û hezaran donim zewiyên ku xelkê herêmê debara xwe pê dikirin şewitîn. Di vê bûyera giran de Walîtiya Dagirker a Amedê û rayedarên dewletê ne li herêmê bûn û ne jî ekîbên vemirandinê şandin. Bi vê helwesta xwe wan carekedin wan dijminatiya xwe ya li dijî gelê kurd aşkere kir.

Şaredariyên DEM Partî yên ku dagirkeriya AKP nava wan valakiriye bi derfetên xwe yên kêm bi hawara gel ve çûn. Dest bi xebatên vemirandina şewatê kirin. Nûnerên siyaseta demokratîk parlamenter li herêmê bûn. Dewlet paşê derkete holê û dest bi şova çapemeniyê kir. Lê şahidên vê felaketê dewleta tirk û çapemeniya şerê taybet derewîn derxistin. Kurdan careke din bi piştevaniyê êşa xwe par vekir. Lê ji ber talana qeyûmên dagirkeriyê cenazeyên xwe di nav xweliyan de veşartin. Desthilata AKP/MHPê û wezîrên wê yekser ji bo ser sûcên xwe bigrin, ji bo zerarên xelkê herêmê tanzîm nekin, cotkarên herêmê sûcbar kirin. Lê şahidan îfadeyên birîndaran û dîmenên ji herêmê hatin rastiyê derdixin holê.

Pir aşkereye ku carekedin dixwazin kurdan bikin qurbana berjewendiyên xwe yê siyasî. Dewleta tirk bi destê şîrketên mîna DEDAŞ û VEDAŞ’ê li seranserî bakurê Kurdistanê gel mahkumî tarîtiyê û xizaniyê kiriye. Ev şîrketên ku ji vê desthilata faşîst hêzê digrin ne tenê gel talan dikin, dest datînin ser hemû hebûna xelkê herêmê û wan bi fatûreyên çêkirî di bin deynên giran de dihêlin. Ev nebese ji ber îhmala ev şîrketên ku êdî li herêmê xwe weke xwediyê hertiştî dibînin êşa herî mezin xelkê herêmê dikşîne. Tevî ku ev bi belgeyan hetiya piştrastkirin jî deshişata faşîşt ku qirker a AKP/MHP’ê hewil dide rastiyê berovajî bike. DEDAŞ sedema vê şewatê ye. Mîna saziyeke qetlîamkar, talanker û qirkirinê dixebite. Mîna saziyên din ên qirkirinê, ji bo îstîsmar, talan, valakirin û bêmirovkirina Kurdistanê dixebite. Dewleta tirk a dagirker bi destê van şîrketan çavkaniyên Kurdistanê ji bo îstîsmarkirina gelê Kurdistanê bi kar tîne. Desthilatdariya faşîst a AKP/MHP’ê ne tenê gelê Kurd, pê ve girêdayî erdnîgariya Kurdistanê jî qetil dike.

Di van êrişên li ser xweza û hebûna gelê Kurd de tişta tê armanckirin koçbertiya gelê Kurd e. Dixwazin gel nikaribe dabara xwe bike, feqîr bimîne û ji neçarî koç bike. Bi êrişên dagirkeriyê jî tişta ku tê xwestin li herêmê bê îstiqrariyê pêş bixe. Ev hemû di haman konseptê de tên meşandin û bi yek destî tên birêvebirin. Lewma divê hemû kurd baş bizanibin ku li Kurdistanê tiştek ji ber xwe çênabe. Bi taybet li pişt her tişta ku zirarê dide gelê Kurd em dinarin dewleta tirk heye. Divê em bizanibin ku dewleta tirk a dagirker qirkirina çandî û polîtîk a li dijî gelê kurd bi qirkirina xwezayê re dimeşîne. Li çiyayan her cure çekên qedexekirî bi kar tîne, polîtîkaya bêdaristan hiştina erdnîgariya Kurdistanê pêk tîne, bi bendavan zirareke mezin dide ekolojiyê. Divê em bizanibin ku êrişên dagirkeriyê yên li herêma Serhed û Botanê çawa perçeyekî vê siyaseta qirêjin, şewatên ku li Kurdistanê jî pêk tên encamên heman siyasetê ne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê